Thursday, November 26, 2009

BI HEZARAN GEVERÎ JI BO OCALAN MEŞIYAN

BI HEZARAN GEVERÎ JI BO OCALAN MEŞIYAN

Li Geverê jî, bi hezaran kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi hezaran kesî dijwarkirina şertên Ocalan têde tê ragirtin şermezar kir û xwestin ku nexşeya rê ya Ocalan jî were eşkerekirin.

Doh êvarê ji bo Ocalan li navçeya Colemergê Geverê meşeke bi meşale pêk hat.

Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn û rêveberên DTP'ê jî di nav de, nêzî 5 hezar kes tevlî meşê bûn.

Girse li taxa Cumhuriyetê kom bû, bi hilgirtina posterekî mezin yê Ocalan ber bi Parka Ehmedê Xanî ve meşiya.

Bi hezaran kes di dema meşê de, siloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin û xwestin nexşeya rê ya Ocalan were eşkerekirin.

Rêveberê DTP'a Geverê Arîf Karay piştî meşê daxuyaniyek da û girîngiya Ocalan a ji bo gelê kurd anî ziman.

Karay bi bîr xist ku dewleta tirk di bin navê başkirinê de şertên jiyanê yên Ocalan dijwar kirine û nexşeya rê jî hê eşkere nekiriye.

Karay ji rêveberiya tirk xwest ku tavilê şertên Ocalan têde tê ragirtin werin başkirin, nexşweya rê û parêznameyên Ocalan bên dayîn.

Rêveberê DTP'a Geverê Arîf Karay bal kişand ser salvegera damezirandina PKK'ê jî û got: 'PKK'ê gelê kurd ji nû ve rakir ser piya. PKK rastiyeke vî gelî ye. Salvegera damezirandina PKK'ê li tevahiya gelê me pîroz be'.

Piştî daxuyaniyê jî girse heta navenda navçeyê meşiya û li wir salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment