Monday, November 23, 2009

GIRTIYÊN JI DOZA PKK Û PAJK'Ê BANGA SERHILDANÊ KIRIN

Nerazîbûneke din ya ji dijwarkirina şertên jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê hat.

Girtiyan bi armanca xwedîderketina Ocalan, banga serhildanê li malbatên xwe û kurdistaniyan kir.


Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên tirkiyê hemûyan, Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û bal kişand ser dijwarkirina şertên jiyanê yên Ocalan.

Denîz Kaya bi bîr xist ku rêveberiya tirk di bin navê başkirinê de, şertên Ocalan dijwartir kirine.

Kaya ev pêkanîna dawî ya rêveberiya tirk ya li dijî Ocalan şermezar kir û banga hestiyariyê li sazî û derdorên pêwendîdar hemûyan kir.

Denîz Kaya li dijî dijwarkirina şertên Ocalan, banga serhildanê li malbatên xwe û kurdistaniyan hemûyan kir.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment