Monday, November 30, 2009

72 sal in bi birîna Dêrsimê dijî



30/11/2009

Di ser hildana Dêrsimê re 72 sal derbas bûn. Her çiqas 72 sal di ser bûyerê re derbas bibin jî kesên bûne şahidên wahşeta wê demê gav bi gav vegotin û dîsa bûyer li ber çavan zindî kirin. Şahidan diyar kir ku wê demê mirov di odeyan de kom dikirin û didan ber keleş û çekên otomotîk û gulebaran dikirin, piştre davêtin çal û koncalan. Bago Polat got ‘min destê xwe da ber serê xwîşka xwe. Em hatin gulebarankirin. Guleyek bi serê xwîşka min ket. Serê wê parçe parçe bû. Heman guleyê du tiliyên destê min ê rastê jî jê kirin’.

‘Ez avêtim çemî’
Kalê 82 salî Huseyîn Gul, serpêhatiya komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an wiha vegot: "Leşker hatin gund û kî diket ber wan dikuştin. Leşker piştî hatin gundê me Demenanê em ji gund reviyan. Gund şewitandin. Piştre leşker hatin gundê Kavun û gotin gundiyê Demenan di nava we de hene? Wê rojê leşkeran nêzî 40 kesên Demanan ku zarok û jin jî di nav de kom kirin û birin. Em birin rûbaroka Harçîk û li wir em dan ber guleyan. Gule li me barandin" Gul, anî ziman ku gule wekî baranê bi ser wan de dibariyan û wê demê ew ji zendik, pişt û milê xwe de birîndar bû. Gul, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Em êvarî tev kom kirin û birin rexê çem û em dan ber guleyan. Dema ez birîndar bûm min xwe avêt erdê û wekî miriyan raketim. Leşker hatin kesên kuştin tev avêtin bin kevir û latan. Ez jî avêtim nava avê. Ji bo ez di nava avê de nefetisim min li ber xwe da. Ez nêzî 200 metreyî ber bi avê çûm. Piştre min xwe bi kevirekî nava avê girt û ez derketim ser kevir. Ez derketim ser kevir û rawestiyam. Hîn dengê teqîna guleyan dihat."
Gul, da zanîn ku dema ew li ser kevir rawestiyabû birîndarekî din di nava avê de di cem wî re derbas bû. Gul, anî ziman ku dema wî destê xwe dirêjî kesê birîndar kir, wê demê birîndar jî destê xwe dirêjî wî kir û ji nava avê derxist. Gul, serpêhatiya xwe wiha got: "Piştî min ew ji nava avê derxist û kişand ser kevir. Min dît ku xaltiyê min e. Ew jî wekî min 10 salî bû. Bi giranî birîndar bibû. Ji serê xwe, milê xwe û sînga xwe birîndar bibû. Em çûn bin dareka biyê û heta sibê man. Heta 4 rojan me xwarin nedît. Me tenê av vexwar. Piştî roja 4'an xaltiyê min mir."

'Bavê min bi darve kirin'
Jina bi navê Beser Gul ya di sala 1924'an hatiye dinê û niha 87'ê salî jî wiha got: "Ez wê demê 14 salî bûm. Em wê demê li Gome Derweşê dijîn yê navê wê yê niha taxa Esen Tepe. Leşkeran bavê min gazî kir qereqolê. Bavê min çû qereqolê, piştre jî me tu agahî jê negirtin. Birayên min ji bo agahiyekê bigirin çûn qereqolê. Wê demê leşkeran gote biryarên min 'Bavê we li qereqolê darve kirin, neçin dê we jî darve bikin'."

'Malbata min qir kirin'
Welatiyê bi navê Bago Polat yê di sala 1928'an hatiye dinê û niha 82 salî ye jî wiha got: "Wê rojê leşker hatin gund nêzî 30, 40 kes ji gund birin. Leşkeran gote me 'Em ê we koçber bikin'. Me digot dê me bibin koçberiyê, em ketin pêşiya wan. Em birin herêma Taxteqalê ya li ber ava Harçîkê. Êdî dinya tarî dibû, li hemberî me 4 çekên otomatîk ên giran danîn. Piştre jî em hemû gulebaran kirin. Di dema gulebarandinê de dayik, bav, 2 xwîşkên min û birayê min hebûn. Min destê xwe danîbû ser serê xweşîka xwe. Gule bi serê xwîşka min ket û serê wê parçe parçe kir. 2 tiliyên min ên destê min yê rastî jê kirin û ez ji ser hişê xwe çûbûm." Polat, anî ziman ku ji malbata wî tu kes najî û wê rojê hemû malbata wî hate qetilkirin.
Polat, destnîşan kir piştî gulebarandinê leşkeran hemû cenaze bi kêrên çekan kontrol kirin ka kesek dijî an ne. Polat, bilêv kir ku leşkeran hemû cenaze avêtin avê û wekî ew jî miriye avêtin avê û wiha domand: "Wê rojê ji bilî min û Huseyîn Gul tu kes sax nema. Piştre me xwe ji avê xilas kir û em çûn çiya. Em çûne cem kesên li çiyayan ber xwe dikin. Em bi wî şeklî xilas bûn. Piştî efû derket em vegeriyana bajar. Dewletê hemû kes qetil kir û niha jî înkar dike. Tiliya Ataturkî jî di nav de bû. Digotin Ataturk nexweş bû lê ez bawer nakim. Dema ku rayedarekî dewletê bê ez dê însanên me çawa qetil kirine hemûyan yek û yek nîşan bidim." DÊRSIM (DÎHA)

No comments:

Post a Comment