Sunday, November 29, 2009

Dozgeriyê li şûna lînçkeran lêpirsîn li mexdûran vekir

Dozgeriyê li şûna lînçkeran lêpirsîn li mexdûran vekir
Gengaşî û fikarên piştî hewildana lîncê ya li Bajaroka Bayramîçê li hemberî kurdan pêk hatî berdewam dike. Li navçeyê dozgeriyê li şûna derbarê lînçeker û êrîşkaran de lêpirsînê veke, derbarê mexdûran de lêpirsîn da destpêkirin. Kurd hêj nikarin derkevin kuçeyan.

Êrîşên li hemberî kurdan ji sala 2006'an li herêma Deryaya Reş destpêkirîn, ev demek dirêje li herêma Egeyê bi zêdebûn berdewam dikin. Ligel zêdebûna pêla nijadperestiyê, hedef nîşan dayîna, partiyên wekî CHP û MHP'ê, xwedîlêderketina Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan a li êrîşkaran, hewildanên lînckirina k urdan jî zêde dibin. Hemû sedemên biçûk jî êdî dibin sedema lînca kurdan. Bûyerek bi kêrê birîndarkirinê ya di meha tebaxê de li Bajaroka Bayramîça Çanakkaleyê pêk hatî, çend roj berî niha bû sedema lînçkirina kurdan. 3 hezar kesên 3 roj berî niha bi hîseriyek gûrûhî êrîşî malên kurdan kir, xwest kurdan linc bike. Di êrîşan de li taxa kurd dijîn, derî û pacên malan hatin şikandin û gelek kurd birîndar bûn. Li şûna dewlet êrîşkaran bidarizîne, kurd hildan binçavan. Her wiha cardin li şûna dozgerî êrîşkaran pirsiyar bike, lêpirsîn li kurdên mexdûr vekir.

'Polîsan lînc temaşe kir'

Kurdên niha nikarin derkevin ji derve, rojên dijwar derbas dikin. Li gorî ciwanên kurd Tîmur Ozkan, Ceyhun Gormuş û Tamer Demîr dema li navenda bajarokê pevçûnek derketiye temaşe kirine. Hate ragihandin ku di dema pevçûnê de polîsan 3 ciwanên tu eleqeya wan bi pevçûnê tune, binçav kirine. Hate daxuyandin ku bi binçavkirina ciwanan gengaşiyê dest pê kiriye. Hate diyarkirin ku 2 rêveberên MHP'ê yên bajarokê û Cîgirê Midûrê Dibistana Seretayî ya Mîllî Hakîmiyetê H. Y. li derdorê qêrîne û îdîakirine ku kurdan êrîşî polîsan kiriye. Hate zanîn ku li ser vê yekê polîsan 3 ciwanên kurd ên binçav kirîn di nav destê êrîşkarên nijadpereste hiştine û lînc temaşe kiriye. Têkildarî mijarê Tamer Demîr agahî dan û wiha got: "

'Ez hildam wesayîtê cardin derî vekirin û êrîşkaran li min xist'

"Ez bi hevalek xwe re li kafeteryayekê rûniştibûm. Ji derve deng hatin. Me dît li ber otogarê du kom şer dikin. Em nêzîk pevçûnan bûn. Me nişka ve dît ku koma li wir êrîşî me kir. Demek dirêj li min xistin. Midûriyeta Polîsan 50 metre dûrî cihê bûyerê bû lê qet nexwestin mudahaleyî bûyerê bikin. Demek dirêj mudahale nekirin. Dema polîs hatin jî li şûna êrîşkaran ez binçavkirim. Pişre polîsan li min xist. Gaza îsotê li rûyê min ki rin. Piştre cardin d erî vekirin û êrîşkarên ji derve jî cardin dest bi lîncê kirin. Piştî demek wiha li min xistin, ez birim nezaretê û li vir jî gelek li min xistin. Dema ez çûbûm cihê bûyerê, pevçûn qediya bû. Pevçûn çima derketibû ez wê jî nizanim. Tu eleqeya min bi bûyerê re tune ye. Em kurd in û herkes vê yekê dizane. Cihek biçûk e. Ji ber vê yekê êrîşî me kirin. Sebeb jî polîs in. Di erebeya polîsan de jî destûr dan ku êrîşkar li me bixin."

'Giliya me li ber çavan negirtin lêpirsîn li me vekirin'

Li ser mijarê Demîr anî ziman ku ji bo kontrolê jî nebirine nexweşxaneyê û bijîşkek gazî qereqolê kirine. Demîr wiha domand: "Doxtor tenê cihên derpkirî nivîsandin û çû. Piştre bi hinceta 'Li dijî polîsên li ser wezîfeyê derketine û bi zanîn mirov birîndar kirine' em derxistin dozgeriyê. Giliya me ya derbarê êrîşkaran de jî li ber çavan negirtin û nexistin meriyetê." Tîmur Ozkan jî heman tişt gotin û anî ziman ku bi hevalê xwe re ji bo sedema şer bizanibin çûne cihê şer û rastî êrîşê hatine. Ozkan wiha got: "Nişka ve bi gotinên 'kurdên rezîl' êrîşî me kirin. Me nezanî çi bû. Piştî lêdanek dirêj polîsan em birin qereqolê lê vê carê koma li ber qereqolê kom bûyî êrîş bir ser taxa kurd lê dijîn a Harmanliyê."


Heta kesek nemire kes nayê vir?

Yazgul Çatirak ku mala wê rastî êrîşê hat, da zanîn ku nişkave dîtiye kevir li mala wan hatiye barandin û wiha pêde çû: "Me nezanî çibû. Nişkave kevir li mal bariyan. Ez, bûka min û zarokên me, me bi zorê avêtin odeya piştê. Lê heta em çûn odeya piştî tevahiya camên me hatin şikandin. Sloganên, 'Bayramîç dê bibe gora kurdan', 'Bila kurd cehnimin' , 'Ya Allah Bismillah, Allahu Ekber' diavêtin. Me lambe girtin û xwe xist pişt deriyê odeya dikeve aliyê piştê yê malê. Piştî demekê êrîşkar çûn û me jî xeber da polîb û leşkeran. Polîs rojek piştre hat. Pirsa 'Mirî û mayî hene an na?' kir û çû. Bi hezaran kesan êrîşî malan kir. Polîs li van deran tune bûn. Ji bo tedbîran divê kesek binire? Ev qas derî û pencere hatine şikandin lê polîs hêj li palpiştan dikgere."

'Di her tiştî de me dikin hedef'

Terecan Ugurlu diyar kir ku nişka ve êrîşê dest pê kiriye û li ser vê yekê 3 zarokên xwe hildane û reviyaye mala xwezûrê xwe. Ugurlu wiha domand: "Çima ev qas cudakarî heye. Ku kesekê cezayek kiribe jî lazim e daraz ceza bide. Di tiştek biçûk de jî êdî kurd dibin hedef. Dema navbera wan de tiştek çêdibe hiqûq lê dema bi kurdan re çêdibe lînc dest pê dike. Ji tirsan me nezanî cejn çawa derbas bû. Em nikarin ji mala xwe derkevin. Me nekarî em biçin goristanê jî. Me hewildan malên xwe cardin tamîr bikin. Heta niha tu wezîfedar nehatine û tiştek nekirine." Talîp Demîr jî diyar kir ku dewletê wezîfeya xwe nekiriye û ev bûyer ji ber vê nijadperestiya li Tirkiyeyê zêdebûyî pêk hatiye.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment