Friday, November 27, 2009

Berxwedan veguherî serhildanan


27/11/2009

Li dijî vê zilm û zorê, li dijî îşkence û hewildanên teslîmgirtinê, li dijî bê îradekirinê, Mezlûm Dogan bi fedakirina laşê xwe, Çaran bi agirê bedena xwe, Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek bi ruhê xwe, jê re dibêjin “Bisekine!”

Kawayê Hemdem
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mazlûm Dogan, li hemberî zilm û zora li girtîgeha Amedê, zexta li ser hezaran ciwanên kurd qebûl nake. Sala 1982’yan, şeva 20 adarê ku dikeve ser 21’ê adarê yanî berbanga roja Cejna Neteweyî Newrozê, sê darikên kibrîtê bi boneya sembolîzekirina agirê Newrozê pê dixe û paşê jî canê xwe feda dike.
Mazlûm Dogan ku wekî “Kawayê Hemdem” tê nasîn, rêbaz û kevneşopiya berxwedana Pîr Sultan Abdal, Helacê Mensûr, Nesîmî û Seyîd Riza jî şopandiye...

Semaya Agirîn a Çaran
Meha gulanê ji bo gelê kurd, meheke dîrokî ye ku tijî bûyerên dîrokî tê de rû dane û gelek tişt qewimîne, gelek berxwedan pêk hatine. Ji bo kurdan mehek e ku li dijî wan zilm û zordarî pêk hatiye... Lê ew xweşî û bedewiya meha gulanê, ew bêhn û germahiya mehê, ew rengên cur bi cur ku di nava xwezayê de şoreşekê pêk tîne, tu carî nagihêje nava çar dîwarên zindanê, jixwe qet ne mumkûn e ku bigihêje girtîgeha nimreya 5’an a Amedê...
Qehremanên ku wekî “Çaran” têne naskirin, yanî Ferhad Kurtay, Mehmûd Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner li dijî vê zilm û wehşetê, li dijî wê barbariyê, ji bo ku hovîtiya li hemberî jin, zarok û li hemberî gelê kurd pêk dihat, protesto bikin, ketin nava çalakiyê. Di 18’ê gulana 1982’yan, de laşê xwe dan ber agir û xwe feda kirin.

14’ê Tîrmehê
Agirê laşê Çaran têra bidawîanîna zilma li girtîgeha Amedê nake. Hewil didin ku qat bi qat zêdetir teslîmiyet û xiyanetê li girtîyan ferz bikin. Lê belê vê carê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz dadikevin meydana berxwedanê.
Berxwedana 14’ê tîrmehê, li dijî derbeya leşkerî û faşîst a 12’ê Îlonê, bendaveke polayîn e. Bi vê bendava ji pola, rûmet, namûs û şerefa gelê kurd hate parastin. Polîtîka û hedefa dijmin a tunekirin û ji holêrakirina gelê kurd, bi vê berxwedanê hate pûçkirin...
Berxwedana 14’ê tîrmehê, çîroka komek berxwedêr e ku bi berxwedana xwe ji nû ve dîroka mirovahiyê nivîsandin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bangek dîrokî bû ji bo gelê kurd û ku bi tîpên zêrîn wiha kete nava rûpelên dîrokê û digot: “Bi xwe bawer be, li ber xwe bide, têbişoke û têkoşînê xurt bike, di şert û mercên herî dijwar de jî tê bi ser bikevî”.

Ji nû ve vegera bo Welat
PKK’yiyên ku li çolên ereban, li Filistînê, li Şam, Heleb û li Rojhilata Navîn belav bûbûn, hêdî hêdî berê xwe dan welatê bav û kalan, berê xwe dan welatê dayika xwe ku hêza jiyanê dida wan, berê xwe dan axa pîroz, ango vegeriyane Kurdistanê...
Bi hesreta bêrîkirina û hezkirina ji axa xwe, ji çar aliyê cîhanê berê xwe dan welat. Ji diyarên xerîb, ber bi Botan, Gabar, Cûdî û Agirî ve ketin ser rê. Pêşî derbasî Botan, Gabar, Cûdî, Qesrikê û ji wir jî li her derê axa Mezopotamyayê belav bûn bêyî ku biwestin, bêyî ku bikevin dudiliyê, bêyî ku guhê xwe bidin, şev û rojan, berf û baranê, havîn û zivistanê xwe berdana nava dilê axa pîroz û derketin çiyayên Kurdistanê...
Di vê rêwîtiyê de li Qendîlê, Mehmed Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn di encama xiyaneta navxweyî de bûne hedefa hin kesên xayîn. Piştî hingê jî Şahîn Kilavûz tevî 8 rêhevalên xwe ketin çemê Hêzilê û jiyana xwe ji dest dan.

15 Tebaxê
Di roja 15’ê Tebaxa 1984’an de, gelê kurd li dijî dewleta tirk û li dijî zilma dewleta Tirkiyeyê şerê çekdarî dane destpêkirin.
Kurdan êdî guleya yekem berdabûn. Ev guleyê yekem ku berdabûn nava dilê tarîtiyê, berdabûn tirs û xofa dijmin, berdanbûn mêjiyê xwe yê razayî, berdabûn helwesta koledariyê û berdabûn dilê neyaran, piştî rojekê li hemû deşt û çiyayên Kurdistanê olan û deng vedabû. Piştî hefteyekê jî hemû cîhanê ew dengê ku li çiyayên Şemzînan û Dihê deng vedabû, dibihîzin. Guleyê yekem di dîroka kurdan de dibe destpêkek, dibe mîladek.

Serhildan
Çîroka PKK’ê ji axaftina yekem, civîna yekem, rêxistina yekem, guleyê yekem, koma yekem a gerîla, û ji konsera yekem, bi lez û bez kete ser riya pêşketinên mezintir. Di salên 90’î de êdî destanên mezintir lê zêde dibin...
Di salên 90’î de ku şerê qirêj ê Komara Tirkiyeyê derketibû asta herî bilind, dewletê hewil da ku serhildanên gel, bi xwîn rijandinê bitemirîne. Lewre jî bû serdemek ku herî zêde gund hatin şewitandin û valakirin, mafên mirovan hat binpêkirin, rewşenbîr, rojnameger û pêşengên kurd bûne hedefa kontrgerîla û tîmên taybet ên JITEM’ê û bû sedemeke tarî ku herî zêde di wê serdemê de li dijî gelê kurd cinayet pêk hatin.
Li dijî vê konseptê gel jî serî radike. Bi serhildanan bersivê dide bûyerên qirêj. Li Nisêbînê bi rojan gel dakete kuçe û kolanan û bi yek dengî stranên azadiyên xwendin. Li Cizîrê gel bi girseyî Newroz pîroz kir. Amedê jî xwe nîşan da û got ez jî heme û bi rojan sloganên, “PKK gel e, gel li vir e.”, li kûçe û kolanên Amedê olan da...
27’ê Mijdarê, 15 Tebaxê û Rojên Newrozê, bi şehîdbûna gerîla, rewşenbîr û rojnamegerên kurd re, merasimên cenaze jî vegeriyan serhildanên bi heybet. Êdî her rojek ji bo gelê kurd bû roja serhildanê...
SIBÊ:
* Jeanne D’Arca kurdan: Bêrîtan…
* Di nava PKK’ê jin û azadî…
* Komploya Navneteweyî…
* Manîfestoyeke nû hate nivîsandin…

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment