Monday, November 30, 2009

‘Civakeke bêşiûr hat afirandin’


30/11/2009

Alî OZŞERÎK - ZURÎH
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropayê (ATÎK) li Ewropayê rêzepanelên bi navê ‘Ji îmha û înkarê re na, wekheviyek rastîn ji neteweya kurd re’ hat destpêkirin. Panela yekemîn li bajarê Winterhur a Swîsreyê hat lidarxistin. Gerger jî di panelê de axaftinek kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê civakeke bêşiûr hatiye afirandin.
Parlamenterê DTP’ê yê Amedê Selahattin Demîrtaş, Lêkolîner-Nivîskar Haluk Gerger û Serokê ATÎK’ê Musa Demir jî wekî panelîst beşdar bûn.

Ferzkirina tirkbûnê
Gerger destnîşan kir ku gelê wî ev zêdetirî 20 salan e di bin zextên fizîkî û manewî de têdikoşe û wiha axivî: “Di şer de hem kurd û hem jî tirkan bedêlên giran dan. Saziyên ku çavkaniya demokrasiya Tirkiyeyê dikin jî êdî riziyan. Civakeke ku bêşiûr hat afirandin.”Gerger, bal kişand ku li Tirkiyeyê gelek rewşenbîr û hunermend piştgirî didin pergala milîtarîst û nijadperest. Haluk Gerger anî ziman ku mafê gelê kurd heye ku pêşeroja xwe bi xwe ava bike û wiha pê de çû: “Dixwazin her kes bêje ‘Bextewarî ji wî re yê bêje ez tirk im’. Ev yek ji xwe bingeha pirsgirêkê ye. Tirkiye bi parastina xêzên xwe yên sor nikare vê pirsgirêkê çareser bike.”

Îradebûna gelê kurd
Parlamenterê DTP’ê yê Amedê û Wekîlê Serokê Koma Parlamentoyê ya DTP’ê Selahattîn Demirtaş jî dewlet ji bo demeke bigire piştgirî dide AKP’ê lê bi tasfiyekirina PKK’ê ev pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha lê zêde kir: “Di hilbijartina 29’ê Adarê de dewlet û DTP bi hev re ketin pêşbirkeke. Encamên hilbijartinan derxistin holê ku gelê kurd îradeya xwe ya nûnertiyê dide kê. Hatiye fêmkirin ku PKK li pêşiya Projeya Nû ya Rojhilata Navîn astenga herî mezin e û êdî tu kes nikare bi çekdarî PKK’ê tasfiye bike. Ji ber vê yekê jî xwestin ku bi ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ gelê kurd bixapînin û ji PKK’ê dûr bixin. Di parlementoya Tirkiyê de çar partiyên xwedî kom hene. Lê mixabin ji bilî me hemû partî dixwazin vê pirsgirêkê bi tasfiyekirina PKK’ê çareser bikin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku wekî kesên ji çareseriyê direvin neyên xuyakirin li her derê bi hemê hêza xwe dixebitin. Em li her derê dibêjin ku ‘Açilimeke’ li ser tasfiyekirina PKK’ê hatiye plankirin, bi ser nakeve.”
Demîrtaş dest nîşan kir ku berî her tiştî divê dewlet bi paşeroja xwe re rûber bibe û heke paşeroj neyê darizandin pêşeroj bi ser nakeve û wiha got: “AKP’ê bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, niyeta xwe ya rastrîn derxistiye holê. Ji bo naveroka vê pêvajoyê bê tuje kirin û aştiyeke mayînde pêk bê, çi ji destê me bê em dê bikin û bi ser kevin.”

Armanca tasfiyekarî ye
Serokê ATÎK’ê Musa Demir jî anî ziman ku ji afirandina Komara Tirkiyeyê vir de, di çerseriyê der her tim polîtîkayên îmha û înkarê hatiye bi kar anîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her dem tasfiyekirina tevgera kurd hatiye fikirîn. Edî hatiye fêm kirin ku Tevgera Azadiya Kurd bi şerê çekdarî nayê tasfiyekirin û niha jî dixwazin bi ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ îradeya gelê kurd tasfiye bikin. Bêgûman em bawer dikin û piştgirî din ku mafê gelê kurd heye ku pêşeroja xwe, bi xwe biafirîne. Ev pêvajo wekî wekî polîtîkayeke dewletê tê bi pêş xistin. Armanc, tasfiyekirina PKK’ê ye û DYA ji bo vê piştgiriyê dike.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment