Wednesday, November 25, 2009

Ayna: Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê bêceza dimîne

Ayna: Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê bêceza dimîne
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna ku di civîna koma partiyê de derbarê 25'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Jinê û Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî de axivî, diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê li Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Ayna da azîn ku bi taybetî, pêkanînên îşkenceya zayendî û fîzîkî ya ji aliyê polîsan ve pêk tê bêceza dimîne. Ayna, got ku şîdeta çavkaniya xwe ji dewletê digire, bi hêza dewletê tê vaşartin û sucdar bê ceza dimînin.

Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, di cîvîna koma partiyê de, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Jinê û Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî, li ser mijara jinê a xivî. EMEP, Partiya Sosyalîst, SDP, KESK, Egîtîm Sen, Antî Kapîtalîst, Halkevlerî, Femînîstîz, Komeleya Jinên Kedkar û nûnerên Komeleya Teşebûsa Jinên Rojhilata Navîn, wekî mêvan beşdarî civîna çapameniyê ya Koma DTP'ê ya Meclîsê bûn. Ayna, derbarê Roja Mamosteyan de jî diyar kir ku dixwazin tengasiyên mamoste di warê siyasî, civakî û çandî de dijîn, gîrêdana wan bi asta travmayên civakê ve çêkin û wiha got: "Mamosteyên me, ji bo pirsgirêkên dijîn û daxwazên xwe bi awayekî tevgerkirî bînin ziman, tevgerên ku ji bo dengê xwe bigihîjin saz dikin, rastî pêkutiyan tên. Ji ber hişmendiya yektiyê ji zarokên 6 saliyan destpêdike û li Tirkiyeyê serdest dike. Me bi tengasiyên ku niha têne jiyandin re rû bi rû dihêlin." Ayna, 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan pîroz kir. Ayna, anî ziman ku ew dê piştgiriyê bidin çalakiya KESK'ê

'Çareserî guhertina makeqanûnê û guhertina îdeolojiyê ye'

Ayna, têkildarî êrîşa konvoya DTP'ê ya li Îzmîrê jî wiha axivî: "Lazime em sedema vê yekê baş lêkolîn bikin. Îdeolojiya fermî vê yekê hînî zarokan dike. Yên cûda dema têkoşîna xwe bilind dikin û fêrî rayagiştî dikin, civaka ku bi vê perwerdehiyê pêşketiye, travmayan dijîn. Him di warê civakî, siyasî û çandî de dijîn. Nirxandin û çareserkirina vê yekê, bigiştî guhertina pergala perwerdehiyê ye. Lazime dîrok û makeqanûn ji nûv de bê nivîsandin û îdeolojiya yek bêguhertin. Gen wiha bibe Tirkiye dê bibe civak piranî û demokratîk."
Ayna, diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê di hemû pergalan de tê bikar anîn û wiha got: "Şîdeta li hemberî jinê binpêkirina mafên mirovan ya herî gelek tê bikar anîn e. Niha dema ku em li vir vê mijarê niqaş dikin, li cihekî din yê cihanê şîdeta bi destê dewletê û sedem wê dewlet li hemberî jinê tê kirin. Bilî vê şîdetê, şîdeta hevseran, bavan û birayan jî didome. Belkî niha jinek binavê namusê tê kuştin, bi zorî tê zewicandin, tê recm kirin û an jî di herêmên şer de bi bombeyan tê kuştin. Belkî niha bi hezaran jin tên tecawiz kirin, îşkence kirin an jî di binçavan de tê windakirin. Mixabin şîdeta li hemberî jinê ya dinava malê de bi awayekî asayî tê dîtîn. Ev şîdet bi destê dewletê tê kirin û careke din bi destê dewletê tê veşartin."

'Ji bo hemberî pergala serdestiya zilam têkoşînekî yekpare'

Li ser mijarê Ayan, diroka 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinê ya Navneteweyî ya li Heberî Şîdeta Zayendî vegot û di vê mijarê de hêmanên "Hêz, Desthiladarî û Serdestî" hene wiha domand: "Jin, di dîroka mirovahiyê de çîniya civakî ya yekemîn a di bin zordaiyê de û serdestiyê da maye ye. Pergala zilam şîdet li ser jinê daye dest pêkirin û bi vi awayî civak ji kiriye kole. Ji ber vê yekê şîdet demara desthiladariyê, serdestiyê û zordariyê ye. Hêmana desthiltdariyê di aliyê mezinahiyê de 'dewlet' aliyê taybet de jî asata pûcûk de kesekî li ser kesekî din desthiladariya xwe bikeye." Ayna, destnişan kir ku jin di serî de desthiladariya dewletê û serdestiyên din hemû lêpisin û red kirine. Ayna, bilêv kir ku li hemberî pergala serdestiya zilam têkoşînekî yekpare dane û heya jin azad nebe civak azad nabe. Ayna, da zanin ku şîdeta li hemberî jinê pirsgirêkekî gerduniye û wiha berdewamî axiftina xwe kir: "Li gorî Rêxistina Tendûristiyê ya Cihanê, ji her 3 jinan yek, nêzî milyarekê jin ji ber zayenda xwe rastî şîdetê tên. Vê yekê jî bi piranî yan yêk jî malbatê, yan jî naseke jinê ye. Sedan 70 jinên hatine kuştin qatilê wan partnerên wan in. Zarokê keç ji ber zayenda xwe baş nayên xwedankirin û hin caran terkî mirinê dikin. Di nava mala dê keda vê li ber çav nayê girtin. Tu vîna wê ya biryar girtinê tuneye. Ji aliyê bav, bira, hevser, dezgirt, heval û xizmên wê ve rastî hekaretan, tecawîz û şîdetên din tê."

'Şîdeta aboriyê di asta herî jor de ye'

Ayan, destnişan kir ku şîdeta li dinyayê ya herî zêde li hemberî jinê tê bikar anîn ya aboriyê ye. Ayna, destnişan kir ku nufusa cihanê nivek ji jinan pêk tê, saetan xebatên civakê sedan 66 bi keda jinê pêk tê lê ev yek incax sedan 10 di aliyê xweditiyê de jî sedan yek aîdî jinê ye. Ayan wiha axivî: "Li Tirkiyeyê jî rewş gelek ji ya cihanê cuda nîn e. Şîdeta li hemberî jinê pêk tê hemû cureyên wê li Tirkiyeyê jî pêk tên. Dewlet piştî salên 80 dest bi helwestkî dijî şîdeta jin bû. Miduriyeta Gişti ya Statuya Jinê di sala 2009'an de derxistin. Li Tirkiyeyê tişta herî giring lêkolîna şîdeta dinav malê de bê kirin bû. Li Tirkiyeyê dinava malê de şîdetekî mezin li hemberê jinê tê bikar anîn. Li gorî lêkolînê jinên zewicî sedan 39 rastî şîdeta fizîkî tên, sedan 15 rastî şîdeda zayendî tên, sedan 42 rastî şîdeta fîzîk û şîdetî tên, sedan 44 jî rastî şîdeta hesiyarî tên. Li gorî hejmarên fermî yên dewletê li Tirkiyeyê her ji 2 jinan yek di nava malê de rasîtî şîdetê tê."

'Heta li qereqolan mirov bêne kuştin jin serî li qereqolan nadin'

Di axaftina xwe de Ayna, destnîşank kir ku li tevahiyê Tirkiyeyê ji sedî 42 rastî êrîşê hatine û wiha got: "Ev rêje li aliyê çoltarê ji sedî 47, li bajaran jî ji sedî 43 ye. Li gorî vê rastiyê piraniya jinê li hemberî şîdeteê bê deng dimînin. Ji sedî 49'ê jinan li hemberî êrîşa bêdeng dimînin. Ji sedî 92' piştî rastî êrîşê tên serî li tu deran nadin û alîkariyê naxwazin. Ji ber ku di piraniya saziyan de feraseta mêr serdest e. Her wiha saziyên ewlehiyê di hiş û mejiyan de şopek xirab hiştiye. Ev şop dibe asteng ku jin serî li qereqolan bidin. Bi hezaran winda, kuştin û binçav hene. Heta ku ev kuştin û winda bi encam nebin jnên ku rastî êrîş û tundiyê tên naçin serî li qereqolan nadin."

Zimanê medya û dadê rexne kir

Ayna, da zanîn ku li ser navê tore û namûsê gelek jin têne kuştin. Ayna, bibîrxist ku li Tirkiyeyê rojê nêzî 4 jinan têne qetilkirin û wiha dom kir: "Medya hîn kuştininên jinê wekî 'namûs, hesudî, tore' bi nav dike. Ev êrîşa li ser jinê ji aliyê DMME'ê ve jî tê xuyakirin. Rapora tacîz û tecawuza binçavan rewşek pir eceb li ber çavan radixe. Di heman raporê de tenê li Stenbolê di 12 salan de 304 serlên li Buroya Hiqûqê hatine kirin. Ayna, bibîrxist ku derbarê tecawuz û tacizên binçavkirinê de 227 polîs, 85 leşker û 14 tîmên taybet tev li van bûyeran bûne, lê heta niha tenê 3 cerdevan hatine darizandin. Ayna, destnîşan kir ku jina 14 salî di bin çavan de rastî tacizê hat û piştre malbatê ew negirt hundir û piştre jî wê zaroka 14 salî întîxar kir. Ayna, axaftina xwe wiha dom kir: "126 jinan ji ber ku gilî kir rastî neheqiyên giran hatin. 37 jinan Tirkiye terk kirin û derketin dervê Tirkiyeyê. Li gorî raporê jinên ku serî lê dane 233'yên wan kurd, 63 Tirk in. Bi piraniya jinan piştî salên 1990'î de di bin çavan de rastî tacîz û tecawizê hatin. Di 21'ê xizîrana 2009'an de li Amedê endama DOKH'ê rastî îşkenceya fîzîkî û zayendî ya polîsan hat. Lê belê hîn derbarê wan polîsan de tiştek nehatiye kirin. Jinên ku gilî dikin jî li gilîkirina wan poşmand dikin.

'Şîdeta li dijî jinê tê bi têkoşîn û yekîtiya jinê bi dawî bibe'

Derheqê mijarê de Ayna, da zanîn ku êrîş û tundiya li dijî jinê de bi yekîtî û hevgiriya jinê her wiha bi têkoşîna jinê bi dawî bibe. Ayna, bibîrxist ku di 30 salên dawî de jinan gavên erênî avêtine û bingehekî têkoşînê hatiye avakirin. Ayna, destnîşan kir ku wan li dijî şideta li hemberî jinê têkoşînek mezin meşandine û dengê xwe li her derê belav kirine. Ayna, anî ziman ku Meclîsa Jinê û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi slogana "Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" li Dêrikê, Êlihê Riha, Îzmîr û Wanê kon vekirine û li dijî şîdeta li hemberî jinê nobet girtine û bi dehan semîner û panel pêk anîne. Ayna, anî ziman ku dê têkoşîna wan a li dijî feraseta mêr bidome û wiha got: "Ev têkoşîn ne tenê j bo jinê ye. Her wiha ji bo azadiya mêr jî girîng e. Têkoşîna me ji bo cîhanek azad û wehkev e.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment