Tuesday, November 24, 2009

Cemîl Bayik: Pêkanînên Li Dijî Rêber Apo Li Dijî Gelê Kurd In

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 23. Mijdar 2009
löjl
güncel Nûçeyên der heqê şandina pênc girtiyan ji girtîgeha Îmraliyê re û guhertina cihê Rêber Apo di navgînên çapemeniyê de cih girtin. Di van nûçeyan de, der barê girtiyên hatine şandin de hin agahî hatin dayîn. Parêzer û birayê Rêber Apo ên çûne serdana wî jî ev nûçe piştrast kirin. Daxuyaniyên bira û parêzerên Rêber Apo, bêguman wê nîqaşen li ser mercên jiyanê yên Rêber Apo têne kirin, kûrtir bikin. Ji ber ku agahiyên tên dayîn gelek bi guman in û mirov dixin nava xof û fikaran.


Bira û parêzerên Rêber Apo dan xuyakirin, ku cihê nû yê Rêber Apo lê hatiye bicihkirin, ji cihê berê xerabtir e. Diyar kirin, ku cihê lê tê ragirtin ji cihê berê biçûktir e, baş nikare hewayê paqij û nefesê bigire, şert û mercên hevdîtina wî ya bi xizm û parêzerên xwe re xerabtir bûne û hînê destûr jê re nehatiye dayîn bi girtiyên nû re rûnê.

Agahiyên hem parêzeran û hem jî birayê Rêber Apo dane, di serî de gelê kurd ji aliyê raya giştî ya demokratîk û derdorên pêwendîdar ve bi tu awayî nayên qebûlkirin û ev yek nikare bi bêdengî bê pêşwazîkirin. Berî niha gelek caran hatibû ziman. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê kurd e. Ev rastî bi vî awayî careke din bi nebaşkirina şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo hatine destnîşankirin.

Navê wê bi gotinên cuda bê bilêvkirin jî, bi mehan e pirsgirêka kurd weke rojeva bingehîn a Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Di nava van nîqaşan de, hikûmeta AKP�ê aniye ziman ku wan der heqê vê pirsgirêkê de gavên erênî avêtine. Partiyên faşîst ên mîna MHP û CHP�ê jî, li hemberî van pêngavan qaşo yên AKP�ê, ketine nava helwesteke dijber. Nîqaşen di vî warî de hatin kirin jî, di 10�ê mijdara 2009�an de bi danûstandinên li Parlamenterê dest pê kirin re, ji hin aliyan we zelal bûn. Di van nîqaşan de partiyên faşîst ên mîna MHP û CHP�ê anîn ziman ku pirsgirêka kurd bi tenê bi komkujiyan dikare bê çareserkirin û derket holê ku AKP jî di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî projeyekê nîn e. Her çend berdevkên AKP�ê di axaftinên xwe de gotinên cuda bikar anîn jî, ji bilî gotina; �Bikaranîna rêbazên klasîk ên siyaseta tunekirin û tunehesibandinê tu encam nayê standin� AKP�ê tu daxuyaniyeke cuda neda.

Bi vî awayî, careke din derket holê ku hem MHP û CHP, hem jî AKP di çarçoveya rola ji wan re hatiye dayîn de, li parlamentoyê tevgeriyane. Di danûstandinên li parlamentoyê de, MHP û CHP�ê rola polîsê baş dane AKP�ê û niyeta rast a AKP�ê ya li hemberî pirsgirêka kurd derketiye holê. AKP�ê di nêzîkatiya xwe ya ya ji bo şert û mercên girtî yên Rêber Apo, helwesteke cuda nîşan nedaye. Nebaşkirina şert û mercên Rêber Apo tê de tê ragirtin, vê tabloyê radixe ber çavan. Ev rastiya AKP�ê ya careke din derketiye holê, ne rewşeke gelekî matmayî ye. Ya rast, AKP bi vê yekê re, niyet û rûyê xwe yê rast nîşan daye.

AKP�ê hewl daye, li nava raya giştî hewayekê biafirîne. AKP�ê bi gotinên bi kar aanîne hewl daye xwe weke �hawariya demokrasiyê� destnîşan bike û xwestiye îlîzyonekê biafirîne ku bi tenê ew dikare pirsgirêka kurd çareser bike. AKP negihaştiye vê armanca xwe û rûyê xwe yê rast bi vî rengî, bi xwe nîşan daye. Di heman demê de hewl daye, di mijara şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo de, rewşeke gemarî biafirîne. Derketiye holê ku di vî warî de dixwaze bi rastî çi bike. Şert û mercên nû yên Rêber Apo tê de tê ragirtin jî, weke dokûmana piştrastkirina vê yekê xwe daye der.

Tê zanîn, ku ji bilî AKP�ê tu partî tune ye ku dizane Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye. Di dema hikûmeta AKP�ê de, bi milyonan mirovan bi îmzeyên xwe re aşkera kirine, ku Rêber Apo vîna wan a siyasî ye û di Newroza sala 2005�an a li Amedê de jî, li meydanan Rêber Apo weke rêberê xwe qebûl kirine. Hêrs û nerazîbûna gel a li dijî jehrdayîna Rêber Apo, dîsa di dema hikûmeta AKP�ê de rûda. AKP�ê ev pêvajo hemû jiya û gelekî baş dizane ku Rêber Apo girtiyekî ji rêzê nîn e. Li gel ku di haya vê rastiyê de ye jî, AKP�ê şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo nebaş kir û ket nava helwesteke bi vî rengî. Û gava ev yek kir jî, çawa ku ji bo pirsgirêka kurd got �vebûna demokratîk� û dûre helwesteke berovajî nîşan da, di vê mijarê de jî hewl da nîşan bide ku ew şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo baş dike, lê xerabtir kir.

Hêzên Demokrasî û Azadiyê yên kurd, der heqê şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo de, berî niha nêrînên xwe bi raya giştî re parve kiribûn. Gelek caran bal kişandin ser şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo û riya rastkirina van mercan destnîşan kiribûn. Lê belê AKP�ê helwesteke berevajî vê yekê nîşan da û bi vî rengî niyeta xwe ya rast nîşan da. Êdî her kesî dîtiye ku AKP bi vê yekê re dixwaze çi bike û gava dibêje ez ê pirsgirêka kurd çareser bike, mebesta wê ya rast çi ye, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. AKP dixwaze, polîtîkaya xwe ya nû ya tunekirin û tunehesibandinê, ji ser tunekirina Rêber Apo û PKK�ê bimeşîne. Çawa ku berî niha hin hêzan bi gotinên cuda xwestin heman polîtîkayê bicih bînin, bi awayekî zelal derketiye holê ku AKP di vê rê de ye û dixwaze heman polîtîkayê têxe pratîkê. Lê belê, yên beriya AKP�ê ev rê û rêbaz hilbijartin, bi ser neketin û tune bûn. AKP jî bi vê polîtîkaya xwe ya li hemberî Rêber Apo û pirsgirêka kurd wê heman aqûbetê bijî û nikare tu encamê jî bi dest bixe. Hikûmet AKP�ê bi vê helwesta xwe re, wê hîn bêtir pirsgirêkê bixetimîne. Di vê de jî wê AKP winda bike.

Gelê kurd, wê li hemberî nebaşkirina şert u mercên jiyanê yên Rêber Apo bêdeng nemîne. Gelê kurd wê careke din nîşan bide, ku ev helwesta li hemberî Rêber Apo li hemberî wan bi xwe ye.

No comments:

Post a Comment