Thursday, November 26, 2009

Berî serdanên cejnê gule danîn ser gorên PKK'yiyan

Berî serdanên cejnê gule danîn ser gorên PKK'yiyan
Li Geverê berî serdanên cejnê yên girseyî gule danîn ser gorê PKK'yiyan. Sadullah Duzen ku çû serdana gora kurê xwe, rastî gelek gule û qaldikên guleyan hat. Duzen anî ziman ku tehamûlî gorên zarokên wan nayê kirin û wiha got: "Peyam hatiye girtin. Bersiva me jî ew e ku heta mirinê em dê li dû şopa zarokên xwe bin."

Kes an jî kesên nasnameya wan nayê zanîn, gelek gule û qaldikên guleyan danîn ser gora endamên PKK'ê yên li Goristana Bajêrgehê. Berî serdanên girseyî yên cejnê danîna guleyan a li ser gorên PKK'yiyan bû sedema nerazîbûnan. Malbatên gorên zarokên wan li van goristanan e daxuyandin, tehamûlî miriyên wan jî nayê kirin û nerazîbûn nîşanî bûyerê dan. Malbatan daxuyandin ku peyama mirinê dayîne lê bersiva wan şopandina riya zarokên wan e.

'Em dê li dû zarokên xwe bin'

Sadullah Duzen ku gora kurê xwe ziyaret kir, da zanîn ku hind derdor tehamûl nakin ku gel goran bi girseyî ziyaret bike. Duzen wiha axivî: "Li tu deverên cîhanê gelek xwedî li cenazeyên xwe dernekeve, tune ye. Lê feraseta tehamûlî jiyana za rokên me nekirî, tehamûlî mirina wan jî nake. Hêzên tarî bi vî awayî peyamê didin me. Peyama me hatiye girtin. Bersiva me jî ew e ku heta mirinê em di şopa zaroka xwe de ne. Ev dizanin ku gelê kurd li hemberî kîjan noqteyan hassas e. Em jî dê her tim li cem zarokên xwe bin û bila ges ji vê gulan nebe."

'Li şûna guleyan em dê gulan danên'

Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke ku 2 zarokên wê li goristanê hatine veşartin, anî ziman ku kes nikare wan bi gefan ji riya wan dûr bixe. İke wiha axivî: "Yên bi guleyan peyaman didin me, bila bizanibin ku nagihin armanca xwe. Em dê li şûna guleyan gulan danên ser wan goran. Bila ji zarokên me yên di gorê de netirsin."
Nûnerê MEYA-DER'ê yê Geverê Omer Çakir jî bi tundî bûyer şermezar kir û anî ziman ku dê goran bi girseyî ziyaret bikin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment