Wednesday, November 25, 2009

Xuliqîna rêxistinekê


25/11/2009

Ji qoziyeke sosyolojîk afirîneriya rêxistinî
MIHEMED RONAHÎ *
Di nava civakê de rêxistin û fraksiyonên alternatîf, xwe li ser du xalan ava dikin:
1- Fikr û ramanên cuda
2- Aîdiyetek dîtir
Ango sedema rêxistinîbûyîn an fraksiyonîzebûyîna kesan,bi du xalan tê diyarkirin: Yan ji ber ku fikr û ramaneke li derveyî wê civakê bi xwe re digerînin xwe bi rêxistin dixin yan jî xwe aîdê wê civakê nabînin û li gorî xwe, ji xwe re qadeke aîdiyetê vedikin û bi vî rengî xwe bi rê dixin. Hema hema di hemû civakên heyî de fraksiyon û rêxistinên cuda hene û ev rêxistin bi awayekî, jiyaneke alternatîf ava dikin ji ferdên xwe re. Lê hemû rêxistin wek hev bandordar nabin. Ji vana gelek têk diçin, hinek jî bi ser dikevin û ji bo ferdên xwe dibin reng û dengê jiyanê.
Rêxistinên serketî em dikarin di bin du banan de bigirin dest:
1- Yên ku bi xwe re çand û hunereke alternatîf diafirînin.
2- Yên ku çand û hunera heyî jî dikujin.
A rastî jî ji rêxistinên serketî hinekan bi çalakvanî û serhildêriya xwe wêjekar û hunermendên hêja afirandine. Wek mînak ji van rêxistinan yek Bolşevîkên Orisî ne. Bi xeta û gunehên wan em dikarin gelek kêmasiyên wan bijimêrin. Lê digel xeletiyên wan, bi xwe re helbestvan û wêjekarên gelek mezin û bilind yên wek Gorkî û Mayakovski afirandine. Dîsa rêxistinên Perû, Arjantîn, Şîlî û Spanyayê yên sosyalîst bi xwe re gelek şair, wêjekar û wênesazên mezin afirandine. Di dîrokê de ji mînakên rêxistinbûyîneke serketî yek jî ya Hz. Muhemed e. Hz. Muhemed di demeke gelek kurt de ji Erebên bedewî yên ku ji sedî sed ji saristaniyê dûr bûn, şaristaneke mezin afirand. Di nava çil pêncî salî de wan bedewiyana anî asteke wisa ku, êdî çand, zanist û huner difirotin şaristaniyên wek Bîzansê û Sasaniyan.
Ji rêxistinên mezin hemû wek hev ne afirîner in/bûne. Heta hinekan afirînerî û hunermendiya heyî jî bi xwe re kuştine. Wek mînak Hîzbullah’a Îranê ji van rêxistinan yek e. Beriya Hîzbullah’ê li Îranê wêjekarên gelek hêja derdikevin holê. Wek Samed Behrengî, Furûx Feruhzad, Ehmed Şamlû û Sohrap Sepehrî. Lê li dû serketina Hîzbullah’ê wêje û hunera Îranê, çanda Îranê, her diçe sist dibe. Ne Îran tenê, li Çîn’a Mao jî heman rewş derbasdar e, ji bo Talîban’ê jî, ji bo ETA’yê jî heman rewş derbasdar e. Serqisê beriya ETA’yê hunermendê wek Pablo Picasso, Garcia Lorca, Antonio Machado û Rafael Alberti derketin ji Spanyayê, lê li dû ETA’yê em nikarin behsa çand û wêjeyeke bilind bikin.
Niha em werin ser PKK’yê. Beriya avabûna PKK’yê jî kurd di nava têkoşîneke neteweyî de bûn Ango têkoşîna neteweyî di nava kurdan de bi PKK’yê dest pê nekir. Lê bi avabûna PKK’yê re navê kurdan û têkoşîna wan li her dera cîhanê belav bû û di asta navneteweyî de kurd hatin axaftin. Digel vê yekê PKK’yê wek rêxistinekê, bes di warê siyasî û leşkerî de di ber xwe neda. Di heman demê de di warê çandî û hunerî de jî xebateke hêja li dar xist û bi arava vê xebatê kurd bi taybetî li bakurê Kurdistanê di warê wêjeyê, muzîkê û bi taybetî jî di warê zimên de gelek pêş ketin. Heta qadeke wek şanoyê ya hunerî jî dîsa bi vê rêxistinê pêş ket. Lê ya herî girîng bi ya min pêşxistina wê ya zimên bû. Beriya PKK’yê jî zimanekî gelê kurd hebû lê meriv dikare bêje ku zimanekî ber bi cankêşê bû. Bi arava vê rêxistinê kurdî vejiya û di hemû waran de xwe hêzdar kir. Bi çavekî objektîf li sîsaliya PKK’yê binêrin,hetta ne bi çavekî objektîf, bi çavekî neyarî li sîsaliya PKK’yê binêrin, hûn tu tiştekî nepejirînin jî hûn ê afirîneriya wê bipejirînin. Dev ji hemû aliyê wê berdin, ango wek rêxistineke çekdarî û siyasî bihesibînin ku tu fêde negihandiye neteweya kurd. Lê gelo kî yê aliyê wê yê çandî, hunerî û wêjeyî înkar bike. Di nava sî salî de ji neteweya kurd ya ku navê wê qedexe ye, neteweyeke afirîner pêkhanî.
Niha wêjeya kurdî ji bilî kurdî werdigere çend zimanên cîhanê? Niha edîb û şairên kurdan bi zimanê xwe dikarin bi hêsanî, bi edîb û şairên cîhanê re têkevin pêşbaziyê. Gelê kurd yê ku beriya sî salan nikaribû bêje ez kurd im, niha li kolanan aşkera doza maf û azadiyê dikin. Di warê muzîkê de ji gelek neteweyên cîhanê yên desthilatdar bêtir berheman diafirînin kurd. Di warê sînemayê de hewldanên hêja pêk tînin. Di warê hişmendiya demokratîk û nûjen de ji gelek neteweyên rojhilata navîn bêtir pêşketî ne, di nava van sî salên dawî de. Dema hûn ji qoziyeke sosyolojîk li van bûyer û kirinan binêrin hûn ê bibînin ku van xebatana bi serê xwe besî avakirina neteweyekê ne.

© Azadiya Welat
*Civaknas

No comments:

Post a Comment