Thursday, November 26, 2009

‘ Têkoşîn’a bavekî têkoşer


26/11/2009


Pirtûka helbestan ‘Têkoşîn’ a H. Mehmet Kurhan ji weşanên Hawarê ku saziyeke girêdayî weşanên Aramê ye hat çapkirin. Edîtoriya pirtûkê ji aliyê nivîskar Omer Dilsoz pêk hatiye. Pirtûk ji 108 rûpelan pêk tê.
Mirina hevalekî wî bandoreke mezin li ser wî dike û yekem helbesta xwe ji bo bîranîna wî hevalê xwe dinivîse. Helbesta duyem dema dibihîze kurê wî Îbrahîm Kurhan tevî refên gerîla dibe dinivîse. Kurhan di pêşgotina pirtûka xwe ya helbestan de ji bo nivîsandina helbestan wiha dibêje: “Bi awayekî pisporî dest bi helbestê nekir. Heta nayê bîra min ku min biryar girt ‘wa ye ez dest bi helbestê bikim’ jî lê hestên kûr ên ku ji êş û azarên dîtiye diherikin jixweber helbest bi min da nivîsandin.”
Mehmet Kurhan dibêje piştî şehadeta her du zarokên xwe Îbrahîm û Hediye Kurhan dikeve nava hest û ramanên cuda û wiha pê de diçe: “Bi taybetî ji şehadeta hevala Têkoşîn (Hediye) êdî karekî wisa li ser min ferz kir. Helbet li cem min tu ferq di navbera şehîdan de tuneye. Her ku xeberek şehîdekê tê parçeyek ji ruh û bedena min jî bi xwe re dibe.”
Kurhan hem li hemberî şehadeta zarokên xwe û hem jî li hember şehîdên kurd û Kurdistanê xwe mecbûr hîs dike ku helbestên xwe berhev bike û wan wekî pirtûkekê çap bike. Kurhan dibêje ev pirtûk ji bo bîranîna keça wî Hediye û kurê wî Îbrahîm diyariyeke biçûk e û wiha dibêje: “Ev pirtûk ji bo leheng û qehremaniya hemû şehîd û pakrewanên tevgera azadiyê ye. Belkî ne layiqî wan be jî, lê di mercên niha ku ez tê de me, tu tiştekî min ji vê bi nirxtir ku ez diyarî wan bikim tune ye. Xwezî hebûya. Bi hêviya ku bigihîjim vê armancê ez vê pirtûkê diyarî hemû şehîdên nemir ên kurd û Kurdistanê dikim.”

Hêmaya ‘Têkoşîn’
Korhan ji bo navê pirtûkê wiha dibêje: “Têkoşîn; ev têgeh hem navê vê berhemê ye û hem navê şoreşgerî yê keça min Hediyê ye. Hem jî felsefeya jiyana min e. Bi qasî ku min xwe nas kiriye li hember zilm û zordariyê derketime... Têkoşîn çiqas parçeyek ji jiyana min be ew qas jî parçeyek kezeba min e. Û ezîza pir bi nirx a li ber dilê min e.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment