Friday, November 27, 2009

Gençdal: Divê gel kurd di vê têkoşînê de cih bigire

Gençdal: Divê gel kurd di vê têkoşînê de cih bigire
Gerên komên aştiyê ku bi sê baskan hatine destpêkirin, berdewam dikin. Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Qendîlê M. Şerîf Gençdal diyar kir ku aştî bi têkoşînek civakî pêkan e û wiha got: "Em dixwazin bi civînên gel torek têkoşînê ava bikin. Divê gelê tirk jî di nav vê têkoşînê de cih bigire."

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Mexmûr û Qendîlê hatin bi sê baskan gerên xwe yên di nav gel de dimeşînin. Komên aştiyê se demên hatina xwe di civînên gel de vedibêjin û ji bo aştiyê xebatan dimeşînin. Komên li cihên wekî Amed, Wan û Şirnexê bi hezaran kesî re hatin cem hev, bi nûnerên saziyên civakî re nîqaşan dimeşînin. Komên aştiyê berovajî daxwaza Serokomar Abdullah Gul a wekî, "Bila efendî efendî li mala xwe rûnin" bi biryarin ku tora gel a aştiyê ava bikin. Komên li Amedê û tevahiya navçeyan civînên gel pêk anîn, bi DTP, ÎHD, DTSO, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê, Baroya Amedê, KESK, DTO, Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der û gelek satiyên din re hatin cem hev. Têkildarî xebatên xwe Berdevkê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Qendîlê M. Şerîf Gençdal agahî dan û bang li gelê tirk kir ku di nav têkoşîna aştiyê de cih bigirin.

'Gelê kurd xwe wekî îradeyek siyasî rêxistin kiriye'

Gençdal armanca hevdîtin û xebatên xwe vegotin û wiha axivî: "Em dixwazin armanca xwe ya aşiyê bi gelê tirk re jî hevpar bikin. Em dixwazin xwe bidin nasandin û gelê tirk tev li vê meşa aştiyê bikin. Em ji bo pêşerojek bi rûmet û aştiyê hatin. Gel jî bi daxwaza aştiyê em pêşwazîkirin. Aşti bi têkoşînek civakî pêkan e. Ji bo vê yekê em bi gel re tên cem hev. Malbatên zarokên xwe winda kirine bi hesterek mezin tên cem me. Di şexsê me de gel aştî û berxwedana zarokên xwe pêşwazî kirin. Me di van civînan de dît ku gelê kurd xwe wekî hêzek siyasî rêxistin kiriye. Derket holê ku gelê kurd ji bo aştiyê amade ye. Gelê kurd xwe wekî îradeyek siyasî rêxistin ki riye. Gel Birêz Ocalan ji bo xwe wekî îradeya siyasî dibîne. Gel danî holê ku dixwaze bi nasnameye kazad bijî."

'Divê muhatab bê dîtin'

Li ser hevîtinên bi saziyên civakî re jî Gençdal daxuyand ku armanca meşa aştiyê ji wan re jî vegotine û têkildarî mijarê danûstandina nêrînan kirine. Gençdal wiha pêde çû: "Em dixwazin gavên e mbavên baş bên famkirin. Ji ber vê gerên me dê berdewam bikin. Daxwazên me yekalî nînin. Ku pirsgirêkek hebe dualî ye. Ji bo vê yekê divê muhatab bê dîtin. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd hasasiyetek mezin e. Lê şert û mercên wî hatine girankirin. Ev yek dibe sedema fikaran û dê bibe sedema gengaşiyan. PKK û DTP muhatab in. Em dixwazin ev cejn bibe wesîleya aştiyê û cejna gelê me pîroz dikim."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment