Wednesday, November 25, 2009

QASIDÊN AŞTIYÊ LI QILABAN Û BÊŞEBABÊ BÛN

QASIDÊN AŞTIYÊ LI QILABAN Û BÊŞEBABÊ BÛN


Komên Aştiyê yên Mexmûr û Qendîlê ku li ser banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan çûbûn Tirkiyê, gera xwe ya li navçeyên Şirnexê Qilaban û Bêşebabê û bajarokên wan bi dawî kir.

Endamên komên aştiyê li Gundikê Melê, Sêgirkê, Qilaban, Bêşebab û Dêrahînê bi gel re hatin cem hev.

Qasidên Aştiyê çûn serdana şaredarên van deveran ên DTPyî û di civînên gel de jî li ser sedemên hatina xwe agahî dan gel.

Ji bo pêkhatina aştiyeke mayînde jî xwestin ku sîstema cerdevaniyê tavilê rabe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û qedexeyên li ser ziman û çanda kurd betal bibin.

Piştî Qilaban û Bêşebabê endamên komên aştiyê çûn Silopiyayê.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment