Friday, November 27, 2009

CEJNÊN WE PÎROZ BIN!


27/11/2009

Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê, 31’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), û cejna Qurbanê ya cîhana misilman bi daxuyaniyekê pîroz kir û dilsoziya bi şehîdên têkoşîna Azadiya Kurd re anî ziman.
KCK’ê destnîşan kir Têkoşîna di bin pêşengiya PKK’ê de, ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo gelê kurd mîlad e û got: Tevgera Azadiya Kurd, di bin serokatî û pêşengiya Rêber Apo de, berî 31 salan dest bi têkoşîna azadiyê kir û di qonaxa îroyîn de, serketin û nirxên giranbuha û dîrokî bi dest xistin.

Bîranîna şehîdan
KCK’ê, bi heman mebestê, ev roja dîrokî, cejna serîhildanê û cejna qurbanê, li Rêber Apo, li milîtanên PKK’ê, li sempatîzan û alîgirên PKK’ê, li gelê kurd, pîroz kir û got: Em, şehîdên ku ev rojên serkeitinê bi xwîna xwe diyarî me û gelê me kirine Haki Karer, Kemal Pir, Mazlum, Hayri Durmuş, Mehmet Karasungur, Egîd, Adil, Besey, Bêrîtan, Zilan, Nûda û Viyanan bi dilsozî bi bîr tînin û soza xwe ya li hemberî şehîdên azadiyê ya serketinê car din tînine ziman.

‘Hedefa yekemîn azadî bû’
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê wiha dewam kir: Di qonaxa îroyîn de, gelê kurd, ji tunekirin û inkarê xelas bûye û wek îradeyeke siyasî derketiye holê. Yekemîn armanca PKK’ê ew bû ku, kesayetiya kurd ya teslîmgirtî, azad bike. Ev pêk hat û îro gelê kurd, li ser lingan e û weke gelê pêşeng li herêmê rol û misyona xwe ya demokratîkkirinê dilîze.
KCK’ê, destnîşan kir ku, hêzên navneteweyî bi hêzên herêmê re bûne yek û xwestin ku gelê me bikin qurbanê berjewendiyên xwe, lê bi têkoşîna PKK’ê û gelê kurd, ev bextreşî hate berterefkirin û di qonaxa îroyîn de, di aştiyeke bi rûmet de jî israr dike. Ji her demê bêhtir, tevgera azadîxwaz xwedî hêz e û dikare, her cûre êrîş û lîstikên tesfiyekirinê pûç derbixe.
KCK’ê da zanîn ku di nava 31 salan de, li Kurdistanê şoreşek pêk hatiye û got: “Ev şoreşa watedar û dîrokî, di bin pêşengiya Rêber Apo de û bi hişmendiya ku çavkaniya xwe, ji 10 hezar sal digire pêk hat û bi fedekariya şehîd û gaziyan kete qonaxa şoreşa demokratîk.”
KCK’ê, diyar kir ku gelê kurd jî, xwedî biryar û dilsozê bidestxistina demokrasî, aştiyeke mayînde û jiyaneke bi rûmet e û got: “Di 31’emîn salvegera têkoşîna gelê kurd de, azadî û ewlekariya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; aştiyeke di çarçoveya çareseriya demokratîk de û misogerkirina her cûre mafên gelê kurd, şertên sereke ne.”

Pergala xwe ava kir
KCK’ê, da zanîn ku, gelê kurd li çar parçeyan û li derveyî welat, parastina xwe, ya bi xwe, di rengê serhildanan de pêş dixe û got: “Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, konfederalîzma demokratîk kar dike. Divê gelê me, rêxistiniya xwe xurtir bike, da ku bikaribe bibe bersiva demê û bikaribe êrîşên sîstema dagirker berteref bike.
KCK’ê herî dawî bang li ciwanên kurd kir ku di nava refên gerîla de cihê xwe bigirin û bibin hevparê nivîsandina dîroka gelê xwe.” BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment