Saturday, November 28, 2009

RÊXISTINÊN MAFÊ MIROVAN

RÊXISTINÊN MAFÊ MIROVAN

Seroka Veqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê-TIHV'ê Şebnem Korur Fîncanci diyar kir, ku şert û mercên sîstema êşkencê ya Îmraliyê rê li ber tehrîbatên fizîkî û giyanî vedike.

Fîncanci got; desteserkirina azadiya mirovek bi serê xwe cezayek e. Lê weke cezaeyek duyemîn tecrîtkirin û îzolasyon, li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ye.

Girankirina şert û mercên dijmirovî, niyeta dewletê ya di hewildanên çareseriyê de eşkere dike.

Fincani anî ziman, ku pêwistî bi lêkolînkirina li cihê bûyerê ya heyetek serbixwe heye.

Serokê IHD'ê Ozturk Turkdoga jî got, Ocalan ê ku nexweşiya wî ya Astimê heye, bicihkirina wî di hucereke bê hewa de, bi serê xwe şêwazekî êşkencê ye.

Turkdogan wiha dewam kir: "Li Îmraliyê pirsgirêkên gelek girîng hene. Di sîstema hewadarkirinê de pirsgirêkên cidî hene. Wekî din, cezayên disiplînê tên dayîn.

Xala mafê sohbetkirinê ya danezana wezareta Edaletê ya bi hejamara 45/1, li vê derê nayê pêkanîn û herwiha şidandina tecrîdê jî weke rêbazeke êşkenceyê tê bikarnîn.

Ya herî girîng jî, pirsgirêka Tendurustiyê ya Ocalan e.

Mirov nexweşek Astimê bixe hucreyek ku sistema wê ya hewadarkirinê nîne, ew bi serê xwe şêwazekî êşkencê ye.

Û derfetên dermankirina Ocalan jî nînin.

Turkdogan anî ziman, ku nayê zanîn ka tîpa girtîgeha nû jî çawa ye û divê derbarê wê de jî, raya giştî bê agahdarkirin.

Serokê Konseya Navendî Odeya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Gencay Gursoy jî bal kişand ser girîngiya rewşa Îmraliyê.

Gursoy wiha dibêje:

"Tiştên ku parêzer û Ocalan tînin ziman pirî ciddî ne.

Divê derhal dawî were anîn li vê rewşa nû ya ku tê de şert û mercên tecrîdê û tendurustiyê dijwartir bûne.

Ji bo em biçin Îmraliyê dibe ku em serî li Wezareta Edaletê bidin.

Parêzvana mafê mirovan Eren Keskîn jî got dewlet di nava lîstikeke xeter de ye.

Keskîn dîtinên xwe wiha tîne ziman:

"Li Îmraliyê ji sala 1999'an û virve hiqûqeke taybet tê meşandin.

Derket holê ku di bin navê sererastkirinê de, şert û mercên îzolasyonê li ser Ocalan tên ferzkirin.

Dewlet û Serfermandarya giştî talûke dileyêzin.

Ez bang li hemû rêxistinên Mafê Mirovan dikim, da ku ji bo başkirina şertên çûyîna Îmraliyê bikevin nava hewldanan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment