Sunday, November 29, 2009

Jinên kurd bûn xwedî îrade


29/11/2009

Di 31 salan de gav bi gav ber bi azadiyê ve…
ZINARÎN NÛPELDA
Têkoşîna Azadiya Jinan di destpêka damezirandina PKK’ê de dest pê kir. Di salên 90’î de tevlibûnên jinan ên refên gerîla hem di warê hejmarê de hem jî di warê cewherê de gihîşt asteke girîng. Ji ber vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd rêxistineke jinan a taybet anî rojevê. Di vî warî de gav hate avêtin.
Di tevlibûnên wê demê de zêde zanebûn ango hişmendiya zayendî tunebû. Bêhtir nakokiyên neteweyî û çînî derdiketin pêş. Tevlibûn bêhtir li ser vî esasî bûn. Bêguman ev rasî jî heye… Her jinên ku tevli refên gerîla dibûn lêgerîneke wan a jiyaneke alternetîf û lêgerîna azadiyê jî hebû. Lê nêrîna çepgir a wê demê hakîm bûn. Bawerî ew bû ku çareserkirina pirsgirêkên jinan jî bi azadiya giştî vê girêdayî bû.
Lê Rêbêrê Gelê Kurd ev nêrîna çepgir a wê demê qebûl nekir. Azadiya jinan, azadiya giştî ve girêneda. Berovajî vê yekê azadiya giştî, azadiya jinan ve girêda. Bi vî rengî di warî de gihîşt tespît û teoriyeke nû. Li ser vê bingehê jî rêxistineke jinan a taybet pêş xist.
Li ser vê mijarê endama PAJK’ê Têkoşîn Amed wiha dibêje: “Di warê guhertina civaka kurd de, pêşketinên tevgere azadiya jinan hem di warê civakî û hem jî di warê çandî de şoreşek derxist holê. Bi pêşketina jinan hem di nava rêxistinê de hem jî di nava gel de di hişmendiyê de guhertinên girîng derketin holê.”

Gelek zehmetî hatine kişandin
Her wiha Amed dibêje ku gavên ku hatine avêtin pir bi zehmet pêş ketine û wisa rehet çênebûne. Amed li ser pêşketina tevgera jinan ev agahî dan: “Tiştên ku dihat kirin di nava şert û mercên şer de pêş diket. Di nava şertên ku her tişt li gorî zilaman bû de lêgerîna wekheviyê bû. Serokatiyê di serî de ji bo jinan cudakariya pozîtîf esas girt. Ji bo jinan ev yek bû bingeha pêşketina artêşê. Lê li aliyê din zilam jî ji bo desthilatdariya xwe winda neke hemû derfetên xwe dixist dewreyê. Di warê rêxistinî, psîkolojîk, siyasî de astengî derdixist. Li hemberî vê yekê jinan gelek zehmetî kişand. Lê ligel vê yekê jî Serokatiyê Têkoşîna Azadiya Jinan li ser bingeha Îdeolojiya Azadiya Jinan, teoriya qutbûnê, projeya veguhestina zilaman pêş xist. Bi vî awayî li hemberî êrîşên klasîk ên zilaman di warê îdeolojiyê de tedbîr hate girtin. Serokatiyê ev yek esas girt.”

Xebatên xwe zêde kir
Heta 1998’an artêşa jinan YAJK, ji bo jinan rêxistineke yekîtiyê bû. Di warê girseyê de jî bingeha YAJK’ê hebû. Vê pêvajoyê bingeha têkoşînê afirand. Piştre hem di warê îdeolojîk û hem jî di warê rêxistinê dê pêwistiya rêxistineke berfireh derket holê. Ango YAJK bû bingeha vê yekê.

Partiya jinan hate rojevê
Rêberê Gelê Kurd di 1998’an de piştî îlankirina Îdeolojiya Azadiya Jinan, partiya jinan anî rojevê. Lê di Pêvajoya ku ev nîqaş dihatin kirin de bi Komploya Navneteweyî Rêberê Gelê Kurd hate dîlgirtin. Amed li ser vê pêvajoyê jî wiha axivî: “Ev pêvajo çawa ku di dîroka têkoşîna me û gel de pêvajoyeke pir girîng bû ji bo tevgera jinan jî pir girîng bû. Bandoreke mezin kir. Heta wê demê Serokatî bi nêz ve eleqedar dibû. Di warê fikrî, ruhî û cadakariya pozîtîf de tevgera jinan pêş diket. Lê cara ewil bi tena serê xwe ma. Desthilatdariya zilaman xwe bi awayeke aşkera da der. Ji ber vê yekê jî divê têkoşîneke piralî bihata dayîn. Ev pêwîst bû. Ji ber vê yekê jî zelalbûna armancê û tespîta stratejiya têkoşînê girîng bû.”

Gavên girîng hatin avêtin
Ligel hemû zehmetiyan Tevgera Azadiya Jinan pêşketina xwe derdewam kir. Di qada civakî de gavên girîng hatin avêtin. Êdî tenê ne tevgereke kadroyan bû. Bi qada civakî de têkîlî zêde bûn. Di qadên azad de xebatên akademîk hatin destpêkirin. Projeya veguhestina zilaman bi gavên şenber hate pêşxistin. Partiya Jinan pêş ket. Di warê hişmendî de pêşketin û tecrube zêde bûn. Amed dibêje ku ligel hemû pêşketinan hin pirsgirêk jî derketine holê. Ozan der barê pirsgirêk û xetereyan de jî wiha axivî: “Dema ku li dijî desthilatdariyê têkoşîn tê meşandin ji bo ku şibandina wan çênebe bi taybetî divê di warê hişmendiyê de tedbîr bên girtin. Di warê hejmarê de pêşketin çiqas derkeve holê jî ji bo jinan tişta herî girîng ew e ku divê jin dûrî rastî û xwezaya xwe nekeve. Heke şibandina desthilatdaran derkeve holê ev zirarkeke mezin dide jinan. Ji ber vê yekê jî pêşketina îdiolojîk û felsefî pir girîng e. Heke guhertina ferasetê di mejî û ruhî de pêk bê ev yek dê watedar be. Dê di jiyanê de jî encamên girîng derxe holê. Her wiha di civakê de guhertinên mezin jî dê bi xwe bîne.”

Xwedî li nirxan derdikeve
Tevgera Jinan feraseta jiyanê ya ku li Rojhilata Navîn ji aliyê jinan ve hatiye afirandin û nirxên dîrokî derketine hole xwedî derdikeve. Îdia ew e ku li ser vê axê carake din rojên azad û jiyana azad dikare bê afirandin. Ji ber vê yekê jî xwedavendiyê ji xwe re esas digire. Ev yek ji bo gelek kesan weke xeyalî tê. Lê rastî ne wisaye.Weke ku tê zanîn xwedavendî li ser vê axê sembola nirxên civakî yên ku cara ewil hatine afirandin e. Ji ber vê yekê jî bingeha vê şenber e.
Her wiha li ser vê esasê gav bi gav jiyaneke nû û azad tê afirandin. Her sal xirxên jiyana azad tê mezindikirin û zêdekirin.

‘Ew garantiya jiyana xweşik û azad in’
RÊBERÊ Gelê Kurd Ocalan pirsgirêka azadiya jinan weke pirsgirêkeke esasî nirxandiye û ji bo azadiya jinan kedeke mezin daye. Ji bo ku jin azad bibin û jiyaneke azad û xweşik biafirînin gelek nirxandin, şîrove û diyalog pêş xistine, gelek nivîs nivîsandine. Rewşa jinan pêşketina jinan, pêdiviyên jinan her tim vegotiye. Ocalan der barê rewşa jinan de di nirxandineke xwe de wiha dibêje:
Pirsgirêka jinan girtina rojevê ji bo min ne pirsgirêkeke şexsî ye. Li dijî pêdiviyên zayandî ye jî. Di navbera zayendan de avakirina dostanî û rêhevaltiya rast qehremaniya herî mezin bû û min dît ku dûrketina ji jinan tirsonekî ye. Tirs jî ji aliyê zilamên desthilatdar ve hatibû afirandin. Di bin navê namûsê de lîstikek dihat lîstin. Dema ku digot “hez dikim” jî cara duyem ji pişt ve kêr dikir. Neqekiyeke pir giran hebû. Jin bi her awayî hatibûn dorpêçkirin, mejî, fîzîk û hestên jinan hatibûn xirakirin. Jin pir hatibûn xistin. Zilamên herî sosyalîst û jinan jî xwe ji vê rewşê rizgar nedikir.
Ez bi baweriya hesreta azadiyê bi ser vê pirsgirêke de çûm. Min gelek nirxandin, diyalog û axaftin kir. Ne mîna xwediyekî wan lê ji bo ku xwe bigihînin tiştên herî xweşik min mudaxaleyî her tiştên wan kir. Mezin bûn, heta pir mezin bûn. Lê hê jî amator bûn. Zilamên serdest û jiyana lenetkirî li ber serê wan bû. Tecrubeyên wan kêm bûn. Bi vê êşê xwe ji zinaran avêtin, bi agir şewitandin, xwe bi bombeyan teqandin. Li ser navê qehremaniyê her tişt kirin lê tenê bûn. Zilamê li hemberî wan hevaltiya mezin a wekhevan nedixwest bîne bîra xwe jî. Ew wekî kulîlkan roj bi roj diçilmisîn.
Di nava wan de xaîn jî derketin. Lê yên ku bi dil û can tevli van xebatan bûn tu caran nayên jibîrkirin. Hele şehîdên wan dê her tim weke azîzeyên vê axê û gelê me dê her tim bêne bibîranîn. Ew xwedavendên rast ên qehreman in. (...) Mirov bi jina ku malê wî ye ve mezin nabe û nabe zilam. Min nexwes ez bi vî rengî mezin bibim û bibim zilam. Heta min ev tişt weke bêrûmetî dît. Ez dizanim ku min jin anîne weke parçeyeke agir. Di nava wan de yên ku dijminatî û neheqiyê dikin jî hene. Lê ev yek jî rastiyeke û bila ew jî bizanibin divê ew qasî ku qedera aştî û şer diyar bikin xwe bikin hêz. Beyî vê yekê jiyan heram e. Bêyî vê eşq nabe. Bêyî ve hesret nayê derbaskirin. (…)
Ji bo îdiaya rêhevaltiya jinan a bi rêz û bi hezkirin ez ê heta dawiyê wekî karkerekî eşqê xebatên xwe bidomînin.

Jinên kurd bûne xwedî îrade
YEK  JI gerîlayên PAJK’ê Ronahî Şîlan jî dibêje ku bi derketina PKK’ê re hem ji bo jinên kurd û hem jî di civakê de guhertinên mezin pêk hatine. Şîlan dibêje ku di nava 31 salan de gelê kurd û jinên kurd bi PKK’ê re bûne xwedî îradeyekê û ev yek ji hemû cîhanê re jî îspat kirine.
Şîlan diyar kir ku aliyê herî girîng a paradîgmaya Tevgera Azadiyê esasgirtina azadiya zayendê ye. Em dizanin ku di dîrokê de di şexsiyeka jinan de hemû mirovahî hatiye kolekirin. Dema ku em pirsgirêka jinan bigirin dest divê di serî de pirsgirêka azadiya jinan em bigirin dest. Heta ku jin azad nebin civak jî azad nabe. Tevgera Azadiyê di serî de ev pirsgirêk girtiye dest û li gorî vê yekê gav avêtiye. Îro asta ki jinên kurd gîhîştiye li holê ye û ber bi çav e. Di hemû qadên têkoşînê de jinên kurd rêxistinên xwe yên xweser ava kiriye. Têkoşîna hebûna jinan bi PKK’ê re bûye têkoşîna hebûna civakê. Ji ber vê yekê jî salvegera damezirandina PKK’ê bûye destpêka têkoşîna azadiya jinan.”
Ronahî Şîlan got ku ji bo azadiya jinan gavên herî mezin jî Serokatiya wen avêtiye û wiha got: “Serotakiya me di nava civakê de rewşa jinan tehlîl kiriye û ev pirsgirêk pirsgirêkeke esasî dîtiye. Li ser vê esasê jî nêzîkî vê mijarê bûye. Îdeolojiya Azadiya Jinan a ku Serokatiya me pêş xistiye li ser hin pîvanên esasî pêş ketiye. Yek ji van girêdana axê ango welatparêzî ye. Yekî din rêxistin e. Azadiya jinan girêdayî rêxistina xweser e. Dîsa ramana azad û îradeya azad e pîvake din. Her wiha pîvaneke din jî estetîk e. Ji fîzîkê heta ramanê pîvanên estekê girêdayî jiyana azad e. Li ser pîvanan PKK azadiya jinan esas digire û bi vî rengî jî azadiya civakê pêş dixe.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment