Thursday, November 26, 2009

31. SALA AZADIYÊ YA PKK'Ê

Sibe salvegera damezrandina pêşengê têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê PKK'ê ye...

Sibe salvegera damezrandina pêşengê têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê PKK'ê ye...

Bi rasthatina rojê, Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê peyamek weşand...

KCK'ê di peyama xwe de behsa têkoşîna PKK'ê ya 31 salan dike û weha dibêje:

'Damezrandina PKK'ê, roja vejîna gelê Kurd, berxwedan û biryara jiyana azad e.'...

KCK'ê her weha cejna qurbanê jî, li gelê Kurd û tevahiya alema îslamî pîroz kir..

KCK: PKK TEVGEREK BI RÛMET A KU
GELÊ KURISTANÊ DERXIST SEHNEYA DÎROKÊ YE

KCK'ê damezrandina PKK'ê weke mîladek bi nav kir û di despêka peyama xwe de cejna vejînê ya Rêberê Gelê Kurd pîroz kir.

Û herwiha di şexsê Hakî Karer Haki Karer, Kemal Pir, Mazlum Dogan û Hayri Durmuş de, kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

KCK'ê wateya damezrandina PKK'ê wiha anî ziman:

"PKK, Tevgerek e ku gelê Kurdistanê ji nû ve derxist sehneya dîrokê û hemû deskeftiyên neteweyî û demokratîk yên îro bi gel dane qezenckirin e. Afrînera hemû nirxên nû yên welatê me ye."

KCK: BI SAYA TÊKOŞÎNA PKK'Ê
LI KURDISTANÊ GIYANEKE FEDAÎ HAT AFIRANDIN
KCK'ê deştnîşan kir, ku damezrandina PKK'ê bi serê xwe şoreşek e ev yek jî wiha anî ziman:

"Gelê Kurd yê ku bê hêvî û bê paşeroj hatibû hiştin, bi saya Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê, îro gihîştiye asta ku dikare êdî azadiya xwe bi dest bixe. Li Kurdistanê giyaneke fedaî hat afirandin."

Di peyamê de, deskeftiyên 31 salan jî wiha hatin rêzkirin.

"Gelê me êdî gihîştiye wê merhalê ku, ti hêzek herêmê nikare wan nebîne. Ji aştiyeke bi rûmet re amade ye, dema ku polîtîkayên xapandin û tinekirinê li ser bê ferzkirin, bi heza xwe ya heyî yên weke îradeya siyasî, rêxistinbûyîna civakî û çandî, hêzên xwe yên parastina rewa û îradeya xwe ya veguheriye serhildanê, dikare hemû lîstikan vala derxîne.

KCK: PKK'Ê NÎŞAN DAYE KU EW TEVGER
DI HER ŞERT MERCÎ DE DIKARE LI BERXWE BIDE

KCK di peyama xwe de tîne ziman, ku PKK'ê nîşan daye ku ew tevgereke wisa ye ku di her şert û mercî de dikare li berxwe bide.

Di peyamê de talukeyên heyî hatin nirxandin û palana nû ya AKP'ê jî weke 'Plana şerê taybet' hat binavkirin.

Hat destnîşankirin Gelê Kurd ê xwedî tecrubeya têkoşîn û berxwedana 31 salan dikare vê planê jî pûç bike û ev bang hate kirin:

"Divê di 32. sala têkoşînê de, tendurustiya rêber apo bê misogerkirin, azadiya wî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê hedefkirin, li aliyekî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welêt xwe parastin bê xurtkirin û serhiladan bê gurkirin. Li aliyê din, divê li dijî pergala kapîtalîst ya mirovan dihêre pergala konfederalîzma demokratîk bê sazkirin."

KOMÎTEYA BAWERIYÊN OLÎ Û KÊMNETEWAYAN Û
KOMÎTEYA KEDKARAN JÎ BI PEYAMEKÊ BANGÊN YEKITIYÊ KIRIN

Kometa baweriyên olî û hindikahiyan û Komîteya Kedkaran yên KCK'ê jî her yekê ji wan peyamek pîrozbahiyê weşand.

Komîteya baweriyên Olî banga yekitiya neteweyî û xurtkirina rêxsitinbûyînê li gel kir.

Komîteyê herwiha bang li hemû kesên ku ji sîsteam zulmê re xizmêtê dikin kir, da ku vegerin nava civaka xwe.


© ROJ TV

No comments:

Post a Comment