Wednesday, November 25, 2009

Dewlet li dijî şîdetê bêdeng e


25/11/2009

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED
Li Amedê Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê DOKH’ê Perihan KAYA, li ber deriyê Qesra Dadê ya Amedê daxuyanî xwend. Parêzvana Mafên Mirovan Reyhan Yalçindag, Endama Meclîsa Partiyê û Komiyona Hiqûqê ya DTP’ê Meral Daniş û bi sedan jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinên endamên Meclîsa Jinan a Bajar a Amedê pankartekê ku li serê “Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa em azadiya me ye” nivîsandiye hildan.
Endama DOKH’ê Perihan Kaya dest nîşan kir ku bi salan e mafên jinan tên bin pê kirin û wiha axivî: “Ji ser bûyera xwîşkên Mirabel 49 sal derbas bûn. Lê ev zihneyet ne ya 49 salan berê ye û 5 hezar sal e li ser jinan zext û zordarî hene. Îro li çar aliyê cîhanê de jin tên pelçiqandin. Mafên jinan ên tendurustî, xebat, azadiya aborî û heta mafê jiyanê jî ji destên wan tên stendin. Tiştê balkêş jî ew e ku dewlet li dijî van kesên ku şîdetê dikin tu tiştekî nake.”

‘Şer şîdetê zêdetir dike’
Perihan Kaya, bal kişand ser erdnigariyên ku bi salan e şer lê tên kirin jî û wiha pê de çû: “Li her derê cîhanê zextên li ser jinan bi awayekî zelal tên xuyakirin. Lê dîsa em dizanin ku li cihên şerên çekdarî û pevçûn lê diqewimin, jin zêdetir tên pelçiqandin û şîdeta li dijî wan jî zêdetir dibe. Dîsa jina kurd êşekê gelek mezin kişandiye. Ev çend sal in di vî şerê de jinên kurd, hevser, law, qîz, xwîşk û birayên xwe winda kirine. Hinek dayîk hene ku gora zarokên wan jî tune ne. Jinan ji bo azadiya xwe bedêlên gelek mezin dane.”
Kaya li ser polîtîkayên dewletê yên li ser şîdeta li dijî jinê û anî ziman ku ji ber vê bêhiqûqiya dewletê şîdeta li dijî jinê zêdetir dibe û wiha got: “Gelek kes ji ber şîdeta li dijî jinan tên binçavkirin lê ji ber bêhiqûqiya dewletê, şîdeta li dijî jinê rewa tê dîtin. An cezayên gelek kêm didin şîdetkaran an jî wan efû dikin.”
Perihan Kaya bi lêv kir ku ji ber bêdengiya dewletê şîdeta li dijî jinê derketiye asteke gelek bilind û wiha pê de çû: “Tenê di 7 mehên dawî de 953 jin li ser navê ‘parastina namûsê’ an ji aliyê hevserên xwe yan jî ji aliyê malbata xwe hatine qetilkirin. Dîsa di sala 2009’an de di wekheviya jin û mêran de Tirkiye di nav 130 welatan de bûyeê yêm 125’emîn. Her wekî din ji ber ku dewlet li jinên bi şîdetê re rû bi rû mane xwedî dernakeve, jin pirsgirêkên gelek mezin ên derûnî dijîn. Ji van jinan hinekî çareseriyê di întexarê de dibînin. Dîsa li Tirkiyeyê ji ber nasnameya wê ya siyasî gelek jin bi tacîzên fizîkî û derûnî, gef, astengî û girtinan re rû bi rû dimînin.”
Dê biçin parlamentoyê
Perihan Kaya herî dawî diyar kir ku dê ji bo van zextên li ser jinan bên rawestandin dê biçin parlementoya Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Em ê biçin parlamentoyê. Em ê xwestek û rexeneyên xwe bînin ziman. Em wekî DOKH dizanin ku jinên kurd heta niha gelek bedêlên mezin dane. Em dê di vê berpirsyariyê de tevbigerin. Em ê di xebatên xwe de hewlbidin xwe ku layiqî kesên ku ji bo azadiya jinan jiyana xwe ji dest dane, bibin.”
Piştî axaftinê jin, bi durişêminên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bila destên dirêjî jinan dibin bişkên’ berz kirin û belav bûn.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment