Wednesday, November 25, 2009

Ev roj, roja dijî zordarîya li hemberê jinan e li cîhanê




25/11/2009

Honor killings, poster
Postera li ser kuştina jinan bi egera namusê



Îro 25 meha mijdarê ye. Di sala 1960'i de li Komara Domînîkê 3 xuşkên bi navê Patrîa, Minevra û Teresa Mirabel ji alîyên hêzên desthilatîya diktatorî ve hatin kuştin. Ev sê xuşk li vî welatî bun nişana li hembera rejima dikatatorîyê da ku saleki piştî vê buyerê li hemberê tekoşina azadîyê têk çubu. Di sala 1999'an de, roja 25 mijdarê yani roja kuştina Mirabelan, 25 Mijdarê Roja Hevgiriya Jinê û Têkoşîna li Dijî Zordarîya li Hemberî Jinan a Navneteweyî hate pejirandin ji alîyê Netewên Yekbuyî ve. Ji bo roja 25 mijdarê ji alî komel û sazîyên jinan ve, panel û konferans tên li dar xistin li çar alîyê Tirkîyeyê. Jinên Kurd jî ev saleke bi pêşengîya meclisa jinê ya DTP ve bizav û çalakîyên bi navê 'Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" pêk tînin. Ev salekîye li gelek bajar û navçeyan li ser mijara zordarîya ku li ser jinan pêk tê gelek panel, konferans û bi miting hat li dar xistin. Li Tirkîye, nemaze bi hinceta namûsê kuştinên jinan pir zêde diqewimin. Demekî berê, parlamentera DTP ya Wanê Fatma Kurtulan, li ser kuştinên jinan ku li Tirkîye pêk hatine, pirsîyarnameyek amade kiribu da ku wezîrê Dadê yê Tirkîye Sadulah Ergin bersiv bide. Wezîrê Dadê Sadulah Ergin, li ser pirsîyarnameya Fatma Kurtulan, îstatîstîkên ji sala 2002'an heta tîrmeha 2009'an weha rave kir ku di sala 2002'an de 66 jin hatine kuştin û her wiha tenê di 7 mehên ewil a 2009'an jî 953 jin hatine kuştin. Li gor daxuyanîya wezîr Ergîn hejmara kuştinan li Tirkîyeyê li gorî salan wiha ye:

Di sala 2002'an de 66 di 2003' an de 83, di 2004'an de 164, di 2005'an de 317, di 2006'an de 1011 di 2008'ê de 806 û di 2009'an di heyan îro 953 jin hatine kuştin Ji alîyê dinê ve Partîya Civakâ Demokrtik DTP, li parlamentoyê, di kombuna xwe ya hefteyî de, bi mijara zordarîya li hemberê jinê de kom bu. Hevseroka DTP Emine Ayna destnişan kir ku li gor lêkolînên Netewîyên Yekbuyî zordarîya herî zêde ku li ruyê cihanê pêk tê ya li ser jinan e, lê li her derî cezayê herî hindik ji yên van suca nin. Emine Ayna destnişan kir ku li gor lêkolînan ji jinên zewicandî % 39'ê wan rastî zordarîyê, ji % 15'yê wan rastî zordarîya zayendî; ji % 42' yên wan rastî zordarîya bedenî û zayendî; ji % 44 'yên wan jî rastî zordarîya hêstî tê nê. Herweha Hevseroka DTP da zanîn ku kuştinên jinan pêtir bi hincetên namus, gerdîş, nav tê dan, reşkînî pêk tên. Birêz Ayna ifade kir ku divê dewlet li hemberê van sucan cezayên giran bide kiryaran.

Li raporta Xecîcan Farqîn gudharî bike
Dagirtin (MP3)

© VOA


No comments:

Post a Comment