Wednesday, November 25, 2009

LI KURDISTANÊ GORÊN KOMÎ

LI KURDISTANÊ GORÊN KOMÎ

Ji ber şerê qirêj ê ku dewleta Tirk li Kurdistanê meşandî, hema bêjin, li her deverê gorên komî derdikevin holê..

Li Sêgoşeya Dara Hênê, Licê û Pasûrê, 3 gorên din yên komî hatin dîtin..

Hat diyarkirin ku gorên behsa wan tê kirin, yên gerîllayên PKK'ê ên 22'ê Nîsana 1996'an jiyana xwe ji dest dane ye...

Ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê meşandî, li navçeya Çewlikê Dara Hênê gelek caran gorên komî derketin holê...

Li heman deverê, gorên din hatin dîtin....

22'ê Nîsana 1996'an di operasyona artêşa Tirk de, Fermandarê Amedê Mahmut Gul jiyana xwe ji dest dabû..

Hat îdîakirin ku cenazeyê Gul û 2 gerîllayên PKK'ê li gundê Hegaderê hatine veşartin..

Hat diyarkirin ku piştî operasyonê, cenazeyên gerîlla Tellî Odabaşi bi navê kod Rojîn û gerîllaya bi navê kod Rojda ya ji Mêrdînê, ji aliyê hevalên wan ve jî, li zinareke gundê Hegaderê hatine veşartin..

Şahideke bûyerê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, cenazeyê Fermandarê Amedê Mehmut Gul û çend gerîllayên din li goristana gund hatine veşartin..

Heman kesî da zanîn ku li nava Mizgefta gund jî, gorên gerîllayên PKK'ê hene..

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment