Wednesday, November 25, 2009

KESK li her derê kar radiwestîne



25/11/2009

Kedkar îro li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rojekê kar radiwestînin. Ji bilî Kamu-Sen’ê hemû konfederasyonên sendîkayan banga tevlibûna grevê li endamên xwe kir. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Lîbyayê gef li kedkarên ku dê beşdarî grevê bibin kir û got: “Ev çalakî derqanûnî ye. Bila hesaba encamên wê jî bê kirin.” Sekreterê Giştî yê KESK’ê Emîralî Şîmşek anî ziman ku gefên Erdogan pere nakin û got ku ew ê di 25’ê mijdarê (îro) de jiyanê bidin rawestandin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment