Friday, November 27, 2009

CEJNA QURBANÊ Û SAZBÛNÊ GELÊ KURD 2 CEJNAN BI HEV RE PÎROZ DIKE

CEJNA QURBANÊ Û SAZBÛNÊ GELÊ KURD 2 CEJNAN BI HEV RE PÎROZ DIKE

Îro tevî cejna qurbanê, roja salvegera damezirandina Partiya Karkên Kurdistan PKK'ê, bi navê din cejna vejînê ye jî.

Komek ciwanên ku xwe weke Apoyî dan nasîn, di 27'ê mijdara 1978'an de, li gundê Fisê yê ser bi navçeya Amedê Licê hatin cem hev û damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê îlan kir.

Navê PKK-jî, cara pêşî piştî civîna vê komê hate bihîstin.

Xebat, hewldan, rê û rêbazên PKK'ê yên bi pêşengiya Abdullah Ocalan, mora xwe li politikayên 31 salên dawiyê xistin.

PKK'ê, di sala 1984an de dest bi şerê çekdarî kir û her ku çû hêza eskerî û otoriteya wê ya eskerî mezin bû û bû hêza herî mezin a Kurdistanê.

PKK, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi milyonan kes kir alîgirên xwe û bi vê rewşa xwe bû partiya herî bi dewr a nûjen a Kurdan.

Bi destpêka salên 90'î, ji bo pêşîgirtina li politikayên tinekirinê û inkarê yên li dijî kurdan û vekirina rêyên çareseriyê, şerê çekdarî û têkoşîna siyasî bi hev re meşand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK, heta niha ji bo çareseriya demokratîk gelek caran agirbest û pêvajoya bêçalakiya eskerî îlan kirin.

Lê belê dewleta tirk her car, bi operasyonên tinekirinê bersiv da hewldanên Ocalan û PKK'ê.

Tevgera Azadiya kurd herî dawî piştî hilbijartinên herêmî, di meha Nîsanê de, ji bo çareseriya demokratîk biryara bêçalakîtiya eskerî ragihand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, ji bo heman armancê, nexşeya rê amade kir û da rayedarên tirk.

Lê belê rayedarên tirk jî weke herdem, bi operasyonên tinekirinê bersiv dan biryara bêçalakîtiyê û nexşeya rê ya Ocalan jî desteser kirin.

Xirabtirkirina şert û mercên Ocalan û operasyonan careke din nîşan dide ku, armanca wê ne çareserî, tesfiyekirina tevgera azadiyê ye.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment