Thursday, November 26, 2009

Plana dewleta tirk a ji bo Mexmûrê



26/11/2009

Danostantinên di navbera dewleta tirk û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de yên ji bo girtina Kampa Penaberan a Mexmûrê zêde bûn. Dewleta tirk dixwaze ku heta 15’ê kanûnê kampa penaberan bê girtin. Balkêş e ku çapemeniya Başûr a ku di bin kontrola Neçîrvan Barzanî de ye lez daye kampanyaya ji bo reşkirina PKK’ê û hedef nîşan dide.
12 hezar mexmûriyên disalên 1990’î de bi darê zorê koçberî başûrê Kurdistanê bûne, tê xwestin ku wekî amûrê bazara siyasî ya di navbera dewleta tirk û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de bêne bikaranîn. Koordînosyona Sêalî ya di çarçoveya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê de hatiye avakirin dixwaze plana xwe ya ji bo girtina kampê bibe serî.
Biryarên civînên sêalî
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Iraq, Amerîka, Tirkiye û rayedarên başûrî civînek pêk anî ye. Di vê civînê de wekî hedef dane ber xwe ku heta 15’ê kanûnê kamp bê valakirin. Lê heke ev yek pêk neyê û penaberên Mexmûrê li hemberî li ber xwe bidin, pirsgirêka Mexmûrê dê ji bo piştî hilbijartinên Iraqê bê hiştin.
Di civînê de zora ku dê plana yekemîn de li ser penaberan bê meşandin di encama civîna sêalî de hatine destnîşankirin:
3 Bi mebesta ewlehiyê dê cihê kampê bê guhertin, di vê çarçoveyê de hêza xwe rêxistinkirî ya kampê bê belavkirin,
3 Ji bo ku xebatên koordînasyona sêalî serkeftî bibin dê piştgiriya hêzên Başûr jî bê girtin,
3 Di nava kampê de bi pere kesên ku propagandaya vegerê bikin dê bêne bidestxistin û propaganda bê meşandin.
3 Bi destê rêberiya kurd gav bi gav ambargoya li ser kampê dê bê zêdekirin, Li Herêma Federal a Kurdistanê riyên îstîhdamê li ber penaberan bêne girtin,
3 Çapeminiya di bin kontrola Neçîrvan Barzanî û Yekgirtu Îslamî bi awayekî taybet dê piştgiriyê bidin projeya ‘berlêvekinina çareseriya pirsgirêka kurd’ a bi AKP’ê,
Ligel van biryaran xebata ji bo vegera Tirkiyeyê ya kesên ji PKK’ê reviyane û li Başûr bi cih bûne jî bê kirin.

Rola Nêçîrvan Barzanî
Li aliyê din derket holê ku Kevne Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî demek beriya niha li Stenbolê bi Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hatiye ba hev. Çavdêrên siyasî tînin ziman ku polîtîkaya Hikûmeta AKP’ê ya ji bo pirsgirêka kurd, li başûrê Kurdistanê bi destê Nêçîrvan Barzanî ve tê meşandin.
Bi taybetî tê dîtin ku meyda di bin kontrola Nêçîrvan Barzanî de liv û tevgerên AKP’ê yên ji bo pirsgirêka kurd tim derdixe manşetên xwe. Çapemeniya Başûr progandaya AKP’ê dike ku ‘dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike’. Ligel vê yekê PKK jî wekî aliyê ku çareseriyê naxwaze tê nîşandan.

Mexmûrî dê derbikevin çiya
Lê noqteyeke girîng a ku Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta AKP’ê derî hesabên xwe dihêlin heye. Ew jî bêyî rizaya PKK’ê tu planên AKP’ê yên der barê kurdan de serkeftî nabin. Ev yek di helsengandina ji Mexmûrê bi awayekî zelal derbikeve holê.
Çavkaniyên kurd tînin ziman ku penaberên Mexmûrê yê PKK’ê tu gavan naavêjin, tu planên ku PKK di nav de nebe erê nakin. Heman derdor tînin ziman ku Hikûmeta Herêma Federal pêkan e ku zora li ser kampê zêde bike û heta dibe ku cihê kampê jî biguherînin; lê heke tiştekî bi vî rengî çêbibe de ‘pir zêde zorê bidin penaberên Mexmûrê biçûk û mezin tev dê derbikevin çiya.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment