Tuesday, November 24, 2009

FERMANDARÊ HPG'YÎ OMER MUSLUM BI NAVÊ KOD RUSTEM JIYANA XWE JI DEST DA

Fermadarê Eyaleta Mêrdînê yê HPG'ê Omer Muslum bi navê kod Rustem jiyana xwe ji dest da.

Fermadarê Eyaleta Mêrdînê yê HPG'ê Omer Muslum bi navê kod Rustem jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Omer Muslum wekî fermandarekî wêrek û durust bi nav kir û soza bi cih anîna pêwistiyên daxwazên wî anî ziman.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Omer Muslum bi navê kod Rustem, jiyana xwe ji dest daye.

HPG'ê da zanîn ku Omer Muslum bi navê kod Rustem di şerekî li herêma Mavayê de, jiyana xwe ji dest daye.

HPG'ê anî ziman ku şerê behskirî di meha Gulanê de qewimiye û ji ber ku têkiliya bi wî re qut bûbû û demeke dirêj negihiştine cenazeyê Omer Muslum, neçar mane şehadeta wî niha eşkere bikin.

Biryargeha Navendî ya HPG'ê der barê jiyan û têkoşîna Omer Muslum de agahî jî dan û wiha dewam kir: 'Hevalê Omer Muslum yê 18 sal in li Çiyayên Kurdistanê ye, di sala 1969'an de li Kobanê hate dinê. Di sala 1991'ê de tevlî gerîla bû û xwedî jiyaneke şoreşger û bi xwe bawer, wêrek û durust bû'.

HPG'ê bal kişand ser pêşengiya Omer Muslum bi navê kod Rustem ya di pêvajoya şer de jî û got: 'Her çiqas gelek caran di şer de birîndar bû jî, ji biryardariya wî ti tişt kêm nebû û hertim pêşengiya têkoşînê kir'.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Omer Muslum got, wê hertim xwedî li xeta fermandarê wêrek û durust derkevin û pêwistiyên daxwazên wî bi cih bînin.

OMER MUSLUM
RÛSTEM
1969-KOBANÊ

© Roj TV

No comments:

Post a Comment