Saturday, November 28, 2009

OCALAN: EZ XISTIM ÇALA MIRINÊ


28/11/2009

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan gihiştine asteke xeternak. Ocalan, guhertina cihê xwe, wekî darbeyekê nirxand û got ku bi şidandina tecrîtê, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jî xerabtir bûne. Ocalan rewşa cihê xwe yê nû bi gotinên ‘Cihê min wekî çalê mirinê ye û hucreyên mêjiyên dimirin’ anîn ziman.
Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û got ku bi guhertina cihê wî, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gihiştine asteke xeter. Ocalan bal kişand ser şertên dijwar ên li girtîgeha nû û got ku şertên dijwar hucreyên mêjiyê wî dikujin. Ocalan cara yekemîn pirsgirêkên tenduristiya xwe ev qas berfireh anîn ziman û wiha got: “Bêhewatî bandor li hemû fonksiyonên bedena min dike. Tê zanîn, dema mirov bêhewa bimîne, hucreyên mêjiyê wî dimirin. Ez jî li vir hîs dikim ku, ji ber bêhewatiyê hucreyên mêjiyê min dimirin. Serê min diêşîne. Ev yek konsantreya min xera dike. Rewşeke ku min eciz dike û bandor li mêjiyê min dike. Rewşa min wekî nîv mirî û nîv ji xwe çûyî ye. Ez li vir nîv ji xwe çûyî û bi awayekî nîv-mirî dijîm. Nizanim, ezê çiqasî karibim li hemberî vê li ber xwe bidim û çiqasî karibim di bin van şertan de bijîm.” Ocalan bi bîr xist ku cihê nû, ji yê berê xerabtir e û got ji ber sîstema hewa-girtin û dayinê û biçûkiya cihê, nikare hereket bike.

24 saetên min wekî îdamê ne’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da zanîn ku pirsgirêka hewayê bandor li hemû jiyana wî dike û xetereya wê jî bi van gotinan anî ziman: “Çawa girtiyek di dema dardekirinê de, ji tirsa mirinê xwe diguvêşe û beriya mirinê dayina nefesa dawî pirpitîne, rewşa min jî dibişe kesekî wisa. Tê zanîn, dema mirovek tê dardekirin, reaksiyona destpêkê guvaştina bedenê ye. Ev ji sedî 25’ê qonaxa mirinê ye, pişt re jî mirin temam dibe. Ji ber vê beşa reaksiyona destpêkê ya kesê tê dardekirin guvaştina ev qonaxa ji sedî 25’ê ye. Rewşa min ya niha jî, wekî dema qonaxa ji sedî 25’ê ya dema guvaştinê ya kesê tê dardekirinê. Guvaştina bedena min ya niha, qonaxa ji sedî 25’ê jiyana girtiyê tê dardekirin îfade dike. Tê zanîn, dema ku Sadam hate dardekirin, di nava 3 deqeyan de mir. Rewşa min ya li vir, her roj, bi vî rengî, bi dehan caran dardekirin e. Ez ji dardekirinê jî, natirsim. Ez, ev guhaştina ku Sadam 3 deqeyan dijî, li vir 24 saetan dijîm”.
Ocalan destnîşan kir ku klîmaya Grava Îmraliyê û dengê jenaratorê jî wî eciz dike û got: ‘Mendrews li vir nekarî 24 saetan bisekine, lê belê ez bi xwe, 11 salin li vir li ber xwe didim’. Ocalan gotinên xwe wiha dewam kirin: “Eger baweriya min ya evqasî xurt tinebûya, ezê li vir biketema nav hewldanên çalakiyên întiharwarî. Hevalên wekî Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş çalkiyên greva mirinê yên wekî întiharwarî pêk anîn. Ez li hemberî berxwedana van hevalan bi hurmet û bi berpirsyarim, li hemberî gel berpirsyariyên min hene. Jixwe li hemberî van nirxan, baweriya min ya evqas xurt tinebûya, min ê nekariya li vir evqas li ber xwe bidim û ketima nav çalakiyên întiharwariyê. Helbet li vir dikarim her deqe bimirim jî. Wê bandora mirine min mezin be, wê kaosek rû bide. Pişt re jî wê pêvajoyeke bi xwîn rû bide aloziyên mezin biqewimin. Ez li vir her roj di bin berpirsyariyeke mezin de, ji bo têkoşîna gel dijîm. Têkoşîn û jiyana min ya bi rûmet ya ji bo gel wê dewam bike. Lê belê ev jî rastiyek e. Cihê min yê niha, wekî çalakê mirinê ye. Ez vir wiha bi nav dikim. Li vir nefes-girtin û dayina mirovekî jî zehmet e. Bêhewatî hucreyên mêjiyê min dikujin. Ez mirina hucreyên mêjiyê xwe hîs dikim”.

‘Berpirsiyar CPT û DMME ne’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dijwarkirina şertên Îmraliyê û guhertina cihê xwe, CPT’ê û DMME berpirsyar girtin. Ocalan wiha dewam kir: “CPT û DMME’yê girtîgeha nû pêşniyar kir. Ev projeya wan e. Ji şertên vê derê û bi vî rengî hiştina min ya li vir, ew berpirsyar in. Ev projeya wan e. Dîsa dibêjim, ji şertên min yên li vir CPT, DMME, yanî Ewropa berpirsyar e. Wan xwest û ev girtîgeh hate avakirin. Vir projeyeke wan e û her tişt di bin agahdariya wan de hate çêkirin. Divê herkes vê rastiya bizane”.

‘Guhertina cihê min darbeyek e’
Rêberê KCK’ê Ocalan bi bîr xist CPT û DMME’yê berê derbarê şertên vê derê de, raporek dabû û xwset ku CPT rojek zû ji bo lêkolînekê biçe Îmraliyê û wiha dewam kir: “CPT’ê berê hat, li vir lêkolînek pêk anî. Wê xwest ez neqlî girtîgeha Tîpa F bêm kirim. Li ser daxwaza wan girtîgeha tîpa F û şertên tîpa F hatin afirandin. Ev hemû daxwazên CPT’ê ne. Ji min re gotin ku, wê şertên vir ji cihê berê baştir bin. Lê belê wisa nebû. fiertên vir ji cihê berê girantir in. Divê CPT’ê were û berhema ku afirandine bibîne. Ew nikarin me bixapînin û bila hewl nedin me bixapînin. Di 17’ê mijdarê de ez anîme vir. Ev darbeyek e. Guhertina cihê min, wekî darbeyek dibînim û vê wekî darbeya 17’ê mijdarê bi nav dikim. Divê CPT’ê were vir. Divê were vir kontrol bike. Bila herkes vê wiha bizanibe. Ez dixwazim rewşa min were zelalkirin. Careke din dibêjim, ev hewldana kuştinê ye”.

‘Tasfiyeyê bi fîîlî dest pê kiriye’
Ocalan li hemberî binpêkirinan û şidandina tecrîtê ev bang kir: “Divê parêzvanên mafên mirov û hemû derdorên hestiyar li hemberî van binpêkirinan bikevin nava tevgerê. Bila bangên wekî ‘rewşa Ocalan aşkera bikin’ li sazî û derdorên pêwendîdar bikin. Divê pirsa li Îmraliyê çi dibe, bikin. Heta daxuyaniyeke zelal bigirin jî, dewam bikin. Divê ji CPT’ê bixwazin ku, ji xetayên xwe paşde vegere û başkirina şertên li Îmraliyê bînin ziman. Ji CPT’ê bibêjin, biçe rewşê bi çavên xwe bibîne. Bila berpirsyariyên CPT’ê bînin bîra wê. Ev wezîfeya wan e jî. fiertên min li holê ne. Ez li vir terkê mirinê kirime. Divê hemû dost û derdorên bi hestiyar û kurd vê rastiyê bibînin û îradeya xwe nîşan bidin. Ev pêvajoya tesfiyeyê ye. Divê herkes li gorî vê tevbigere. Pêvajoya tesfiyeyê bi awayekî fîîlî dest pê kiriye. Eger ev nayê fêmkirin û nayê dîtin, wê demê taluke mezin e”.
Ocalan, bal kişand ser rola Îngilstan, Yekitiya Ewropa, Yewnanistan, Emerîka û Îsraîlê ya di dijwarkirina şertên Îmraliyê de û got: “Li vir rola Tirkiyê zêde nîne. Rola Tirkiyê tenê nobetdarî û gardiyaniye”. Ocalan ji hemû derdoran xwest ku rola nobetdarî ya Tirkiyê bibînin û got: “Li ser bin lîstikên bi hezaran rengî tên lîstin. Li hemberî dîlgirtina min, ji Tirkiyê tawizan digirin û hê jî hewl didin bigirin”.
Ocalan bal kişand ser taybetiyeke din ya li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Li vê girtîgehê ti kes bi serê xwe tevnegera û bi însiyatîfa xwe tiştek nake. Min berê jî gotibû, ev der, bi mudaxeleyên taybet û ji derve tê rêveberin. Çi tê xwestin, ew têkirin. Hemî hêz, tiştên dixwazin di ser min re dimeşînin. Komployê bi vî rengî dimeşînin. 20 salin komplo heye û hê dewam dike. Diviyabû ev komplo bihata fêmkrin. Tiştên bi sed salanin nikarin ji Tirkiyê bigirin, bi bikaranîna rewşa min, ji tawizan digirin. Ma ev hê jî nayê dîtin?”

‘Dê navê Ocalan bi kar bînin’
Rêberê KCK’ê Ocalan diyar kir ku komplogerên navneteweyî li ser navê wî timî ji Tirkiyê tawîz standine. Ocalan li ser planê tasfiyê jî wiha got: “Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyê bîne ser a xwe AKPê bi her awayî bi kar tîne. Bi rêya min tawîzan digirin. Ez dîsa dibêjim; jixwe der barê min de biryara xwe dane. Dixwazin min li vir li derve bihêlin, bi destê Barzanî-Talabanî û bi wan kesên ji PKK’ê reviyane û li Başûr bi cih bûne PKK’ê tengav bikin û tesfiye bikin. Li ber çava ye, dixwazin bi ser DTPê de jî biçin, tengav bikin wê bikişînin cem xwe û wê hewl bidin valatiyê jî bi Hak-Par û bi derdorên mîna Elçî tijî bikin. Ha divê ev rewş baş bê xwendin. Ev pêvajoyeke tesfiyê ye. Ha piştî ku ev tev bi cih anîn wê min jî li vir tesfiye bikin û wê Ocalanekî nû deynin şûna min! Navê Ocalan wê wisa bi kar bînin.”

‘Bi navê çareseriyê tasfiye’
Ocalan di plana nû ya tasfiyê de rola dane AKPê jî wiha anî ziman: “Ya rastî AKP li pêşiya çareseriyê asteng e, lê wê weke hêza çareseriyê nîşan didin û bi wê dixwazin tasfiyê bi cih bînin. Bi ser te de tê, dibêje; ez ê te tasfiye bikim, bêguman ji bilî berxwedanê tu riyeke din ji te re nahêle û divê tu li ber xwe bidî. Pirsgirêka man û nemanê, azadî û xweparastinê ye. Divê karibin bibêjin; em ji bo hebûna li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Serokê FBI’yê hat Tirkiyê. Bala xwe bidinê, piştî ku ew çû Wezîrê Xebat û Bazirganiyê yê Îsraîlê hat. Niha jî wê Erdogan jî di meha Kanûnê de biçe Emerîkayê bi Obama re rûnê. Ev çûnûhatin hemû bi hev re têkildar in. Xebatên ji bo meşandina planekî xuya dikin.”
Rêberê KCK’ê Ocalan diyarkir ku wê di meha Kanûnê de mekanîzmaya sêalî wê bicive û di civîna xwe de wê li ser kampa Mexmûrê jî rawest e. Ocalan bi bîr xist ku wî hefteya derbasbûyî jî
ji bo Mexmûrê sê xetên sor destnîşankirine û divê Mexmûr di vê çarçoveyê de tevbigere. Ocalan bal kişand ser tehlûkeyên pêvajoyê û wiha dewam kir: “Divê her kes haya xwe ji tehlûkeya li bendê ye hebe. Ez bi ser wê zêhniyeta sivik û besîd ve diçim, ji ber ku ew zêhniyet bê rûmet e. Ez van zêhniyetan bi nav dikim. Naxwe niyeta min nîne ku heqaretê li şexsiyeta kesî bikim û ez nakim. Lê ez ji vê zêhniyetê gelekî bi hêrs im. Divê her kes vê wisa bizanibe. Ji bo asta tesfiye û tehlûkeyê bê zanîn ez van dibêjim.”

Divê DTP hişyar be
Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser dek û dolabên li dijî DTP’ya rastî êrîşên nijadperest tê. Ocalan wiha bang li DTP’yiyan kir: “DTP’yî mirovên baş in, niyeta wan jî gelekî baş e, ez hîç gumanê ji vê nakim. Lê DTP dek û dolabên li dijî wê tên gerandin, nabîne. Mînaka vê yekê ya herî hêsan jî bûyerên li Izmîrê ne. Dibêjin posterên Ocalan, vê dikin bahane. Ma Erdogan kor e? Yan kor e, yan jî bi zanebûn van dike. Çi eleqeya êrîşan bi min re heye?”
Ocalan anî ziman ku, hewl didin DTP’ê bikişînin nava sînorên ew destûrê didinê û got, DTP jî hebûna xwe bê-perwerde, rêxistinnebûyî dewam dike û van talûkeyan bêhtir dike. Ocalan wiha peyivî: “Israîlê ji bo eskerekî xwe hezar kes berdan.
Tirkiye radibe, li DTP’yiyên çûn 8 eskerên wê anîn, dozê vedike! Va ye, divê haya DTP’ê ji vê lîstikê hebe. Lê haya wan ji tu tiştî nîn e. Niha bi zorê ji wan dixwazin werin îfadeyê bidin. Niha wê bi zorê ji bo ku îfadeyê bidin wan bibin, sibe mimkûn e bi awayên din bi ser wan de biçin.”

Gotinên Çîçek plan deşîfre kir
Ocalan got, dixwazin DTP’ê di warê siyasî de tengav bikin û anî ziman, eger daxuyaniyên Cemîl Çîçek werin şopandin, mirov dikare tê derxe ka pêvajo wê çawa bi pêş bikeve. Ocalan got, dixwazin hin tiştan bi kar bînin, lê armanca esasî tesfiyekirina DTP’ê ye. Ocalan hişyar kir ku piştî tasfiyekirinê wê hewl bidin ku valahiya siyasî bi kesên reviyane dagirin û anî ziman ku, Barzanî û Talabanî jî dê werin bikaranîn. Ocalan ji bo vê pêvajoya xeter got “Kurdên ku nirx bi azadî û rûmeta xwe didin, divê vê pêvajoya tasfiyekirinê baş fêm bikin, hay jê hebin û ji hev derbixin. Pêvajoya tasfiyekirinê dest pê kiriye. Divê êdî haya wan ji vê hebe. Tasfiyekirinê dest pê kiriye, lê weke ku haya kesî jê nebe.”
Ocalan wekî din anî ziman ku “li ser navê dewletê mimkûn e hin kes bixwazin pirsgirêkê çareser bikin, lê ya rastî kesên siyasî yên mîna Erdogan, Baykal û Bahçelî, çaresernekirina pirsgirêkê ferz dikin.”
Ocalan xwest kurd li gorî xeta parastinê ya hevpar bi awayekî lezgîn Konferansa Neteweyî li dar bixin.

‘AKP, CHP û MHP hev temam dikin’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, navnîşana hevpar a çareseriyê dixetimîne AKP, CHP û MHP destnîşan kir û bal kişand ser rola wan a hevdu temam dikin: “Ya rastî, AKP gavek pêş du gavan paşve diavêje. Fitlan dide xwe. Bahçelî çawa ku berê li pêşiya gelek tiştan asteng bû, îro jî dîsa asteng e. Îro bi şiklekî MHP ber û rê dide CHP û AKP’ê. Divê mirov vê pozîsyona Bahçelî baş bibîne. Ya rastî AKP, CHP û MHP bi rola xwe radibin ku ew rol dane wan. Bi CHP’ê dixwazin Elewiyan di destê xwe de bigirin. Bi MHP’ê dixwazin demara milletgir di destê xwe de bigirin. Bi AKP’ê jî dixwazin kurdan di destê xwe de bigirin.”

‘Zihniyeta CHP’ê anî ziman’
Ocalan, li ser Onur Oymen ê CHP’î jî rawestiya ku di parlamentê de nijadperestiya xwe nîşan dabû: “Oymen polîtîkayên rastî û xeta rastî ya CHP’ê aşkere aniye ziman. Dîsa Onur Oymen ji Kemal Kiliçdaroglu û ji Elewiyên din ên CHP’î duristir e, yê CHP’iyê rastî Onur Oymen e. Yê ne durist e, yê namûsa xwe neynin ên mîna Kiliçdaroglu ne. Yên bi dîroka xwe re îxanetê dikin jî ew bi xwe ne.

‘Cejna gelê me pîroz be’
RÊBERÊ KCK’ê Abdullah Ocalan herî dawî ev bang li gel kir: “Ez vê yekê bi awayekî zelal dibêjim. Di serî de hevalên di girtîgehan de, bila tu kes ji bo min çalakiyên întîharwarî neke. Ne çalakiyên bi vî rengî, belê xurtkirina têkoşîna rewa û demokratîk dibe ku esas were girtin. Ez ê heta dawiyê hewl bidin pêdiviyên berpirsiyariya min girtî ser xwe pêk bînim. Heta bi nefesa xwe ya dawiyê ez ê têbikoşim, têkoşîna xwe ya bi rûmet dewam bikim. Ez ê ji bo gelê me bijîm. Pêşniyara min ji wan re helwest û têkoşîneke li ser vî esasî ye. Li ser vî esasî ez her kesî, gelê me silav dikim, cejna wan pîroz dikim.”
STENBOL (ANF)

No comments:

Post a Comment