Sunday, November 29, 2009

Greva birçîbûnê ket roja 31’an!



29/11/2009

Greva birçîbûnê ya 300 girtiyên kurd ên li girtîgeha Edra ya paytexta Sûriye Şamê roja 30’ê cotmehê dest pê kiribû û duh 30 roj li pişt xwe hişt û ket roja 31’an. Agahiyên ku malbatên girtiyan û saziyên mafên mirovan radigihînin tenduristiya girtiyên kurd her diçe xirabtir dibe.
Girtiyên PYD’ê yên girtîgeha Edraya Şamê bi boneya zext û zorên li ser wan bên rakirin, astengiya ji bo hevdîtina bi malbatên xwe re bê hildan, rodyo û TV bidin wan des bi greva birçîbûnê kirin. Ev girtiyên kurd ji aliyê Dadgeha Parasitna Dewletê ve bi awayek bê hiqûq ceza li wan hatiye birîn û dadgehên Sûriyeyê bi kurdan hatiye dagirtin. Hemû mafên xwezahî yên girtiyan dewleta Sûriyeyê ji odestê wan standiye û heta ji hin girtiyan bi salan agahî naye girtin, hin girtî jî bi salan bê ku bên darizandin di girtîgehan da têne girtin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rîghts Watch-HRW) li ser girtiyan roja 26’ê mijadarê raporek weşand. Di raporê de bal dikişîne ser şert û mercên gitiyan û îşkence û muameleyên xirab ku hikûmeta Sûriyeyê di girtîgehan de li wan dike. HRW bi raporê ji hikûmeta Sûriyeyê dixwaze ku girtî serbest bên berdan, der barê peywirdarên ku îşkence û muameleyên nebaş li girtiyan dikin bên darizandin û ji bo partiyên siyasî jî qanûnek bê derxistin.
Di girtîgehê Sûriyeyê de greva birçîbûnê ya herîm ezin îro ket roja xwe ya 31’an û hê jî didome. Lê daxwazên girtiyan nehatiye qebûlkirin û destûr nehat dayîn ku malbeç biçin zarokên xwe bibînin. Malbatên girtiyan ji be tenduristiya zarokên wan ên çalekvan bi fikar in. Naye zanîn ku dê çalekiya çalekvanê girtî yên kurd heta kengê dê bidome û der barê tenduristiya wan de jî tu agahî naye bidestxistin.
PYD’î ev dibe cara duyemîn ku dikevin çalekiya greva birçîbûnê. Greva destpêkê li girtîgeha Seydnayê ya bi îşkenceya xwe navdar dest pê kir û 17 roj dom kir.
Her wiha roja 25’ê meha mijdarê li bajarê Dirbesiyeyê komak ciwan bi boneya piştgiriyê bidin çalekiya gereva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Edrayê dest bi grevê kirin. Gerev ji bo piştgiriyê hat kirin. Li taxa Zorava ya Şamê Bîzava Ciwanên Demokratîk ji bo piştgirî bidin girtiyan xwepêşandan li dar xistin. ŞAM

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment