Friday, November 27, 2009

Ahmet Turk: Hikumet ji vebûnê dev jê berdaye û dixwazin pêvajoyê bidawî bînin

WAN, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) --DTP'ê Ahmet Türk, nerazîbûn hemberî gotina “DTP dixwaze xwe bide girtin” ê Arîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Cemil Çiçek nîşan da û got, “Bo girtina DTP’ê rewşa psîkolojîk tê afirandin. Lîstikêk siysî heye. Dixwazin DTP’ê di kursiya tawanbar de bidin rûniştandin.”


Hevserokê DTP'ê Ahmet Türk, duhî tevî hinek parlamenteran li Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) civînek çapemenî li dar xist. Türk tawanbarkirinên derbarê bûyerên İzmirê redkir û got, “Em di tevahiya rê de di lembayên sor de jî ranewestiyan. Em gorî guzergeha ewlehiyê çûn. Mitînga herî bidisîplîn bû.”

Türk, îdiaya “zarokên ku kincên PKK’ê lêkirinê derxistin ser otobusanû ev yek bû sedema bûyeran” jî red kir û got, “Di nava konvoyê de otobus jî, wesayîtek servekirî jî nebû. Di platforma cihê mitîngê de 5 zarokên ku kincên herêmê lêhatibû kirin qulîlk dan min. Kesê bi kincên gerîlla jî tune bû.”

Türk, derbarê wesayîtek nava konvoyê de li welatiyan qelibiye de jî got, “Ev kes tevî jin û du zarokên xwe di nava wesayîtê de bû. Dema ku xwest ji lîncê bireve li welatiyan qelibî. Bo yên ku xwestin lincê bikin tiştek nehate kirin. Ji yên ku xwestin ji lîncê birevin kesek hate girtin. Di bûyeran de 15 wesayît hatin parçekirin. Dîmen hene lê tu tiştek hemberî wan nehate kirin.”

Türk, hemberî daxuyaniyên Çiçek jî nerazîbûn nîşan da û wiha axivî:

“Bo girtina DTP’ê rewşek psîkolojîk tê afirandin. Lîstikek siysî heye. Dixwazin DTP’ê li ser kursiya tawanbar bidin rûniştandin. Tê dîtin ku hikumet ji siyaseta vebûnê devberdaye. Bi tawanbarkirina ‘DTP dixwaze pêvajoya asteng bike’ dixwazin pêvajoyê bidawî bînin. Mesaja ‘DTP girtinê heq kiriye’ didin. Em ne li dûv siyaseta tengavkirinê ne. Em ne di mantixek ‘li İzmîrê êriş çêbû dê deverên dîtir de jî çebê de ne.”

Li ser rexneya “DTP bo çareserkirina pirsgirêka kurd, İmraliyê wek navnîşan nîşan dide” de jî got, “Ger hûn pirsgirêkek 100 salî çareser dikin, hûn nikarin kesên ku ev pêvajo aniye vê merhelê li derve bihêlin. Hûn nikarin PKK û İmralî derveyî vê pêvajoyê bihêlin û pêşketin çêbikin.”

Türk derbarê, di mitîngan de vekirina posterên Öcalan de jî got, “Em wek partiyek siyasî nikarin hemû gel, di mitîngan de kontrol bikin.”
(Dîha / ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment