Saturday, November 28, 2009

Arîf Cebo Raporta Human Rights Watch’a li ser Kurdên Surîyê Dinirxîne



27/11/2009

Arîf Cebo

Arîf Cebo

Di hevpeyvîna hevkarê me Robin Reşvan de, rojnamevan û dadnas Cebo raporta Rexistina Human Rights Watch, jibo Dengê Amerîka dinirxîne. Birêz Cebo dibêje, girîng e ku rexinstineke mezin û navdar, raporteke ûsa fireh derheqa rewşa Kurdên Surîyê biweşîne. Cara yekê ye ku raporteke ûsa bi kurbûn û hurbûn li ser rewşa Kurdan tê weşandin. Ez hêvîdar im ev raport bandoreke erênî bike, li ser paşeroja Kurdên Surîye. Dema, li perçeyên din pêşveçûn di pirsa Kurdî de çê dibin, li Surîyê rewşa Kurdan paşde dihere.

Birêz Cebo ku, di heman demê de serokê Navenda Kurdî jibo Lêkolîn û Şîretvanîyê ye (http://www.yasa-online.org) dibêje, gava rexistinên navnetewî yên mafê mirovan, wek Human Rights Watch, Amnesty International raportek amade dikin, bi gelek zimanên cihê li seranser cîhane belav dikin. Loma jî ev raport dikane hinek ser êşî çêke jibo rejîma Surîye. Dîsa, hikûmetên ku têkîlîyên wan ligel Surîye hene jî, mecbûr dimînin ku li ser pirsa Kurd û mafê mirovan bisekinin.

Gelî guhdarên hêja, hekû bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerema xwe lînka destê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Dagirtin (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment