Thursday, November 26, 2009

ÊRÎŞÊN NIJADPEREST ÊN LI DIJÎ KURDAN

ÊRÎŞÊN NIJADPEREST ÊN LI DIJÎ KURDAN

Rayedar û siyasetvanên tirk wekî ku ketibin pêşbaziyê kurdan hedef nîşan didin û nijadperest jî êrîşan dikin.

Piştî êrîşa dawiya hefteyê ya li Îzmîrê, doh bi şev jî, li Çanakkaleyê êrîşên li dijî kurdan pêk hatin.

Nêzî 2 hezar û 500 nijadperestî bi heqeretên li dijî kurdan, êrîş birin ser malên kurdistaniyan.

Êrîşa li dijî kurdistaniyan doh bi şev li navçeya Bayramîçê pêk hat.

Hewldanên lînçkirina kurdan, li otogara Bayramîçê, dema polîsan xwest bi awayekî kêfî 3 ciwanên kurd bigirin binçavan dest pê kir.

3 ciwanên kurd ên bi navê Taner Demîr, Tîmûr Ozkan û Mehmet Başaran li ser hewldana binçavkirinê, bi polîsan re nîqaş kir.

Kesên li derdorê jî tevlî nîqaşê bûn û ev nîqaş jî di demeke kin de vegeriya hewldana lînçkirina kurdistaniyan.

Polîsan 3 ciwanên kurd girtin binçavan, nêzî 2 hezar û 500 kes di demekî kin de li ber Muduriyeta Polîsan kom bûn û xwestin ciwanên kurd radestî wan bên kirin.

Girseya nijadperest ya êrîşkar dûre jî, bi gotina siloganên li dijî kurdan, ber bi taxa Harmanliyê ve ya ku kurd lê dimînin meşiyan û li wir êrîş birin ser malên kurdistaniyan kirin.

Polêsên tirk ên di destpêkê de, bi kêfxweşiyê li êrîşê temaşe kir, piştî mezinbûna êrîşê, neçar ma dest werde girseyê.

Lê belê ji ber ku nekarî girseyê belav bike jî, ji cendirmeyan û polêsên Çanakkaleyê piştgirî xwest.

Di êrîşên heta saetên sibê de, camên malên gelek kurdistaniyan hatin şikandin û aloziya li navçeyê hê dewam dike.
Nijadperestan dawiya hefteyê li Izmîrê êrîşî karwanê maşînan ê DTP'ê kiribû.

Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan û alîkarê wî Cemîl Çîçek jî, xwedî li êrîşkaran derketibûn û DTP'yî hedef nîşan dabûn.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment