Tuesday, November 24, 2009

Jinên kurd ên mexdûrên koçberiyê jî dewletê samîmî nabînin

Jinên kurd ên mexdûrên koçberiyê jî dewletê samîmî nabînin
Jinên kurd ên di encama koçberiya neçarî de hatine li Edeneyê cih bûne û li cûyên avadaniyê yên DSÎ'yê yên li Gundê Karagoçera Navçeya Tuzlaya Edeneyê dixebitin, di konên ava kirine de di nav şert û mercên giran û dijwar de jiyana xwe didomînin. Jinên kurd ku bi mixabin, êş û hestên xwe tev li hêviya vegera gund dikin, li benda vegera gundan e. Bes jinên kurd balkişandin ser polîtîkaya hikûmetê û anîn ziman ku ji ber bêsamimiyetê ev hêviyên wan kêm dibin.

Jinên kurd ên di encama koçberiya neçarî de hatine li Edeneyê cih bûne û li cûyên avadaniyê yên DSÎ'yê yên li Gundê Karagoçera Navçeya Tuzlaya Edeneyê dixebitin. Jinên di konên ava kirîn de jiyana xwe didomînin, rastî gelek pirsgirêkên jiyanî tên. Jinên di seatên sibê zû de tên serkar heta êvarê bênavber xebatê dimeşînin. Jinên êvaran li malê jî cardin bi hemû kar û xebatên wekî şûştikan kincan, çêkirina xwarinê, kişandina avê û paqijiyê re eleqedar dibin, ji kesîretê dikevin. Ji van jinan yek jî Narinç Gunduz a 20 sale di van konan de dijî ye. Gunduz ligel malbata xwe ya cerdevanî qebûl nekirî û ji Bajaroka Dêrgula Şirnexê hatiye li Gundê Karagoçera Tuzlaya Edeneyê cih bûye. Gunduz bi gotina, "Leşkeran nehişt em tiştek hildin. Tevan benzîn rêtin ser û şewitandin" dest bi serpêhatiya xwe ya koçberiyê dike.

'Hêviya vegera gundan kêm dibe'

Gunduz ku niha 7 zarokên we hene, li zeviyan dixebite û hewil dide debara malbata xwe bike. Gunduz diyar dikeku ev 20 sale seat di 05.007an de diçin ser kar û heta êvarê dixebitin. Gunduz diyar kir ku niha wekî heqdestê rojê 18 TL'yan digirin. Li derdorên konên me coyên avê hene. Bi taybetî zivistanê ji ber baranê me pir ji hilçûna bendavan ditirsin. Di rojên baranê de jî em ji ber lehiyê ditirs in. Rojên baran dibare xew nakeve çavên me. Dema şev baran dibare em heta sibê hişyar dimînin. Em seviyeya avê teqîb dikin. Ji xwe lehî rabe jî cihek em birevinê tune ye. Em havînê ji ber germê zivistanê jî ji sermayê her tim nexweş in. Li zeviyan heta çongê me dikevin heriyê. Dema em tên jî cardin karê malê li benda meye û heta derengî şevê em dixebitin." Gunduz diyar kir ku dixwazin êdî vegerin gundê xwe û wiha domand: "Em li gundê xwe bûne me ev qas rezalet nedikişand. Em nîqaşên çareseriya pirsgirêka kurd dişopînin. Lê dewlet naxwaze şer biqedîne. Ji ber vê yekê hêviya me ya vegera gundan kêm dibe."

Azîme Metîn jî ji heman gundî koçberî xeribiyê bûye. Metin ev tişt gotin: "15 sal berî niha em ji ber zilmê reviyan. Em li vir cih bûn lê niha em eziyetek din jî dikişînin. Hêviya me cardin vegera gundan e. Lê wisa xuya ye ku dewlet dest ji israra kuştinê bernade." Sakîne Demîr, Bedriye Korkmaz, Halîme Gundu jî xwedî heman serpêhatî, êş, daxwaz û hêviyan e. Jinên heqê keda xwe ji zeviyan nikarin bigirin, tirkî nizanin, her tim rastî avirên biçûkxistinê tên, di bin barek giran de li hêviya vegera gundan e.

© Roj Tv

No comments:

Post a Comment