Tuesday, November 24, 2009

‘Şertên Ocalan hinceta aloziyê ne’



24/11/2009

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û Parlamenterên DTP'ê, di çarçoveya ger û geşta Herêma Egeyê de çûn Aydinê û ji aliyê 10'ê kesî ve hate pêşwazîkirin. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, diyar kir ku bi înkarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Turk bal kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan 11 sal e bi tena serê xwe di Gireva Îmralî de dimîne. Li şûna ku şert û mercên Ocalan baş bikin odeya wî ji 11 metreqareyan daxistin 6 metreqareyan. Ma ev yek ne tevlihevî sor kirin?"
Heyeta DTP'ê serê sibê li Aydinê ji aliyê 10 hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştî heyetê bi konvoya mezin li nava bajêr tûr avêt derbasî Bajaroka Ovaeymurê bûn. Heyeta DTP'ê li Bajaroka Ovaeymurê ji aliyê 10 hezar kesî ve bi pankarta "Ciwanên ku li Aydinê Azad dibe, amadeye ku ji bo aştiyê şer bike" û "Birêz Hevserokê hûn bi xêr hatine herema me" hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de wêneyê Ceylan Onkol ê mezin hate vekirin.
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk xîtabî girteyê kir. Dema Turk dest bi axaftinê kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Destê dirêjî DTP'ê bibin dê bişkên" û "Êrîş me têk nabin" hatin berzkirin. Turk, bi kurdî girse silav kir û diyar kir ku gelê kurd ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bedelên mezin dane. Turk, da zanîn ku ew ji bo li van bedelan xwedî derkevin têkoşîna xwe dimeşînin û wiha got: "Gelê kurd dê teqez vê têkoşîna xwe bibe serî û dê bi ser bikeve. Ligel hemû astengî, lêdan, kuştin, girtin û pişaftinê kurdan serê xwe netewand. Ji niha û şûnde jî tu êrîş û zordarî nikarin kurdan ji têkoşîna wan dûr bixin. Turk, bal kişand ser 'Komkujiya Dêrsimê û wiha dom kir: "Di serhildana Dêrsimê de ji ber ku nasnameya kurdîtî û elewîtiyê komkujî pêk hat." Turk, hewldan û nêzîkatiya AKP'ê ya li dijî kurdan jî rexne kir û anî ziman ku hewildanên AKP'ê ji xapandinê wêdetir ne tiştekî din e û wiha axivî: "Hikûmet di tasfiyekirina kurdan de israr dike. Em jî ji înkar û îmhayê re dibêjin na. Ji bo çareseriyê duristî û rastî lazim e. Em ji Serokwezîr dipirsin û dibêjin Hûn ê kê tasfiye bikin? Hûn nikarin gelê kurd Tasfiye bikin.”

Înkara PKK’ê û Ocalan...
Turk di axaftina xwe de diyar kir ku "du serokwezîr hene" yek ji van dibêje bila "Mirin rawestin" yê din dibêje bila "operasyonan bidomin" û ji van serokwezîrane kijan yê rast û yê herêmê ye. Turk, careke din hikûmet hişyar kir û xwest hasasiyetên kurdan li ber çav bigirin Turk wiha dom kir: "Dema ku hûn aktorên vê tekoşînê înkar bikin, partiya me ya 2 milyon deng girtî înkar bikin, hûn di çareseriyê de samîmî nabin. DTP ji bo çareseriyê di nav hemû helwestan daye. Partiyekî ji bo çareseriyê projeyên xwe dana ye holê ye. Vîna gel e. Hûn nikarin vê partiyê înkar bikin. Ez dibêjin dema ku hûn PKK'ê û Birêz Abdullah Ocalan înkar bikin hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Dema ku em vê yekê dibêjin partiyên din giliyan li me dikin ku di bêjin çareseriyê li ciheke din digerin. Lê em ya rast dibêjin. Partiye me li hemberî pevçûna di gelên bira ne. Lê, kurd muamelaya kole û began qebul nakin. Em naxwazin ne gerîla ne leşker û polîs bên kuştin. Huquqekî biratiyê heye. Yek du wekî hev qebul bikin hurmetê ji bo yek du birgin. Dema ku ev yek bê kirin dê çareserî pêkbê. Em li benda şertên jiyana birêz Abdullah Ocalan yê ev 11 sale bi tena serê xwe li Îmraliyê tê girtin sererast bikin bûn. Lê piştî 5 kesên din jî birîne wêrê, hucreya wi ya berê ya 12 metrkare hin pêçûktir kirin û kirine 6 metrekare. Ev nêzîkahiye provokasyon nebe çiye"

‘Em ji girtinê natirsin’
Turk hikumet bi van gotîne careke din hişyar kir: "Ya hûnê polîtqayên rast danên holê yan jî êdî hûn kurdan bi gotinên xweşik na xapînin." Turk destnişan kir ku ev têkoşîn tenê ya Hevserokên DTP'ê nîne û wiha domand: "Li vir 200 hezar kurd dijîn. Ev yeke ji dibe 100 hezar deng. Lê dema ku em di hilbijartinan de 20-30 hezar dengan bistinin dê çawa serbikevin? Divê em vê têkoşînê bikin ya gel û divê em bi serbikevin. Hûn dê di sandiqê de vina xwe danin holê." Turk, êrîşa li dijî konvoya wan hati jî bi birxist û diyar kir tu caran êrşên bi vî rengî wan têk nabin û wiha berdewam axaftina xwe kir û got, em li gorî dek û dolabên wan tevnagerin." Turk, da zanîn ku çareseriyekî bê kurd û bê muxatab pêknayê û wiha got: "Em amadene ji bo têkoşînê. Lê heya hûn muxatabên pirsgirêkê li ber çav negirin hûn nikarin tu çareseriyan pêk bînin. Bêyî kurd tu çareserî pêk nayê. Wekî minakên cihanê yên mina Afrîkaya Başûr, Îspanya û Îrlanda yê heya muhatabên pirsgirêkên neyên cem hev tu çareserî pêk nayê. " AYDIN (DÎHA)

No comments:

Post a Comment