Sunday, November 29, 2009

Şahidên Kamkujiya Dêrsimê: Mirov dan ber guleyan û avêtin çem

Şahidên Kamkujiya Dêrsimê: Mirov dan ber guleyan û avêtin çem

Previous - Next
Piştî Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen 'Komkujiya Dêrsimê' parast mijara Serhildan û komkujiya Dêrsimê dîsa ket rojevê. 'Komkujiya Dêrsimê' ku piştî Serhildana Dêrsimê ya sala 1938'an pêk hat bi 10 hezaran mirov hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar mirov, li gorî daxuyaniyên gelê herêmê jî 70 hezar mirov hatin kuştin û çem û rûbar xwîn herikîn. Di ser hildana Dêrsimê de 71 salek derbas bû. Her çiqas 71 salek di ser bûyerê re derbas bûbe jî miovê bûne şahiyê bûyerê wahşeta wê demê gav bi gav vegotin û dîsa bûyer li ber çavan zindî kirin. Şahidan diyar kir ku wê demê mirov di odeyan de kom dikirin û didan ber keleş û çekên otomodik û gulebaran dikirin, piştre davêtin çal û koncalan.

Piştî di sala 1923'an de komar ava bû Elevî-Kizilbaş ketin nava heviya pêşerojek azad. Ev heviyên wan di sala 1937-38'an de bi destê dewletê bi "Komkujiya Dêrsimê" bi xwînê sor bû. Di serî de li Koçgirî, piştre li Pulumurê herî dawî jî li Dêrsimê elewî rastî qetlîamê hatin. Hîn êş û jana vê komkujiyê nehatiye jibîrkirin Cîgrê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen di 10'ê mijdarê de komkujiya Dêrsimê parast. Li gorî daxuyaniyên fermî 16 hezar, li gorî şahid û daxuyaniyên gel nêzî 70 hezar mirov hatin kuştin. çem, rûbar û dol tev xwîn herikîn. Kesên bûn şahidê bûyerê û bi birîndarî xilas bûn hîn ew dîmena sala 1938'an ji ber çavê wan neçûye. Li gel 71 salek di ser bûyerê re derbas bûye wekî îro duh pêk hatibe tê bîra wan. Welatiyên bûne şahidê bûyerê ji mere çavdêrî û serpêhatiyên xwe vegotin.

Kalê 82 salî Huseyîn Gul, serpêhatiya komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an wiha vegot: "Leşker hatin gund û kî diket ber wan dikştin. Leşker piştî hatin gundê me Demenanê em ji gund reviyan. Em çûn Gundê Kavunê. Gundê me tev dan ber agir û şewitandin. Piştre leşker hatin Gundê Kavûn û gotin gundiyê Demenan di nava we de hene? Wê rojê leşkeran nêzî 40 kesên Demanan ku zarok û jin ji di navde kom kirin û birin. Em birin Rûbaroka Harçîk û li wir em dan ber gulelayan. Gule li me barandin" Gul, anî ziman ku gule wekî baranê bi ser wan de dibariyan û wê demê we ji çenga, pişt û milê xwe de birîndar bû. Gul, serpêhatiya xwe wiha vegot: "Em êvarî tev kom kirin û birin rexê çem û em dan ber guleyan. Dema ez birîndar bûm min xwe avêt erdê û min xwe kir wekî miriyan. Leşker hatin kesên kuştin tev avêtin bin kevir û latan. Ez jî avêtim nava avê. Ji bo ez di nava avêde nefetisim min di ber xwe da. Ez nêzî 200 metreyî ber bi avê çûm. Piştre min xwe bi kevirekî nava avê girt û ez derketim ser kevir. Ez derketim ser kevir û rawestiyam. Hîn dengê teqîna guleyan tê."


'Me xwe avêt çiyê û em xelas bûn'

Gul, da zanîn ku dema ew li ser kevir rawestiya bû birîndarekî din di nava avê de di cem wî re derbas bû. Gul, anî ziman ku dema wî destê xwe dirêjî kesê birîndar kir, wê demê birîndar jî destê xwe dirêjî wî kir û ji nava avê derxist. Gul, serpêhatiya xwe wiha got: "Piştî min ew ji nava avê derxist û kişand ser kevir. Min dît ku xaltiyê min e. Ew jî wekî min 10 salî ye. Bi giranî birîndar bibû. Ji serê xwe milê xwe û sînga xwe birîndar bibû. Piştî em demekê sekinîn ji bo em biçin dervê çem me dîsa xwe avêt nava avê û me avjenî kir. Piştî demekê me xwe gihand rexê çem. Em çûn bi n darek biyê û heta sibê man. Heta 4 rojan me xwarin nedît. Me tenê av vexwar. Piştî roja 4'an xaltiyê min mir." Gul anî ziman piştre bi birîndarî çû çiye û li wir rastî kesekî ji eşira xwe hatiye û piştre xilas bûye. Gul, anî ziman ku wê demê gelek mirov hatin kuştin û ew tu carî bûyerê ji bîr nake.

'Bavê mîn li qerqolê dervekirin'

Jina bi navê Beser Gul ya di sala 1924'an hatiye dinê û niha 87'ê salî jî wiha got: "Ez wê demê 14 salî bûm. Em wê demê li Gome Derweşê dijîn yê navê wê yê niha Taxa Esen Tepe. Leşkeran bavê min gazî kire qerqolê. Bavê min çû qerqolê, piştre jî me tu agahî jênegiritin. Birayên min ji bo agahiyekê bigirin çûn qerqolê. Wê demê leşkeran gote biryarên min 'Bavê we li qerqolê darvekirin, neçin dê we jî darvebikin' Min jî xizmên xwe di komkujiyê de windakirin."

'Hemû malbata min kuştin ez jî birîndar bûm'

Welatiyê binavê Bago Polat yê di sala 1928'an hatiye dinê û niha 82 saliye jî wiha got: "Wê rojê leşker hatin gund nêzî 30, 40 kesî ji gund birin. Leşkeran gote me 'Em dê we koçber bikin' Me di got dê me bibin koçberiyê, em ketin pêşiya wan. Em birin Herêma Taxtiqalê ya li ber Ava Harçîkê. Êdî dinya tarî dibû, li hemberî me 4 çekên makînelî yên giran danîn. Piştre jî em hemû gulebaran kirin. Di dema gulebarandinê de day,bav, 2 xwîşkên min û birayê min hebûn. Wê demê min destê xwe danîbû ser serê xweşîka xwe digirt. Gul hat serê xwîşka min ket û serê wê parçe parçe kir. 2 tiliyên min yê destê min yê rastî jêkirin û ez li ser hişên xwe çûmbûm." Polat, ani ziman ku ji malbata wi tu kes najî û wê roj hemû malbata wi hate qetîlkirin.


'Hemû kes kuştin, dewlet niha jî înkar dike'

Polat, destnişan kir piştî gulebarandinê leşkeran hemû cenaze bi kêrên çekan kontrol kirin ka kesek dijî an ne. Polat, bilêv kir ku leşkeran hemû cenaze avêtin avê û wekî ew jî miriye avêtin avê û wiha domand: "Wê rojê bilî min û Huseyîn Gul tu kes sax nema. Piştre me xwe ji avê xilaskir û em çûn çiya. Em çûne cem kesên li çiyayan berxwe dikin. Em bi wî şeklî xilas bûn. Piştî efû derket em vegeriyana bajar. Dewletê hemû kes qetilkir û niha jî înkar dike. Tiliya Ataturkê jî di nav de bû. Di gotîn ataturk nexweş bû lê ez bawer nakim. Dema ku rayedarekî dewletê bê ez dê însanên me çawa qetîlkirine hemûyan yêk û yek nîşan bidim."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment