Friday, November 27, 2009

SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

Rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş nîne.

Ocalan, veguhestina xwe ya zindana nû weke darbeyekê bi nav kir û got; bi şidandina tecrîtê, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê jî xerabtir bûne.

Ocalan zindana nû şiband çala mirinê û got; ez his dikim ku şane û hucreyên mejiyê min dimirin. Ji lewra ez nizanim ez ê çiqasî karibim di van şert û mercan de li ber xwe bidim.

OCALAN: 'GUHERTINA CIHÊ MIN DARBEYEK E'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anîn û got ku, bi guhertina cihê wî, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gihîştine asteke xeter.

Ocalan bal kişand ser şertên dijwar ên li girtîgeha nû û got şertên dijwar hucreyên mêjiyê wî dikujin.

Ocalan cara yekemîn pirsgirêkên tenduristiya xwe ev qas berfireh anîn ziman û wiha got:

"Bêhewatî bandorê li hemû fonksîyonên bedena min dike. Tê zanîn, dema mirov bêhewa bimîne, hucreyên mêjiyê wî dimirin. Ez jî li vir hîs dikim ku, ji ber bêhewatiyê hucreyên mêjiyê min dimirin. Serê min diêşîne. Ev yek konsantreya min xera dike. Ev rewş min eciz dike û bandorê li mêjiyê min dike. Rewşa wekî nîv mirî û nîv ji xwe çûyî ye. Ez li vir nîv ji xwe çûyî û bi awayekî nîv-mirî dijîm. Nizanim, ezê çiqasî karibim li hemberî vê li ber xwe bidim û çiqasî karibim di bin van şertan de bijîm."

Ocalan bi bîr xist ku cihê nû, ji yê berê xerabtir e û anî ziman ew ji ber sîstema hewadarkirinê û tengbûna cih, nikare hereket bike.

Ocalan da zanîn pirsgirêka hewayê bandor li hemû jiyana wî dike û xetereya wê jî bi van gotinan anî ziman:

OCALAN: REWŞA MIN, JI SEDÎ 25
QONAXA KESÊ KU TÊ ÎDAMKIRIN E'

"Çawa girtiyek di dema dardekirinê de, ji ber êşa mirinê xwe dişidîne û beriya mirinê dayina nefesa dawî diqilqile, rewşa min jî dişibe kesekî wisa. Tê zanîn, dema mirovek tê dardekirin, reaksiyona destpêkê şidandina bedenê ye. Ev ji sedî 25'ê qonaxa mirinê ye, pişt re jî mirin temam dibe. Ji ber vê beşa reaksiyona destpêkê ya kesê tê dardekirin şidandina bedenê ev qonaxa ji sedî 25'ê ye. Rewşa min a niha jî, wekî dema qonaxa ji sedî 25'ê ya dema xweşidandinê ya kesê tê dardekirinê ye. xweşidandina min a niha, qonaxa ji sedî 25'ê jiyana dardekiriyekî îfade dike. Tê zanîn, dema ku Sadam Huseyîn hate dardekirin, di nava 3 deqeyan de mir. Rewşa min a li vir, her roj, bi vî rengî, bi dehan caran dardekirin e. Ez ji dardekirinê jî, natirsim. Ez, ew xweşidandina ku Sadam 3 deqeyan jiya, li vir 24 saetan dijîm'.

Ocalan destnîşan kir ku klîmaya Grava Îmraliyê û dengê jenaratorê jî wî eciz dike û got: 'Mendres li vir nekarî 24 saetan bisekine, lê belê ez bi xwe, 11 salin li vir li ber xwe didim'.

Ocalan gotinên xwe wiha dewam kirin.

OCALAN: 'CIHÊ MIN WEKÎ KU ÇALAKÊ MIRINÊ BE
BÊHEWAYÎ HUCREYÊN MÊJIYÊ MIN DIKUJIN'

"Eger baweriya min a evqasî xurt tinebûya, ezê li vir biketema nav hewldanên çalakiyên întiharwarî. Hevalên wekî Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş çalakiyên greva mirinê yên wekî întiharwarî pêk anîn. Ez li hemberî berxwedana van hevalan bi hurmet û bi berpirsyar im, li hemberî gel berpirsyariyên min hene. Jixwe li hemberî van nirxan, baweriya min ya evqas xurt tinebûya, min ê nekariya li vir evqas li ber xwe bidim û ketibama nav çalakiyên întiharwariyê. Helbet li vir dibe ku ez her kêlî bi mirinê re rû bi rû bimînim. Wê bandora mirina min mezin be, wê kaosek rû bide. Pişt re jî wê pêvajoyeke bi xwîn rû bide, aloziyên mezin biqewimin. Ez li vir her roj di bin berpirsyariyeke mezin de, ji bo têkoşîna gel dijîm. Têkoşîn û jiyana min a bi rûmet ya ji bo gel wê dewam bike. Lê belê ev jî rastiyek e. Cihê min yê niha, wekî çalakê mirinê ye. Ez vir wiha bi nav dikim. Li vir nefes-girtin û dayina mirovekî jî zehmet e. Bêhewatî hucreyên mêjiyê min dikujin. Ez mirina hucreyên mêjiyê xwe hîs dikim'.

Ocalan ji ber pirsgirêkên tenduristiya xwe û şertên êşkenceya dijwar ên li Îmraliyê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Ewrûpayê CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê berpirsyar girtin.

Ocalan, veguhestina xwe ya zindana nû weke darbeyekê bi nav kir û got: ew nikare veguhestina xwe ya zindana nû bi Tirkiyê tenê rave bike.

Ocalan xwest mijara veguhestinê were zelalkirin û got; divê CPT bi lez mijarê lêbikole.


OCALAN: 'BERPIRSYARÊN ŞIDANDINA TECRÎTÊ CPT Û DMME YE'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dijwarkirina şertên Îmraliyê û guhertina cihê xwe, CPT'ê û DMME berpirsyar girtin.

Ocalan wiha dewam kir:

"CPT û DMME'yê girtîgeha nû pêşniyar kir. Ev projeya wan e. Ji şertên vê derê û bi vî rengî hiştina min ya li vir, ew berpirsyar in. Dîsa dibêjim, ji şertên min yên li vir CPT, DMME, yanî Ewrûpa berpirsyar e. Wan xwest û ev girtîgeh hate avakirin. Vir projeyeke wan e û her tişt di bin agahdariya wan de hate çêkirin. Divê herkes vê heqîqetê bizane."

Ocalan bi bîr xist CPT û DMME'yê berê derbarê şertên vê derê de, raporek dabû û xwest ku CPT rojek ji ya din zûtir ji bo lêkolînekê biçe Îmraliyê û wiha dewam kir:

OCALAN: 'GUHERTINA CIHÊ MIN, KUŞTINEK Û DARBEYEK E'

"CPT'ê berê hat, li vir lêkolînek pêk anî. Wê xwest ez neqlî girtîgeha Tîpa F bêm kirim. Li ser daxwaza wan girtîgeha tîpa F û şertên tîpa F hatin afirandin. Ev hemû daxwazên CPT'ê ne. Ji min re gotin ku, wê şertên vir ji yên cihê berê baştir bin. Lê belê wisa nebû. Şertên vir ji yên cihê berê girantir in. Divê CPT were û berhema ku afirandiye bibîne. Ew nikarin me bixapînin û bila hewl nedin me bixapînin. Di 17'ê mijdarê de ez anîme vir. Ev darbeyek e. Guhertina cihê min, wekî darbeyekê dibînim û vê wekî darbeya 17'ê mijdarê bi nav dikim. Divê CPT were vir, kontrol bike. Wekî din nabe. Bila herkes vê wiha bizane. Ez dixwazim rewşa min were zelalkirin. Careke din dibêjim, ev hewldana kuştinê ye."


OCALAN: 'DIVÊ RAYA GIŞTÎ DAXWAZA ZELALKIRINA REWŞÊ BÎNE ZIMAN Û PÊVAJOYA TESFIYEYÊ JÎ BI AWAYEKÎ FIÎLÎ DEST PÊ KIRIYE'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî binpêkirinan û şidandina tecrîtê ev bang kir:

"Divê parêzvanên mafên mirov û hemû derdorên hestiyar li hemberî van binpêkirinan bikevin nava tevgerê. Bila bangên wekî 'rewşa Ocalan eşkere bikin' li sazî û derdorên pêwendîdar bikin. Divê pirsa li Îmraliyê çi dibe, bikin. Heta daxuyaniyeke zelal bigirin jî, dewam bikin. Divê ji CPT'ê bixwazin ku, ji xetayên xwe paşde vegere û başkirina şertên li Îmraliyê bînin ziman. Ji CPT'ê bibêjin, biçe rewşê bi çavên xwe bibîne. Bila berpirsyariyên CPT'ê bînin bîra wê. Ev wezîfeya wan e jî. Şertên min li holê ne. Ez li vir terkê mirinê kirime. Divê hemû dost û derdorên bi hestiyar û kurd vê rastiyê bibînin û îradeya xwe nîşan bidin. Ev pêvajoya tesfiyeyê ye. Divê herkes li gorî vê tevbigere. Pêvajoya tesfiyeyê bi awayekî fîîlî dest pê kiriye. Eger ev nayê fêmkirin û nayê dîtin, wê demê taluke mezin e."

SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
OCALAN: 'LI SER MIN LÎSTIKÊN BI HEZAR RENGÎ TÊN LÎSTIN'

Ocalan, bal kişand ser rola Îngilstan, Yekîtiya Ewrûpa, Yewnanistan, Emerîka û Îsraîlê ya di dijwarkirina şertên Îmraliyê de û got: 'Li vir rola Tirkiyê zêde nîne. Rola Tirkiyê tenê nobetdarî û gardiyanî ye'.

Ocalan ji hemû derdoran xwest rola nobetdarî ya Tirkiyê bibînin û got: 'Li ser min lîstikên bi hezaran rengî tên lîstin. Li hemberî dîlgirtina min, ji Tirkiyê tawizan digirin û hê jî hewl didin bigirin'.

Ocalan bal kişand ser taybetiyeke din a li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got:

OCALAN: 'ÎMRALI BI MUDAXELEYÊN
TAYBET Û JI YÊN DERVE TÊ RÊVEBERIN'

"Li vê girtîgehê ti kes bi serê xwe tevnagere û bi însiyatîfa xwe tiştekî nake. Min berê jî gotibû, ev der, bi mudaxeleyên taybet û ji derve tê rêveberin. Çi tê xwestin, ew tê kirin. Hemû hêz, tiştên dixwazin li ser min dimeşînin. Komployê bi vî rengî dimeşînin. 20 salin komplo heye û hê dewam dike. Diviyabû ev komplo bihata fêmkrin. Tiştên bi sed salan in nikarin ji Tirkiyê bigirin, bi bikaranîna rewşa min, ji Tirkiyê tawizan digirin. Ma ev hê jî nayê dîtin?"

Ocalan der barê lîstikên komlogerên navneteweyî de jî hişyar kir û di warê tesfiyekirinê de bal kişand ser rola dane AKPê.

Ocalan îşaret bi polîtîkayên AKP, CHP û MHPê yên hevdu temam dikin kir û xwest haya her kesî ji tehlûkeyê hebe.

OCALAN: GAV BI GAV PIŞTÎ TESFIYEYÊ
WÊ NAVÊ OCALAN BI KAR BÎNIN

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku komplogerên navneteweyî li ser navê wî timî ji Tirkiyê tawîz stendine.

Ocalan li ser plana tesfiyê jî weha got:

"Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Tirkiyê bîne ser a xwe AKPê bi her awayî bi kar tîne. Bi rêya min tawîzan digirin. Ez dîsa dibêjim; jixwe der barê min de biryara xwe dane. Dixwazin min li vir li derve bihêlin, bi destê Barzanî-Talabanî û bi wan kesên ji PKKê reviyane û li Başûr bi cih bûne, dixwazin PKKê tengav bikin û tesfiye bikin. Li ber çava ye, dixwazin bi ser DTPê de jî biçin, tengav bikin wê bikişînin cem xwe û ewê hewl bidin valatiyê jî bi Hak-Par û bi derdorên mîna Elçî tijî bikin. Ha divê ev rewş baş bê xwendin. Ev pêvajoyeke tesfiyê ye. Ha piştî ku ev tev bi cih anîn wê min jî li vir tesfiye bikin û wê Ocalanekî nû deynin şûna min! Navê Ocalan wê wisa bi kar bînin."

OCALAN: AKP DIXWAZE XWE WEKE HÊZA
ÇARESERIYÊ NÎŞAN BIDE Û TESFIYÊ BIMEŞÎNE

Ocalan di plana nû ya tesfiyê de mîsyona dane AKPê jî wiha anî ziman:

"Ya rastî AKP li pêşiya çareseriyê asteng e, lê wê weke hêza çareseriyê nîşan didin û bi wê dixwazin tesfiyê bi cih bînin. Bi ser te de tê, dibêje; ez ê te tesfiye bikim, bêguman ji bilî berxwedanê ti rêyeke din ji te re nahêle û divê tu li ber xwe bidî. Pirsgirêka man û nemanê, azadî û xweparastinê ye. Divê karibin bibêjin; em ji bo hebûn û azadiya li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Serokê FBI'yê hat Tirkiyê. Bala xwe bidinê, piştî ku ew çû Wezîrê Xebat û Bazirganiyê yê Îsraîlê hat. Niha jî wê Erdogan jî di meha Kanûnê de biçe Emerîkayê bi Obama re rûnê. Ev çûnûhatin hemû bi hev re têkildar in. Xebatên ji bo meşandina planekê xuya dikin."

Ocalan diyar kir ku wê di meha Kanûnê de mekanîzmaya sêalî wê bicive û di civîna xwe de wê li ser kampa Mexmûrê jî rawest e.

Ocalan bi bîr xist ku wî hefteya derbasbûyî jî ji bo Mexmûrê sê xetên sor destnîşan kirine û divê Mexmûr di vê çarçoveyê de tevbigere.

Ocalan bal kişand ser tehlûkeyên pêvajoyê û weha dewam kir:

"Divê her kes haya xwe ji tehlûkeya li bendê ye hebe. Ez bi ser wê zêhniyeta sivik û besîd ve diçim, ji ber ku ew zêhniyet bê rûmet e. Ez van zêhniyetan bi nav dikim. Naxwe niyeta min nîne ku heqaretê li şexsiyeta ti kesî bikim. Lê ez ji vê zêhniyetê gelekî bi hêrs im. Divê her kes vê wisa bizanibe. Ji bo asta tesfiye û tehlûkeyê bê zanîn ez van dibêjim."

Ocalan, navnîşana hevpar a çareseriyê dixetimîne AKP, CHP û MHP destnîşankir û bal kişand ser rola wan a hevdu temam dikin:

"Ya rastî, AKP gavek pêş du gavan paş ve diavêje. Fitlan dide xwe. Bahçelî çawa ku berê li pêşiya gelek tiştan asteng bû, îro jî dîsa asteng e. Îro bi şiklekî MHP ber û rê dide CHP û AKPê. Divê mirov vê pozîsyona Bahçelî baş bibîne. Ya rastî AKP, CHP û MHP bi rola xwe radibin ku ew rol dane wan. Bi CHPê dixwazin Elewiyan di destê xwe de bigirin. Bi MHPê dixwazin damara nasyonalîst di destê xwe de bigirin. Bi AKPê jî dixwazin Kurdan di destê xwe de bigirin.'

Ocalan, li ser Onur Oymen ê CHPî jî rawestiya ku di parlementê de nijadperestiya xwe nîşan dabû.


OCALAN: OYMEN HEQÎQETA CHP'Ê ANÎ ZIMAN
YÊN NE BI NAMÛS IN YÊN MÎNA KILIÇDAROGLU NE

"Oymen polîtîkayên rastî û xeta rastî ya CHPê eşkere aniye ziman. Dîsa Onur Oymen ji Kemal Kiliçdaroglu û ji Elewiyên din ên CHPî duristir e, yê CHPiyê birra Onur Oymen e. Yê ne durist in û ne bi namûs in kesên mîna Kiliçdaroglu ne. Yên bi dîroka xwe re îxanetê dikin jî ew bi xwe ne."

Öcalan her weha bal kişand ser êrîşên nijadperest ên dibin ser DTPê jî.

û got, DTP dek û dolabên ku li dijî wê têne gerandin nabîne.

Ocalan ji DTP xwest ku li hemberî lîstikan hişyar be.

OCALAN: DTP DEK Û DOLABÊN LI DIJÎ XWE NABÎNE
ARMANCA BIRRA TESFIYEKIRIN E

Ocalan di hevîdtinê de bal kişand ser dek û dolabên li dijî DTP ya rastî êrîşên nijadperest tê.

Ocalan weha bang li DTPyiyan kir:

"DTP'yî mirovên baş in, niyeta wan jî gelek baş e, ez hîç gumanê ji vê nakim. Lê DTP dek û dolabên li dijî wê tên gerandin, nabîne. Mînaka vê yekî ya herî hêsan jî bûyerên li Izmîrê ne. Dibêjin posterên Ocalan, vê dikin bahane. Ma Erdogan kor e? Yan kor e, yan jî bi zanebûn van dike. Çi eleqeya êrîşan bi min re heye?"

Ocalan anî ziman ku, hewl didin DTPê bikişînin nava sînorên ew destûrê didinê û got, DTP jî hebûna xwe bê-perwerde, rêxistin-nebûyî dewam dike û van tehlûkeyan bêhtir dike.

Ocalan weha peyivî:

"Îsraîlê ji bo eskerekî xwe hezar kes berdan. Tirkiye radibe, li DTP'yiyên çûn 8 eskerê wê anîn, dozê vedike! Va ye, divê haya DTP'ê ji vê lîstikê hebe. Lê haya wan ji ti tiştî nîne. Niha bi zorê ji wan dixwazin werin îfadeyê bidin. Niha wê bi zorê ji bo ku îfadeyê bidin wan bibin, sibe mumkin e bi awayên din bi ser wan de biçin."
OCALAN: EGER ÇÎÇEK BIŞOPÎNIN
DIKARIN BIBÎNIN PÊVAJO BER BI KU VE DIÇE

Ocalan got, dixwazin DTP, di warê siyasî de tengav bikin û anî ziman, eger daxuyaniyên Cemîl Çîçek werin şopandin, mirov dikare tê derxe ka pêvajo wê çawa bi pêş bikeve.

Ocalan got, dixwazin hin tiştan bi kar bînin, lê armanca esasî tesfiyekirina DTP'ê ye.

Ocalan hişyar kir ku piştî tesfiyekirinê wê hewl bidin ku valahiya siyasî bi kesên reviyane dagirin û anî ziman ku, Barzanî û Talabanî jî wê werin bikaranîn.

Ocalan ji bo vê pêvajoya xeter got "Kurdên ku nirx bi azadî û rûmeta xwe didin, divê vê pêvajoya tesfiyekirinê baş fêm bikin, hay jê hebin û ji hev der bixin. Pêvajoya tesfiyekirinê destpê kiriye. Divê êûdî haya wan ji vê hebe. Tesfiyekirinê destpê kiriye, lê weke ku haya kesî jê nebe."

Ocalan wekî din anî ziman ku 'li ser navê dewletê mumkin e hin kes bixwazin pirsgirêkê çareser bikin , lê ya rastî kesên siyasî yên mîna Erdogan, Baykal û Bahçelî, çaresernekirina pirsgirêkê ferz dikin.'

Ocalan xwest kurd li gorî xeta parastonê ya hevpar bi awayekî lezgîn Konferansa Neteweyî li dar bixin.

Ocalan herî dawî ev bang li gel kir:

"Ez vê yekê bi awayekî zelal dibêjim. Di serî de hevalên di girtîgehan de, bila ti kes ji bo min çalakiyên întîharwarî neke. Ne çalakiyên bi vî rengî, belê xurtkirina têkoşîna rewa û demokratîk dibe ku esas were girtin. Ez ê heta dawiyê hewl bidin pêdiviyên berpirsiyariya min girtî ser xwe pêk bînim. Heta bi nefesa xwe ya dawiyê ez ê têbikoşim, têkoşîna xwe ya bi rûmet dewam bikim. Ez ê ji bo gelê me bijîm. Pêşniyara min ji wan re helwest û têkoşîneke li ser vî esasî ye. Li ser vî esasî ez her kesî, gelê me silav dikim, cejna wan pîroz dikim."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment