Saturday, November 28, 2009

Coşgun Derheqa Êrîşên li Dijî DTP Diaxife



27/11/2009

Cemal Coşgun

Cemal Coşgun

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Cemal Coşgun, endamê Desteya Rêvebirîya Partiya Civata Demokratîk (DTP) bûyerên dawî dinirxîne. Rêzdar Coşgun li ser êrîşa li dijî DTP, ku li Îzmîrê qewîmîbû dibêje, êrîş berê de plankirî bû. Gava konvoya me ji firîngeh te û diçe nevenda partîyê, rastî êrîşê tên. Sedema wê êrîşê ev e ku, hinek kez naxwazin Kurd xwe rexistin bikin. Berpirsê wê yekê jî hikûmet e, jiber ku pîvanên rêk û nestandine û pêşî li wan êrîşana negirtine.

Cemal Coşgun bi tûndî bersîva serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dide, ku gotîbû sedema êrîşê bilind kirina rengên terorîstî ye. Coşgun dibêje, Kurd rengên kesk û sor û zer hez dikin û rengên partîya wan DTP jî her sê reng in. Jiber ku lambayên trafîkê kesk û sor û ze rin, hikûmet de wan rengana biguhere gelo?

Rêzdar Coşgun berdewam dibêje, rewşa sîyasî û aborî li Tirkîye, her wekî xwe ye û pêşveçûn tune ne. Dadgeh cezayê 6 meh zindanî kirine û her wiha, cezayê diravî li min birîye, jiber ku di dema hilbijartinên de, min li Îzmîrê bi Kurdî axaftinek kirîye.

Guhdarên delal, heku hun bixwazîn dirêjîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerem kin lînka destê rastê kilîk bikin.

hevpeyvîn
Dagirtin (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment