Thursday, November 26, 2009

Di roja li dijî sîdetê de rastî sîdetê hatin



26/11/2009

Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin kampanyaya “en ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye” ku bi dawî dibe û bi munasebeta 25’ê Mijdarê çalakiyên xwe didomînin. Jinan li Amed, Qilaban, Êlih, Riha, Enqere, Stenbol û gelek bajar û navçeyan çalakî li darx istin û bal kişandin şîdeta li hemberî jinan.
Li navçeya Qilabana Şirnexê endama Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) Muzeyyen Rustemoglu di daxuyaniya 25’ê Mijdarê de got ku kampanyaya ku wan di 25’ê Mijdara 2008’an de dabûn destpêkirin bi dawî dibe. Rustemoglu bal kişand li ser şîdeta li hemberî jinan. Daxuyaniya DOKH’ê li ber avahiya DTP’a Qilabanê hate dayîn û Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar û gelek jin beşdar bûn.
Her wiha zilaman jî piştgirî dan jinan. Di daxuyaniyê de pankart û dowîzên “namûsa me azadiya me ye”, “bila daik negirîn”, “jin, jiyan, azadî” hatin rakirin. Endama DOKH’ê Muzeyyen Rustemoglu ku li ser navê jinan daxuyanî da diyar kir ku ew weke jin di temeneke biçûk de têne zewicandin, mafên wan ê xebat û perwerdehiyê tê astengkirin û di nava çar diwaran de têne hepskirin. Rustemoglu got ku azadî girêdayî azadkirina kedê ye.
Piştî daxuyaniyê jinan dirûxmên “jin, jiyan, azadî”, “bijî têkoşîna jinan”, “bijî Serok Apo” berz kirin û piştre belav bûn.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment