Wednesday, November 25, 2009

Li gorî Erdogan faşîst mafdar in
Nivîskar Tsiatsan Dîrok: ÇarŞem, 25. Mijdar 2009
löjl
güncel AW - Piştî êrîşa komeke faşîst a li dijî DTPê nîqaşên li ser mijarê berfireh bûn. Li gorî Erdogan DTPê gelê Îzmîrê tahrîk kiriye û lewre êrîş pêk hatiye. Li gorî Bahçelî jî AKPê êrîş organîze kiriye. Rayedarên DTPê û saziyên kurd bi zimanekî tund helwesta hikûmet û Walîtiya Îzmîrê rexne kir.
ERDOGAN DÎSA KURD KIRIN HEDEF
Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan careke din DTP hedef nîşan da û êrîşên nijadperestan ên li hemberî konvoya DTPê rewa dîtin. Parlamentera DTPê ya Amedê Aysel Tugluk got: Heke kurd jî kesê negirin Amedê wê demê dê çi bibe? Divê dest ji neyartiya kurdan bê berdan.

�NIKARIN ALA KURDAN QEDEXE BIKIN
Parlamenterê DTPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî bi zimanekî tund bertek nîşanî gotinên Erdogan da û wiha got: Ne Serokwezîr û ne jî tu kesê din nikare ala me ya ku rengên wekê kesk û sor û zer in qedexe bikin. Dema mirov li Erdogan guhdarî dike mirov dibêje aqlê xwe xwariye.

JI AHMET TURK MÎNAKA MANDELA
Her wiha Hevserokê DTPê Ahmet Turk, diyar kir ku serokê PKKê Abdullah Ocalan muxatab neyê girtin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û destnîşan kir ku li Afrîkaya Başûr Nelson Mandela muxatab nehatiba girtin, pirsgirêka Afrîkayê nedihat çareserkirin...

Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan careke din DTP hedef nîşan da û êrîşên nijadperestan ên li hemberî konvoya DTP ê rewa dîtin. Parlamentera DTP ê ya Amedê Aysel Tugluk got, heke kurd jî kesê negirin Amedê wê demê dê çi bibe? Divê dest ji neyartiya kurdan bê berdan. Parlamenterê DTPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî got ku tu hêz dê nikaribin ala me qedexe bikin
Serokwezîrê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Lîbyayê li balafirgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên li hemberî DTP ê pêk hatîn rewa dîtin. Erdogan ê ku êrîşa li Stenbolê bi çifteyê li hemberî xwepêşandêrên kurd pêk hatî rewa dîtibû û wekî helwesta welatîbûnê nav kiribû; vê carê jî êrîşa li Îzmîrê li hemberî konvoya DTP ê pêk hatî rewa dît.

Dîsa hedef nîşan da
Erdogan wiha got: Alên rêxistineke derqanûnî û posterên serkêşê cudaparêziyê hildigirin. Divê destûr ji vê yekê re neyê dayîn. Em destûrê nadin. Li kîderê tiştekî wisa çêbibe, divê demildest mudaxele bê kirin û em ê mudaxele bikin.
Erdogan li dewsa êrîşên li hemberî xebatên partiyeke siyasî pêk hatîn rexne bike, bi vê daxuyaniya xwe piştgirî da wan êrîşan.

Bangî CHP û MHP ê kir
Parlamentera DTP ê ya Amedê û Berdevka Çapemeniyê Aysel Tugluk jî bi mebesta êrîşan û gotinên Erdogan ên van êrîşan rewa dikin anî ziman ku êrîş hatine plankirin. Tugluk wiha got: Alîgirên MHP û CHP ê li hemberî me hatine zêrandin û daxistine kolanê. Em ji wan dixwazin ku alîgirên xwe kontrol bikin. Bila tu kes kurdan bêxwedî nebîne. Kurd, gelekî bê rêxistin nîn e. Ev liv û tevger dê gelê kurd tehrîk bikin. Dibe ku nerazîbûna xwe ya demokratîk bi şêwayekî nîşan bidin. Heke sibê kurd jî nehêlin tu kes bikeve Amedê, dê çi bibe? Divê her kes dest ji neyartiya kurdan berdin.

Ala nayê qedexekirin
Parlamenterê DTP ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî bertek nîşanî gotinên Erdogan da û wiha got: Ne Serokwezîr û ne jî tu kesê din nikare ala me ya ku rengên wekê kesk û sor û zer in qedexe bikin. Kaplan got, qey Serokwezîr aqlê xwe xwariye. AMED

Ahmet Turk mînaka muxatabgirtina Mandela da
Hevserokê DTP ê Ahmet Turk, diyar kir ku Serokê PKK ê Abdullah Oclan muxatab neyê girtin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û destnîşan kir ku li Afrîkaya Başûr Nelson Mandêla muxatab nehatibûya girtin, pirsgirêk çareser nedibû.
Turk, li ser lîstik dek û dolabên desthilatdariya AKP ê jî rawestiya û bal kişande ser gotinên Erdogan û got: Birêz Erdogan, ne dilsozê çareseriyê ye, kuştinê derdixe pêşiya gelê kurd. Asîmîlasyon rengekî kuştinê ye. Erdogan asîmîlasyonê li ser gelê kurd ferz dike. Gelê kurd vê qebûl nake. Turk, siyaseta nijadperestî ya CHP û MHP ê jî bi zimanekî tund rexne kir û got: Bila baş bê zanîn ku, gelê me dikare xwe biparêze. Turk helwesta AKP ê ya ji bo Îmraliyê jî wekî provokasyon nav kir.

No comments:

Post a Comment