Friday, November 27, 2009

Nêçîrvan Barzanî: Divê dewleta Tirk bi PKK-ê re rûne



HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) --Serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê di hevpeyvîneka digel Kurdistan TV de got li gor ko ew dizane Tirkiye naxwaze PKK-ê di çareserkirina pirsa kurdî de wekî mixateb qebûl bike û got lê belê bi “îhmalkirina PKK-ê” jî pirsa kurdî bi temamî çareser nabe.

Nêrçîrvan Barzanî got di hevdîtina wî û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de ku berî demekê li Tirkiyeyê çêbûbû Erdoganî jê re got ko Tirkiye ji rêya vê prosesa nû venagere û dê berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî behsa hebûna hêzên cida li Tirkiyeyê kir û got divê PKK jî pozîtîv arîkariya vê prosesê bike ji ber ev guhertinên ku çêdibin herçend bi miqayeseyeka digel Kurdistana Iraqê biçûk jî bin ji bo Tirkiyeyê mezin in û berdewambûna prosesê di berjewendiya kurdên bakur û başûr de ye..
(ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment