Friday, November 27, 2009

Hikumeta AKP êrîşên hember Kurdan fît dike


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) --Rayedar û siyasetvanên tirk wekî ku ketibin pêşbaziyê kurdan hedef nîşan didin û nijadperest jî êrîşan dikin.

Piştî êrîşa dawiya hefteyê ya li Îzmîrê, doh bi şev jî, li Çanakkaleyê êrîşên li dijî kurdan pêk hatin.

Nêzî 2 hezar û 500 nijadperestî bi heqeretên li dijî kurdan, êrîş birin ser malên kurdistaniyan. Êrîşa li dijî kurdistaniyan doh bi şev li navçeya Bayramîçê pêk hat.

Hewldanên lînçkirina kurdan, li otogara Bayramîçê, dema polîsan xwest bi awayekî kêfî 3 ciwanên kurd bigirin binçavan dest pê kir. 3 ciwanên kurd ên bi navê Taner Demîr, Tîmûr Ozkan û Mehmet Başaran li ser hewldana binçavkirinê, bi polîsan re nîqaş kir.

Kesên li derdorê jî tevlî nîqaşê bûn û ev nîqaş jî di demeke kin de vegeriya hewldana lînçkirina kurdistaniyan. Polîsan 3 ciwanên kurd girtin binçavan, nêzî 2 hezar û 500 kes di demekî kin de li ber Muduriyeta Polîsan kom bûn û xwestin ciwanên kurd radestî wan bên kirin. Girseya nijadperest ya êrîşkar dûre jî, bi gotina siloganên li dijî kurdan, ber bi taxa Harmanliyê ve ya ku kurd lê dimînin meşiyan û li wir êrîş birin ser malên kurdistaniyan kirin.

Polêsên tirk ên di destpêkê de, bi kêfxweşiyê li êrîşê temaşe kir, piştî mezinbûna êrîşê, neçar ma dest werde girseyê.

Lê belê ji ber ku nekarî girseyê belav bike jî, ji cendirmeyan û polêsên Çanakkaleyê piştgirî xwest. Di êrîşên heta saetên sibê de, camên malên gelek kurdistaniyan hatin şikandin û aloziya li navçeyê hê dewam dike.
Nijadperestan dawiya hefteyê li Izmîrê êrîşî karwanê maşînan ê DTP'ê kiribû.

Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan û alîkarê wî Cemîl Çîçek jî, xwedî li êrîşkaran derketibûn û DTP'yî hedef nîşan dabûn.

Li Îzmîrê berteka li dijî Serokwezîr Erdogan û Wezîr Çiçek


Hewildana Koordînasyona Çareseriyekî Demokratîk, Tirkiyeykî Demokratîk a Îzmîrê, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek yên têkîldarî êrîşa li dijî DTP'ê ya li Îzmîrê pêk hatî de, dan. Hewildana Koordînasyonê xwest ku Erdogan, Çîçek, Waliylê Îzmîr û Midurê Polîsan ê Îzmîrê lêborîna xwe bixwazin.

Hewildana Koordînasyona Çareseriyekî Demokratîk, Tirkiyeykî Demokratîk a Îzmîrê, têkîldarî daxuyaniyên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan û Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek yên piştî êrîşa li dijî konvoya DTP'ê ya Îzmîrê pêk hatî, dayîn, şermezar kirin. Hewildanê li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di çivînê de DTP, BDP, SEH, SDP, EMEP, DDÎP, ESP, ÎHD, MESOP, KOZ, ODP, OSP Tevgera Eleviyan ya Demokratîk û Azad û nûnerên Komeleya Piştgirî û Dostaniyê ya Çandê ya Suryaniyan jî amadebûn. Li ser navê komê Endama Komeleya Piştgirî û Dostaniyê ya Çandê ya Suryaniyan Zeynep Tozduman, daxuyanî xwend. Tozduman, diyar kir ku bi salane di vî welatî de bi destê AKP, MHP û CHP'ê ximên faşîzmê tên avêtin.

'Cemîl Çîçek gefan dike'


Tozduman, ani ziman ku Serokwezîr Erdogan û Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek faşîstên li Îzmîrê êrîş li konvoya DTP'ê kirin parastine û wiha got: "Dema ku di dewletêkê de wezîrek raba êrîşa li hemberî gel hatî şermizar neke û kesên êrîkar biparêze tenê wateyek wê heye. Ev yek jî ew ku hajî van êrîşan heye. Cihê wezîr rabe gel rawestîne, alê DTP'ê bi awayekî din nîşan daye. Helwestên DTP''ê yê ji bo demokrasiyê û aştiyê wekî gefekî li hemberî DTP'ê bikar aniye û sedam girtinê nîşan daye. Wezîr bi vê yekê tenê gel kurd ne hemû hêzên demokrat jî bi awayekî xirab bandor kiriye. Dewlata gavên çareseriyê dana ye hol, êrîşa li hemberî kurdan şermezar bike, cihê wê faşîst parastine û ev yek wekî berteka gel nişan daye." Tozduman, destnişan kir ku di serî de Serokwezîr Erdogan, Cemîl Çîçek, Waliyê Îzmîr, Midurê Polîsan yê Îzmîrê,CHP û MHP suçdarin û wiha domand: "Divê ev derkevin ber gel û ji ber êrîşê lêborîna xwe bikin."

'Êrişên li dijî kurdan me dixin nava Fikaran'

Serokê Rêxistina DTP'ê ya Mêrdîn Davut Bozan, tekîldarî êrîşên li dijî kurdan daxuyanî da û anî ziman ku êrîşên li hemberî kurdan wan dixin nava tirs û fikaran.

Rêxistina DTP'ê ya Mêrdîn, têkildarî êrîşa li dijî konvoya DTP'ê ya li Îzmirê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku endam û rêveberên DTP'ê amade bibûn ji aliyê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Mêrdîn Davut Bozan ve hate xwendin. Bozan, bal kişand ser êrîşa li dijî konvoya DTP'ê ya Îzmirê û diyar kir ku li her derê Tirkiyeyê li dijî kurdan êrîş pêk tên. Bozan, anî ziman ku gelê kurd li hemberî van êrîşan dîsa di aştî û biratiyê de israr dikin. Bozan, destnîşan kir ku ev êrîşên dawî tirs û fikarên wan zêde dikin û xwest hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Bozan, da zanîn ku bûyerên xirab pêk werin hikûmet berpirsiyar e û xwest hikûmet rê li pêşiya van êrîşan bigre.

Li Êlih, Elezîz û Meletiyê êrîşa li dijî DTP'ê hate şermezarkirin


62 saziyên sivîl û civakî yên Êlihê êrîşa li dijî DTP'ê şermezar kirin û xwest hikûmet tedbîran bistîne. Rêxistinên DTP'ê yên Meletî û Elezîzê jî êrîş şermezar kirin.
Li Êlih, Elezîz û Meletiyê êrîşa li dijî DTP'ê hate şermezarkirin
62 saziyên sivîl û civakî yên Êlihê êrîşa li dijî DTP'ê şermezar kirin û xwest hikûmet tedbîran bistîne. Rêxistinên DTP'ê yên Meletî û Elezîzê jî êrîş şermezar kirin.

ÊLIH

Li Êlihê 62 saziyên sivîl û civakî ku ji ode, komele, kooperatif û partiyên siyasi pêk dihat li Salona Şaredariya Êlihê civîna çapemeniyê pêk anîn û êrîşên li dijî DTP'ê şermezar kirin. Li ser navê 62 saziyan Rêveberê Odeya Tabîban a Êlihê Mahmut Çîftçî, daxuyanî da. Çîftçî, diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd tê niqaş kirin de êrîşên li dijî kurdan û DTP'ê zêde bûne û ev yek wan dixe nava fikaran. Çîftçî, destnîşan kir ku li şuna Hikûmeta AKP'ê êrîşa li dijî DTP'ê şermezar bike û rê li pêşiya sorkirina bigre bi daxuyaniyên xwe bêtir tevliheviyê dike. Çîftçî, bal kişand ser êrîşa Çanakkaleyê jî û wiha got: "Li şûna êrîşkaran binçav bikin, maxdûran binçav dikin. Di bin çavan de îşkenceyê li wan dikin. Ev helwest bêtir êrîşkaran har dike. Bila tu kes li hemberî van êrîşan bêdengiyê ji gelê kurd hêvî neke." Çîftçî, destnîşan kir ku wekî saziyên sivil jî li hemberî van êrîşan bê deng namînin û ji hikûmetê xwest ku hemberî van êrîşan tedbîran bistîne.

Saziyên ku piştgirî dan daxuyaniyê wiha ne:

"Petrol-Îş, Egîtîm-Sen, Yapi-Yol Sen, Tum-Bel-Sen, Genel-Îş, Tek-Gida-Îş, Tes-Îş, ESM, SES, BTS, Haber-Sen, Dîves, Tarim Orkam-Sen, Memur-Sen, Egîtîm-Bîr-Sen, Saglik-Sen, Bem-Bîr-Sen, Toç-Bîr-Sen, Haber-Bîr-Sen, Ulasim-Bîr-Sen, Odeya Pîşesaz û Sinhetkaran, Odeya Kahvevanan, Odeya Firinvanan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyêş, Odeya Tabînan a Êlihê, Odeya Dermanfiroşên Êlihê, Odeya dolmîşan, Kooperatîfa Sanayê, Kooperatîfa Kefaleta Sanayê, Kooperatîfa Sanayîya Biçûk, Tum Koy-Sen, Komeleya Kantinvanan, Navneda Çandê ya Bahar, ÎHD, MAZLUMDER, GOÇ-Der, Nefel, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Diya-Der, Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Êlihê, TMMOB, Odeya Endezyarên Makineyan, BART, Komeleya Keyeyan, SELÎS, Odeya Hesabgirên Serbest, Komeleya Astengdaran, Odeya Çandiniyê, Hewildana Jiyandina Heskîfê, DTP, SP, Meclîsa Bajêr, Meclîsa Şaredariyê, Şaredarê Kercewsê, Şaredarê Hezo, Şaredariya Girê Sîra, Komeleya Tûrîzmê ya Êlihê, Vakfa Becirmanîyan, SHP û BES."

MELETÎ

Rêxistina DTP'ê ya Memetî jî li avahiya Rêxistina Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşa li dijî DTP'ê şermezar kir. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendî ya Meletî Zekî Kiliçgedîk, êrîşa li dijî konvoya DTP'ê ya Îzmîrê û li dijî kurdên Çanakalayê şermezar kir û anî ziman ku Midûriyeta Polîsan li hemberî van êrîşan bê deng dimîne. Kiliçgegedîk, anî ziman ku hikûmet û dewlet dixwaze bêyî vîna kurdan pirsgirêkan çareser bike û wiha got: "Em tu carî naxwazin mirov bêne kuştin û xwîn birje. Em her tim aştiyê dixawzin. Em mafê xwe yên mirovahî û demokratîk dixwazin." Piştre komê dirûşmeya "Destê dirêjî DTP'ê dibin bila bişkên" berz kir.

ELEZÎZ

Rêxistina DTP'ê ya Êlezizê jî li avahiya Rêxistina xwe daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên li dijî DTP'ê û kurdan şermezar kir. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendî Mehmet Kiliçtepe, hewildanên hikûmetê yên çareseriyê rexne kir û diyar kir ku hikûmet li ser navê çareseriyê êrîşên li dijî kurdan û saziyên kurdan zêde dike. Kiliçtepe, anî ziman ku ew tu carî êrîşên li dijî DTP'ê û gelê kurd qebûl nakin û li hemberî van êrîşan dê bêdeng nemînin.
(Dîha / ajansan)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment