Thursday, November 26, 2009

Li Êlih, Elezîz û Meletiyê êrîşa li dijî DTP'ê hate şermezarkirin

Li Êlih, Elezîz û Meletiyê êrîşa li dijî DTP'ê hate şermezarkirin
62 saziyên sivîl û civakî yên Êlihê êrîşa li dijî DTP'ê şermezar kirin û xwest hikûmet tedbîran bistîne. Rêxistinên DTP'ê yên Meletî û Elezîzê jî êrîş şermezar kirin.

ÊLIH

Li Êlihê 62 saziyên sivîl û civakî ku ji ode, komele, kooperatif û partiyên siyasi pêk dihat li Salona Şaredariya Êlihê civîna çapemeniyê pêk anîn û êrîşên li dijî DTP'ê şermezar kirin. Li ser navê 62 saziyan Rêveberê Odeya Tabîban a Êlihê Mahmut Çîftçî, daxuyanî da. Çîftçî, diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd tê niqaş kirin de êrîşên li dijî kurdan û DTP'ê zêde bûne û ev yek wan dixe nava fikaran. Çîftçî, destnîşan kir ku li şuna Hikûmeta AKP'ê êrîşa li dijî DTP'ê şermezar bike û rê li pêşiya sorkirina bigre bi daxuyaniyên xwe bêtir tevliheviyê dike. Çîftçî, bal kişand ser êrîşa Çanakkaleyê jî û wiha got: "Li şûna êrîşkaran binçav bikin, maxdûran binçav dikin. Di bin çavan de îşkenceyê li wan dikin. Ev helwest bêtir êrîşkaran har dike. Bila tu kes li hemberî van êrîşan bêdengiyê ji gelê kurd hêvî neke." Çîftçî, destnîşan kir ku wekî saziyên sivil jî li hemberî van êrîşan bê deng namînin û ji hikûmetê xwest ku hemberî van êrîşan tedbîran bistîne.

Saziyên ku piştgirî dan daxuyaniyê wiha ne:

"Petrol-Îş, Egîtîm-Sen, Yapi-Yol Sen, Tum-Bel-Sen, Genel-Îş, Tek-Gida-Îş, Tes-Îş, ESM, SES, BTS, Haber-Sen, Dîves, Tarim Orkam-Sen, Memur-Sen, Egîtîm-Bîr-Sen, Saglik-Sen, Bem-Bîr-Sen, Toç-Bîr-Sen, Haber-Bîr-Sen, Ulasim-Bîr-Sen, Odeya Pîşesaz û Sinhetkaran, Odeya Kahvevanan, Odeya Firinvanan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyêş, Odeya Tabînan a Êlihê, Odeya Dermanfiroşên Êlihê, Odeya dolmîşan, Kooperatîfa Sanayê, Kooperatîfa Kefaleta Sanayê, Kooperatîfa Sanayîya Biçûk, Tum Koy-Sen, Komeleya Kantinvanan, Navneda Çandê ya Bahar, ÎHD, MAZLUMDER, GOÇ-Der, Nefel, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Diya-Der, Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Êlihê, TMMOB, Odeya Endezyarên Makineyan, BART, Komeleya Keyeyan, SELÎS, Odeya Hesabgirên Serbest, Komeleya Astengdaran, Odeya Çandiniyê, Hewildana Jiyandina Heskîfê, DTP, SP, Meclîsa Bajêr, Meclîsa Şaredariyê, Şaredarê Kercewsê, Şaredarê Hezo, Şaredariya Girê Sîra, Komeleya Tûrîzmê ya Êlihê, Vakfa Becirmanîyan, SHP û BES."

MELETÎ

Rêxistina DTP'ê ya Memetî jî li avahiya Rêxistina Bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşa li dijî DTP'ê şermezar kir. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendî ya Meletî Zekî Kiliçgedîk, êrîşa li dijî konvoya DTP'ê ya Îzmîrê û li dijî kurdên Çanakalayê şermezar kir û anî ziman ku Midûriyeta Polîsan li hemberî van êrîşan bê deng dimîne. Kiliçgegedîk, anî ziman ku hikûmet û dewlet dixwaze bêyî vîna kurdan pirsgirêkan çareser bike û wiha got: "Em tu carî naxwazin mirov bêne kuştin û xwîn birje. Em her tim aştiyê dixawzin. Em mafê xwe yên mirovahî û demokratîk dixwazin." Piştre komê dirûşmeya "Destê dirêjî DTP'ê dibin bila bişkên" berz kir.

ELEZÎZ

Rêxistina DTP'ê ya Êlezizê jî li avahiya Rêxistina xwe daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên li dijî DTP'ê û kurdan şermezar kir. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendî Mehmet Kiliçtepe, hewildanên hikûmetê yên çareseriyê rexne kir û diyar kir ku hikûmet li ser navê çareseriyê êrîşên li dijî kurdan û saziyên kurdan zêde dike. Kiliçtepe, anî ziman ku ew tu carî êrîşên li dijî DTP'ê û gelê kurd qebûl nakin û li hemberî van êrîşan dê bêdeng nemînin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment