Tuesday, November 24, 2009

BELGEYA QETLÎAMÊ

Nivîskar Tsiatsan Dîrok: SêŞem, 24. Mijdar 2009
löjl
güncel AW 24.11.2009- Belgeya civîna Lijneya Wezîran a 4�ê gulana 1937�ê ku di bin serokatiya Ataturk de bi rojeva awarte civiya bû me bi dest xist. Di vê civînê de biryarên girîng ên der barê Qetlîama Dêrsimê de hatin girtin. Di destpêka biryarên ku mohra �Pir nepenî ye� lê hatiye kirin de gav bi gav Qetlîama Dêrsimê hatiye plankirin.


Fermana Qetlîama Dêrsimê
Belgeya civîna Lijneya Wezîran a 4�ê gulana 1937�ê ku di bin serokatiya Ataturk de bi rojeva awarte civiya bû me bi dest xist. Di vê civînê de biryarên girîng ên der barê Qetlîama Dêrsimê de hatin girtin. Di destpêka biryarên ku mohra �Pir nepenî ye� lê hatiye kirin de gav bi gav Qetlîama Dêrsimê hatiye plankirin.

Fermana Qetlîamê
Lijneya Wezîran a Dewleta Tirk di 4�ê gulana 1937�ê de di bin serokatiya Ataturkî de bi rojeva Dêrsimê civiya. Li ser belgeya ku di arşîvên meclîsê de bi mohra �Pir nepenî ye� veşartin de gav bi gav Qetlîama Dêrsimê hatiye plankirin.

Beriya qetlîamê rapor
Di destpêka belgeyê de tê gotin ku raporên der barê bûyerên li Dêrsimê diqewimin de hatine amadekirin û di çarçoveya raporan de biryar hatine girtin. Civîn di 4�ê gulana 1937�ê de bi serokatiya Ataturkî civiya ye û bi giştî Serhildana Dêrsimê hatiye nirxandin. Ligel ku lijneya wezîra tim di bin serokatiya serokwezîr de pêk tê, di vê civînê de serokatiya civîna lijneyê Serokomar Ataturkî kiriye. Ev jî nîşan dide ku civîn bi rojeveke awarte pêk hatiye.

Gav bi gav qetîam
Di belgeya ku mohra �pir nepenî ye� lê hatiye kirin de bi du xalan biryarên Lijneya Wezîran hatine dayîn û di dewama biryaran de raveyek û jêrenotek hatiye dayîn. Biryarên Lijneya Wezîran a 4�ê gulanê 1937�ê wiha ne:
�1- Hêzên hatine berhevkirin dê bi riya şîdet û êrîşeke tund heta ber xeta Qişle (Nazimiye), Keçîzeken (Bora Jêr), Sîn û Karaoglanê biçin.
2- Gelê ku li vê deverê serîhildaye dê bê berhevkirin û ji hin deverên din bê qeqilkirin. Û ji bo pêkanîna vê berhevkirinê dê rêbaza serdagirtina gundan pêk bê, hem dê çekên wan bên berhevkirin û hem ên tên bi dest xistin dê bêne neqilkirin. Ji bo niha qekilkinina (2000) �2 hezar- kesî ji aliyê hikûmetê hatiye tedbîqkirin.

Mulahaza (Raveyek):
�Dema bi demê bi rêbaza êrîşkariyê tevbigerin, çiqas pêşveçûn çêbibe jî bingehên serhildanê bi awayekî domdar li cihê xwe dimînin. Ji ber hindê pêdivî jê re hatiye dîtin ku yên çek bi kar aniye û bi kar tînin di cih de divê bînin rewşa ku tu carî nekaribin zerarê bidin, bi giştî gund bêne tehrîbkirin û malbatên wan bêne dûrxistin.
Jêrenot: Tê texmînkirin ku hêzên ji Enqere û Meletiyê li eniya şer mahir bibin û hêzên li eniya kêmasiyên xwe yên bi biçûk serober bikin û ji bilî wan cihkirina tabûra ku dê ji Amedê bê, di 12�ê gulenê de dikare livbazî bê destpêkirin.
Jêrenot: Bêyî ku serfkirina pere li ber çavan bê girtin divê xebata ji bo destxistina pirtir kesan bê kirin.�

No comments:

Post a Comment