Saturday, November 28, 2009

Di pîrozbahiya cejna DTP û AKP'ê de pirsgirêka kurd hate nîqaşkirin

Di pîrozbahiya cejna DTP û AKP'ê de pirsgirêka kurd hate nîqaşkirin
Di pîrozbahiya li Navenda Giştî ya DTP'ê ya di navabera DTP û AKP'ê de pêk hat pirsgirêka kurd hate niqaşkirin. Parlementerê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, xwest ew spasiya xwe ji kesên keda wan di pêvajoya bêçalakiyê de heye bikin û anî ziman ku dema ew xwe wekî minetarê wan bibînin dê pirsîrêk çareser bibe.

Navenda Giştî ya DTP'ê bi partiyên din re dest bi pirozbahiyên Cejana Qurbanê kir. Parlementerê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û Endama MYK'ê ya DTP'ê Hatîce Çoban, li avahiya xwe nûner û rêveberên partî û saziyên sivîl pêşwazî dikin û cejna wan pîroz dikin. Di serî de rêveberên SHP'ê, piştre nûnerê AKP'ê û piştre jî nûnerên partiyên din û saziyên sivîl çûn Navenda Giştî ya DTP'ê ziyaret kirin. Di pîrozbahiyê de di navbera heyeta DTP'ê û AKP'ê de nîqaşên balkêş pêk hatin. Dema ku Endama MYK'ê ya DTP'ê Hatîce Çoban, ji heyeta AKP'ê re şirînahî pêşkêş kir heneka "kesk, sor û zer" kir. Dema pêşkêşkirina şirînahiyê de Sakik got; "Sor, zer û mor hene. Baş bu ku di nav van rengan de kesk tuneye. Ji bo êrîşê sedemek têra hebû." Wê demê Wekîla AKP'ê Zeynep Uslu, ji got; "çêdibû", Sakik, bersiv da û got; "Disa jî ji bo êrîşê têra hebû." Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Reha Donemeç, jî tevlî axiftine bo û got; "Wekî êrîşê li lempeyên trafîkê bikin" Li ser vê yekê Sakîk têkîldarî êrîşa li Îzmîrê de wiha got: "Lê sedema êrîşa li Îzmîrê jî tenê ev bû û êrîş li rengê netewî kirin. Lê li Îzmîrê tû ala, poster û flamayên din tûnebûn. Em li benda êrîşekî wisa bûn. Wê rojê renk heban û neban jî dê êrîş kiriban. Êdî Tirkiye bi pêşe roja xwe re hevru di be. Pirsgirêka kurd yekeme di parlementoyê de hate nîqaşkirin. Ev yek gelek girînge. Hêj nehatiye niqaş kirin di 10'ê mijdarê de maskeyên hemû kesî ket. Di hevdîtinên giştî de Tirkiye ji bo Onur Oymen gelek tiştan deyndar e. Di civakê de kî çi difikire derket holê. Li Tirkiyeyê aligirê aştiyê û azadiyê kî ye derket holê."

Kaxo 'Li gorî berê zûtir tên çareser kirin'

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Donemeç, ji diyar kir ku ji bo pîrozbahiya cejnê ew li virin. Donemeç, ani ziman ku cejn rojên aştî û sulhê ne. Donemeç, destnişan kir ku divê ji bo pirgirêkê çareser bikin li benda tu kesî nebin û wiha got: "Divê em bi keda xwe û li gorî terzekî huquqî pirsgirêkê çareser bikin. Êdî ev 3-4 mehin hinek gav tên avêtin. Dema ku rewş ne musaît be tu tişt li Tirkiyeyê nayên kirin. Ji bo ku ev pirsgirêke bê çareser kirin divê hemû kes alîkariyê bide. Di carekê de çareser nabe lê dê hêdî hêdî û li gorî berê zûtir çareser bibe."

'Divê spasiyê ji bo kesên bêçalaktî pêk anîn bê kirin'

Sakik, gotinên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Bulent Arinç ên "Ev 7 mehe tu cenaze nehatine.Ma xirab bû?" bi bîrxist ew di riyêkî rast dane û divê ev yek baş bê zanîn. Sakik, destnişan kir ku kesnê bi xwînê û cenezeyan xwe di xwedan dikin dixwazin cenaze bên û wiha got: "Divê em spasiyên xwe ji bo kesên bêçalaktî pêk anîn bikin. Dema ku ev vê serbilindiyê bikin em dê hemû pirsgirêkan çareserbikin. Erê ev pirsgirêke ya me ye. Heya îro me pirsgirêkên xwer çareser nekirbin ev yekê pirsgirêka me siyasetmedara ne."

Donemeç jî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê gelek rêzbazên cuda di çeriban dine lê heya niha tu çareserî pêk nehatiye û wiha domand: "Dema ku serkeftiyê ba dê di salên 1920'an û 30'an de serkeftiba. Me jî tiştên 1970-80'an de ne dijîn. Divê tiştên hatine jiyandin di dema xwe de bên nirxandin."

Axiftina Donemeç, Sakik birî û wiha got: "Zagonên mêvantiyê yên navneteweyiyê hene. Em mafê xwe yê rexnekirinê veşartiyê têlin. Hej jî tu nexşeriy û proje tunene. Lê axiftina wê jî li ser navê welatî gelek keyfxweşiyeke. Ji ber vê yekê em dê niqaşên xwe li cihekî din û demeke din bikin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment