Saturday, November 28, 2009

Cafer Kan ê DTP'î: Xeta sor a gelê kurd Ocalan e

Cafer Kan ê DTP'î: Xeta sor a gelê kurd Ocalan e
Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Cafer Kan, têkildarî mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku li şûna mercên Ocalan baş bibin tecrîda li ser Ocalan girantir bûne. Kan, da zanîn ku hasatîyetên gel ên tenik hene û Ocalan jî xeta gel a sor e. Kan, destnîşan kir ku destdayîna xetên sor wateya qiyametê ye û wiha got: "AKP bi agir dilîze. Ev pêkanîna provakasyonê ye. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe. Em vê pêkanînê şermezar dikin.

Rêxistina DTP'ê ya Amedê, têkildarî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destûrnedayina Mihrîcana Gundê Fîsê li ber avahiya xwe daxuyaniyek girseyî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê bi hezaran kesên li ber avahiya DTP'ê civîyan li ber avahiyê govend gerandin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Girsê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê û Konfederalîzma Demokratîk vekirin. Girseya ku govend gerandin û stûd xwendin bê navber dirûşmeyên dilsoziya Ocalan dianîn ziman berz kirin. Bi dehan ciwanên ku serê xwe girtin jî di nava girseyê de meşa leşkerî pêk anîn. Piştre Cîgirê Serokê Rêxistina DTP'ê Cafer Kan, daxuyanî da çapemeniyê.

Kan, diyar kir ku vê carê du cajn hatin ser ev, lê xwestin vê cejnê li kurdan bikin jahr. Kan, anî ziman ku li aliyekî Mihrîcana wan li wan qedexe dikin, li laiyê din vîna gelê kurd di nava 6 metrekareyan de tecrîd kirin. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma "Tolhildan" berz kir.

'Bila tu kes bi vîna gel nelîze'

Kan, bal kişand ser 12'ê îlonê û destnîşan kir ku wê demê jî bi îşkence û lêdanê xwetin vîna gelê kurd perçe bikin û niha jî bi tecrîda 6 metrekareyan dixwazin vîna gelê kurd heps bikin. Kan, xwest ku tu kes bi vîna gelê kurd nelîze û wiha got: "Me got bi beşdariya deh hezaran em dê mihrîcanê li Gundê Fîsê pêk bînin. Lê destûr nedan. Lê dîsa em ketin gund. Bila hikumeta AKP'ê baş zanibe ku gelê kurd ji bo çareseriyê çi ji destê wî tê dike. Bila her kes zanibe ku Îmralî ji aliyê gelê kurd ve pir hesas e. Li şûna şert û mercên Brêz Ocalan baş bikin, şert û mercên wî hîn girantir kirin. Odeya wî ji 12 mertekareyan daxistin 6 metrekareyan. Bi vê yekê terrîd girantir kirin. Li aliyê din dîsa nexşeriya Ocalan nedan gel. Parêznameyên Ocalan ku ji DMME'ê re nivîsandibûn bi avayekî derhiqûqî desteser kirin. Ev yek rê li pêşiya çareseriyê dixetimîne.

'AKP bi agir dilîze'

Kan, destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê ji kurdan dixwaze ku serê xwe li ber wan bitewîne û di emrê wan de xizmetê bike, lê ev ev yek ne pêkan e. Kan wiha dom kir: "Bila Hikûmeta AKP'ê baş zanibe ku çawa çixêzên wan ên sor hene. Çixêzên me yên sor jî hene. Brêz Ocalan çixêza gelê kurd a sor e. Destdayina vê çixêza sor hilweşîna qiyametê ye. Hev hewildana hikumetê hewildana provakasyonê ye. Em hikûmetê hişyar dikin û dixwazin bi agir nelîzin. Em dixwazin her kes hişê xwe bidin serê xwe û ji bo aştiyê têbikoşin." Di daxuyaniyê bê navber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan", "PKK gel e, gel li vir e", "Dîsa dîsa serhildan, serokê me Ocalan" berz kirin. Di dema daxuyaniyê polîsan li derdorê DTP'ê detbîrên berfireh girtin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment