Monday, November 23, 2009

Polîsan li êrîşa faşîst temaşe kir



23/11/2009

NAVENDA NÛÇEYAN – AMED
Hedefnîşandana Erdogan, Bahçelî û Baykal a ji bo DTP’ê encam da. Nijadperestan êrîşa konvoya DTP’ê ku Hevserok Ahmet Turk jî di nav de bû kir. Camên wesayîtan hatin şikandin û yek jê bi giranî gelek kes birîndar bûn.
Heyeta DTP’ê ku Hevserok Ahmet Turk jî di nav de bû, di çarçoveya kampanyaya ji bo ‘Berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd’ ji Îzmîrê gera xwe ya herêma Egeyê da destpêkirin. Heyeta DTP’ê ya ku duh bi balafirê çû Îzmîrê ji aliyê konvoyeke ji zêdetirî 2 hezar wesayîtan pêk tê hate pêşwazîkirin.

Starta duyemîn li Îzmîrê da
Xebatên DTP’ê yên ji bo parvekirina hewldanên çareseriya pirsgirêka kurd a bi gel re li Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê didomin. DTP’ê ji bo vê xebatê plansaziyeke ji bo 2 mehan amade kir û di çarçoveya vê plansaziyê de xebatên xwe dan destpêkirin. Xebatên ku starta ji Agiriyê hatiye dayîn, li baskê rojavayê Tirkiyeyê li Egeyê didomin.
Di çarçoveya serdanên hatine plankirin de Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk, parlamenterên DTP’ê Ozdal Uçer, Sirri Sakik, Akin Bîrdal û rayedarên partiyê yên pê re duh hatin Îzmîrê. Turk û heyeta pê re li balafirgeha Adnan Menderes ji aliyê Seroka DTP’a Îzmîrê Mukaddes Kubîlay û rêveberên partiyê yên bajar û navçeyan ve hatin pêşwazîkirin.
Balafir derengî bû...
Ji bo pêşwazîkirina heyeta DTP’ê kurdistaniyên li Îzmîr û navçeyên wê dijîn ji serê pê ve daketin ber balafirgeha Adnan Menderes. Ji ber ku balafira Turk û heyeta pê re jî tê de bûn derengî man, kurdistaniyên li vir civiya bûn, govend girêdan û şanaziya xwe anîn ziman. Komên ku dirûşma ‘Deng bidin aştiyê, agirbesta dualî’ berz dikir û govend girêdabûn riya Gazîemîr-Torbaliyê ji trafîkê re girt. Piştî hatina heyetê alên DTP’ê û flamayên kesk û sor û zer hatin hildan konvoy ber bi avahiyê DTP’a Îzmîrê ya li Konakê ye ve rêket.
Li aliyê din kurdistaniyên ku nekarî bû biçin balafirgehê li ber avahiyê DTP’ê civiyan û govend girêdabûn. Komê tevi govendê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘DTP gel e, gel li vir e’ berz kirin. Koma ku pankarta ‘Em ji bo aştiyeke bi rûmet hene’ vekiribû, li bendê bû ku Hevserokê DTP’ê bê qadê û xîtabî wan bike.

Êrîşkar li ser kar in
Lê beriya ku konvoya DTP’ê bi gehije Konakê rastî êrîşa nijadperestên tirk hat. Konvoya ku Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk li balefirgehê pêşwazî kir û vedigeriya DTP'a Îzmîrê li semta Eşrefpaşa û Dortyola Hatayê ya Îzmîrê ji aliyê komek nijadperest ve rastî êrîşê bi dar û ber hat. Di êrîşê de camê gelek wesatiyên konvoyê hatin şikandin. Ji nava konvoyê yek jê bigiranî gelek kes birîndar bûn. DTP'iyan diyar kir ku polîs li hemberî êrîşê bê deng mane û mudaxaleyî êrîşkaran nekirine.

DTP kiribûn hedef
Bi vê êrîşê hedefnîşandana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Denîz Baykal û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî encam girt.
Erdogan piştî pêşwazîkirina gelê kurd a ji bo Komên Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê hatîn, di her axaftina xwe de DTP’ê datîne hedefê. Her wiha Baykal û Bahçelî jî çoşa gelê kurd a ji bo geşedanên demên dawî, di axaftinên xwe de wekî têkçûna dewletê nîşan didin û xîtabî nijadperestan dikin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment