23/11/2009 |
|
Greva birçîbûnê ya 300 girtiyên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina zordariyên li girtîgehan û başkirina şert û mercan di 30'ê cotmehê de dane destpêkirin kete roja 25’an. Hate zanîn ku Dadgeha Şamê ya Dewletê jî ceza daye 5 girtiyên di grevê de ne. Zordariya rejîma Sûriyeyê ya li ser girtiyên kurd didome. Bi armanca zordariyên li Girtîgeha Edra ya Şamê 300 girtiyên endamên PYD'ê di 30'ê cotmehê de ketibûn greva birçîbûnê. Girtî dixwazin zordarî bi dawî bibin, bikaribin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û radyo û TV'ê bidin wan. KCK-Rojhilat ku têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê diyar kir ku rewşa girtiyan hindî diçe xirabtir dibe. Nerazîbûna li hemberî rejîma Sûriyeyê zêde dibe û çalakiyên piştgiriya girtiyên PYD'ê li gelek welatên Ewropayê didomin. Girtiyên PYD'ê ev cara 4'an e bi armanca şermezarkirina zordariyan dikevin grevê. Ceza dan çalakgeran Ligel grevê jî zordariyên li ser girtiyan berdewam dikin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya paytexta Sûriye Şamê cezayê girtîgehê li 5 girtiyên di grevê de ne birî. Hate zanîn ku girtî bi boneya greva birçîbûnê beşdarî danişînê nebûne. Hate zanîn ku girtiyên ceza li wan hatiye birîn Munzir Ebdîl, Fetah Şor, Ciwan Mihemed Ehmed, Hesen Xalid Qido, Xelîl Feydê Delî, Menan Ehmed Seydo ne. ŞAM (DÎHA) |
Monday, November 23, 2009
300 girtiyên PYD’î di grevê de ne
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment