Monday, November 23, 2009

Ceza li miriyan jî birîn

23/11/2009

Murat KOLCA – DÎLOK / DÎHA
6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê, biryara ku mînaka wê tune da û li Mehmet Saît Çeçenê ku di 28’ê hezîranê de jiyana xwe dest dabû bi hinceta beşdariya çalakiyan bûye û bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" 10 meh ceza birî.
Li Tirkiyeyê dadgeh ji bilî zarokan ceza li miriyan jî dibire. 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, bi dayîna 10 meh cezayê li welatiyê bi navê Mehmet Saît Çeçen ku di 28'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû, biryara bêmînak da. Bi hinceta di tebaxa sala 2005'an de gora Endamê HPG'ê Abdullah Denîz zîyaret kirin, di 7'ê îlona sala 2005'an de ji ber beşdarî daxuyaniya şermezarkirina astengkirina meşa Gemlikê bibûn û di 9'ê cotmeha 2005'an de beşdarî daxuyaniya çalakiya şermezarkirina derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê bibûn, der heqê 35 DEHAP'iyan de doz hatibû vekirin. Danişîna doza ku 4 sale didome bi dawî bû.
6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê di danişîna biryarê de biryareke balkêş û sosret da. Heyeta dadgehê biryara bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" ji Mehmet Ozturk, Ahmet Îlbaş, Îsmet Kizilkaya, Halîl Aka, Mevlut Uçar, Hasan Zengînoglu, Azîz Ulutaş, "Mehmet Saît Çeçen", Mehmet Şînasî Zorbey, Mustafa Kaya, Baran Ogur, Safîye Uçar, Şefîk Aka, Hacî Akan, Gokhan Dagaslan, Muslum Kaya û Sabrî Dogan re ji bo her kesekî 10 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê ji kesên bi navê Mehmet Zekî Gungoren û Şaban Yalçin jî ji ber temenê wan biçûk in ji her yekî re 6 meh û 20 roj ceza da. Heyeta dadgehê ji Vakkas Dalkiliç, Ridvan Ozer, Mustafa Tunç, Gultekîn Aydin, Mehmet Aslanoglu, Sedîka Yaman, Ahmet Bayram, Akîf Yayla, Ramazan Aslanoglu, Abdurrahman Çankaya, Zahîttîn Ataş, Erdal Usluer, Ferîdun Korkmaz, Rabîa Ozer, Habîbe Tîşkaya û Gulsum Demîr re bi hinceta "Endamê rêxistinê" ne ji her yekî re cihê cihê 6 sal û 3 ceza birî. Heyeta Dadgehê bi giştî 115 sal, 3 meh û 10 roj cezayê girtinê birî.

Ceza li mirî jî birî
Heyeta Dadgehê ku 115 sal û 3 meh û 10 roj ceza li DEHAP’iyan birî, li Rêveberên HEP, HADEP û DEHAP'ê yê Dîlokê Mehmet Saît Çeçen ê di 28'ê hezîranê de ji ber qeyrana dil jiyana xwe dest dabû jî 10 meh ceza Çeçen, dema HEP, DEP, HADEP û DEHAP'ê de li nav têkoşîna sîyaseta kurdan de cih girtibû. Lê belê emrê Çeçen têrê nekir û piştî Kongreya DTP'ê ya Dîlokê berbanga sibê bi krîza dil jiyana xwe dest dabû.

No comments:

Post a Comment