Monday, November 23, 2009

Jinan tecrîd şermezar kir

23/11/2009

Meclîsa Jinê ya DTP'ê ya navçeya Gimgimê di çarçoveya kampanya 'Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" de meşek bi meşale pêk anîn û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan şermezar kirin.
Meclîsa Jinê ya DTP'ê ya navçeya Gimgimê, bi munasebeta '25'ê Mijdarê û di çarçoveya qampanya 'Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye' de meşek bi meşale pêk anî û tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan şermezar kirin. Endamên Meclîsa Jinê li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya navçeya Gimgimê li hev kom bûn û bi pankarta "Em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye" û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", " Jin jiyan azadî" heta pazaja Şaredariya Gimgimê meşiyan.
Li ser navê jinan Endama Meclîsa Jinê ya DTP'ê Şengul Çiçek, diyar kir ku ew şîdeta li dijî jinê qebûl nakin û dê têkoşîna wan a li dijî şîdetê bidome.
Çîçek, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji ber ku em jinin em li dijî hemû cudahî û neheqiyê ne. Em jinên Kurdistanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin.
Namûsa me nasnameya me û azadiya me ye. Azadiya çand û zimanê me ye.
Têkoşîna me ya ji bo azadiya çand, ziman û nasnameya me dê bidome." Kom, piştî daxuyaniyê dîsa bi heman dirûşman heta rêxistina DTP'ê meşiya û dawî li çalakiya xwe anîn.

Standa hate vekirin
Meclîsa Jinê ya DTP'ê ya Sêrtê, li hemberî şîdeta li dijî jinê standa îmzeyan vekir.
Meclîsa Jinê ya DTP'ê ya Sêrtê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê ya Navneteweyî, li Kolana Gureşê standa îmzeyan vekir. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî standa îmzeyan dan. MÛŞ -SÊRT (DÎHA)

No comments:

Post a Comment