Sunday, November 22, 2009

Turk: Ger rolê Ocalan, biçûk bê dîtin, çareserî pêk nayê

Turk: Ger rolê Ocalan, biçûk bê dîtin, çareserî pêk nayê
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, ji ber êrîşa li hemberî konvoya DTP'ê ya li Îzmîrê pêk hat rayedar hişyar kirin û wiha got: "Em nayên provokasyonan. Lê em ji tekoşîna xwe ya azadiyê jî dereng namînin." Turk, diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de AKP kurdan dixapîne û destnîşan kir ku ger ew rolê PKK'ê û Ocalan, biçûk bibîninn, dê çareserî pêk neyê."

Heteya DTP'ê ku ji Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlementerên DTP'ê Sirri Sakik, Akin Bîrdal, Ozdal Uçer, Sevahîr Bayindir û endamên Meclîsa DTP'ê pêk dihatin, li Îzmîrê ji aliyê hezaran kesî ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Pêşwazîkirina li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr bi wekî mîtîngê. Li vir Seroka Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê Mukaddes Kubilay, axaftinek kir û da zanîn ku kurd di encamê polîtîkayên înkar û tunekirinê de sirgunî metropolan hatin kirin û li vir neçarî xizantiyê hatine hiştin. Kubilay, destnîşan kir ku vê polîtîkayê ew ji têkoşîna wan dûr nexistin.

Turk: Nêzîkbûna înkarê nîjadperestî bilind kir

Piştî Kubilay bi diruşmeya "Bijî Serok Apo" Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk derket ser dîkê û peyamên girîng dan. Turk girseyî bi axiftinekî kurdî ya kin slav kir û wiha got: "Roj roja têkoşînekî xurt û berxwedanekî bêhempa ye. Ancax em bi vê berxwedanê bigihijin armacan xwe." Pişter jî Turk bi tirkî axiftina xwe domand. Turk diyar kir ku îro Tirkiye bi xwe dest avêtîye nişaqaş kirina vê pirsgirêkê û ev yek gelek girîng e. Turk, ani ziman ku salane bî siyaseta înkar, îmha û operasyonan dixwastin kurdan bêdeng bikin û wiha domand: "Lê heya niha bêdeng nekirin û nakin jî." Axaftina Turk gelek caran bi diruşmeya "Bijî Serok Apo" hate birîn. Turk wiha berdewam axaftina xwe kir "Me her tim digot ancax ev pêvajoye dê bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Me her tim digot bi înkar û îmhayê pirsgirêk çareser nabe.
'Hûn pirsgirêka gelekî înkar û vina wi red bikin tu caran nikarin çareser bikin. Lê kurd her tim hatin înkarkirin û redkirin. Bila ev ramana înkarê bizane ku em tu caran ji dest ji bawermendiyên xwe bernadin."

'Em nayên provokasyonan lê tu caran ji dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin'

Turk, destnişan kir ku êrîşa li konvoya wan hatiye kirin ji bi gotîna "Îro komekî faşîst êrîş li me kiriye" û wiha domand: "Ez li vir walî û midurê polîsan hişyar dikim. Têkoşînê bikin. Em tu caran nayê ne provokasyonan lê ji têkoşîna xwe ya azadiyê jî paşve naçin." Turk, bilêv kir ku hinek partî dixwazin di navbera gelan de pêvçuna derxin û MHP û CHP jî rexne kir. Turk, anî ziman ku gelê kurd dê bersîva faşîstan bidin.

Banga 'demokrat û rewşenbir CHP'ê derk bikin'

Turk, helwesta CHP'êya li dijî Serhildana Dêrsimê jî rexne kir û xwest hemû demokrat, rewşenbir û aştîxwaz CHP'ê terk bikin. Turk, bagn li hemû aştîxwaz û demokratan kir û xwest li dijî faşîzmê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bibin yek, dest bidin destê hev.

'Çareseriya AKP'ê li ser perçekirin û xapandinê ye'

Turk, polîtîka û feraseta Hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û wiha got: "Êdî nema kurdan înkar dikin. Vê carê dibêjin kurd heye lê mafe wan tune. Dibêjin 'Em dixwazin pirsgirka kurd çareser bikin, lê ne sasîmî ye. Em wekî DTP'ê ji dil aştiyê dixwazin. Mixabin AKP dirûtiyê dike. Li aliyekî dibêjin bila kuştin raweste, li aliyê din daxwazên kurdan ên demokratîk li ber çavan nagre. Çareseriya AKP'ê li ser xapandin û perçekirina vîna kurdan hatiye avakirin."
Turk, di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser hewildanên kurd ên aştiyê û anî ziman ku kurd her tim ji aştiyê re amade ne û ji bo aştiyê têdikoşin. Turk, anî ziman ku PKK jî ji aştiyê re amade ye û wiha dom kir: "Brêz Ocalan jî dibêje ji aştiyê re amade ye. Gelê me ji bo aştiyê di nava hewldanan deye. Qaşo şert û mercên Brêz Ocalan baş dikin. lê odeya Ocalan ji 12 metreqareyan daxistin 6 metreqareyan. Ev yek dide xuyakirin ku tu projeyên AKP'ê ji bo aştiyê tune.

Turk, komîsyona heqîqetê xwest

Turk, bal kişand ser wekheviyê û daxuyand ku biratî û wekheviya bi qedexe û bêedalet ne pêkan e. Turk wiha dom kir: "Ji aliyekî ve ziman qedexe dike. Li aliyê din dibêje biratî û wekhevî. Ev feraseta efendî û koletiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Kurd aştî û wekheviyê dixawazin. Ger ku hûn jî aştiyê dixwazin werin em komîsyona heqîqetê û wekheviyê ava bikin. Bila komîsyonek rastî û dîrokê lêkolîn bike bê avakirin.

'Em ji çareseriyê re amade ne, lê bêyî PKK û Ocalan ne pêkan e'

Turk, bal kişand ser hêza DTP'ê û da zanîn ku DTP ji aliyê temsîliyetê ve partiyek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo aştî û çareseriyê hene. Lê hûn naxwazin rastiyê bibînin. Ger ku hûn PKK'ê û Brêz Ocalan nebînin û qebûl nekin çareserî zor pêk tê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka 100 salî ye. Ji ber vê yekê divê hûn pirsgirêkê baş û rast bibînin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment