Sunday, November 22, 2009

SÎSTEMA ÊŞKENCÊ YA ÎMRALIYÊ

Serokatiya Kobseya Rêveber a KCK'ê, zêdekirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi zimanekî tûnd şermezar kir..

KCK'ê diyar kir ku piştî 10 salan tecrîda li ser Ocalan hatiye şidandin û pêkanîna dawî weke plana roj bi roj tesfiyekirina Ocalan binav kir..

KCK'ê destnîşan kir ku AKP'ê hewl dide raya giştî ya hundur û derve biaxpîne û bang li gelê Kurd kir da ku dengê xwe bilind bike..

KCK: TECRÎDA 10 SALAN HÊ GIRANTIR BÛ
DIXWAZIN RÊBERTIYA ME TESFÎYE BIKIN
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK daxuyaniyek nivîskî da şidandina sîstema êşkencê ya 10 salan, bi zimanek tund rexne kir.

KCK'ê da zanîn ku şert û mercên Îmraliyê hê girantir kirine û balkişand ser van xalan:

"Bi vê yekê dixwazin rêbertiya me ku ji ber şert mercên Îmraliyê tendurustiya wî her roj xirabtir dibe, îmha bikin. Ev nêzikatiya talûke ya li demeke dirêj tê belavkirin, şert û mercên jiyanê hê xirabtir dike.
Şertên hucrê yên li ser rêbertiya me tê ferzkirin, bi armanca tinekirinê ye. Li aliyekî di van şertan de derfetên jiyanê ji holê radikin û êrîşên dijwar dibin ser serokatiya me, li aliyê din bi şidandina tecrîdê, zextên xwe zêdetir dikin, jiyana wî vedguherîne êşkenceyê û bi vî awayî dixwazin sekna siyasî bi şûn ve bibe."

KCK'ê herwiha balkişand ku bi raya giştî ya derve û hindûr, dixwazin CTP û gelê Kurd bixapîne, bi ser navê 'rakirina tecrîdê û başkirina şert û mercan' esas dixwazin bingeha tesfîyekirina rêbertiya me amade bikin.

Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam dike.

KCK: TECRÎT TÊ MANEYA ŞERÊ LI DIJÎ
TEVGERA AZADIYA KURD
"Nêzikatiya Rêber Apo, tê maneya nêzikatiya li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd. Li ser navê cih guhestina Rêber Apo, ku gelê Kurd ew ji xwe re weke îradeya siyasî qebûl kiriye, şert û mercên jiyana wî hê girantir kirine, tendurustiya wî xistine bin tehdîtê. Vê yekê jî, ne-jidiliya dewleta Tirk û Hikûmeta AKP'ê carek din raxistiye ber çavan. Cihê Rêber Apo yê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de û qîmeta wî ya li cem gelê Kurd pir baş tê zanîn. Tevî vê yekê jî, li ser Rêber Apo ferzkirina Tecrîdê, tê maneya şerê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Hikûmet û dewleta ku dixwaze Rêber Apo îmha bike û vê fikra xwe jî di pratîkê de dixe meriyetê, gelo mimkûne ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de jidil tevbigere?"

KCK'ê helwesta hikûmeta AKP'ê li meclîsê nîşan da jî wiha nirxand:

KCK: DIXWAZIN GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ
BIXAPÎNIN

"Derketiye holê ku AKP ne çareseriyê mijûlkirinê, xapandina gelê Kurdistanê û qutkirina gel ji Rêber Apo û tevgera Azadiya Gelê Kurd dixwaze. Bi nêzikatiya li hemberî Rêber Apo jî pir zelal bû, ku ti projeya çareseriyê ya AKP'ê nîne, di rastiyê de armanc tasfiyekirin e. Pêwiste AKP û dewleta Tirk Rêber Apo muxateb bigre, lê bi cih guhestina Rêber Apo û êrîşên vê dawiyê, niyeta wan raxist berçavan."

KCK: DIVÊ CPT Û AŞTÎXWAZ VÊ TALÛKEYÊ BIBÎNE
Û DI DEMA HERÎ KIN DE BIKEVE NAVA TEVGERÊ

KCK'ê herwiha bibîrxist eger AKP di çareseriyê û aştiyê de jidil e, divê weke gava yekemîn tendurustiya Ocalan û ewlekariya wî misoger bike.

Û ti serî de CTP'ê bang li aştîxwazan û gelê Kurd jî kir.

KCK'ê bang li derdorên pêwendîdar kir da ku demek ji ya din zûtir têkevin dewrê, û li dijî van êrîşên ku dikarin rê li felaketên mezin vekin, bêdeng nemînin.
KCK: DIVÊ GELÊ KURD LI RÊBERTIYA XWE
XWEDÎ DERKEVE Û SEKNEK BI ÎRADE RAVE BIKE

KCK'ê ji bo gelê Kurd jî ev bang kir:
"Tecrît, li dijî rêbertiya me îmha û li dijî gelê me jî şer e. Li ser bingeha pêngava Êdî Bes e de û bi şîara 'Rêbertiya Azad, nasnameya Azad û xweseriya Demokratîk' divê herkes têkeve nava liv û tevgerê.


© ROJ TV

No comments:

Post a Comment