Sunday, November 22, 2009

Di êrîşa li dijî DTP'iyan pêk hat de kesek bi giranî birîndar bû



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Konvoya ku piştî Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ji Balefirgeha Îzmirê pêşwazî kir û vegeriya Rêxistina DTP'ê ya Îzmirê di rêde rastî êrîşa komekî ulkuyan hatin. Di encama êrîşê de kesekî navê wê/î ne diyar bi giranî birîndar bû.

Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, têkîldarî gera DTP'ê ya Herêma Egeyê hate Îzmîrê. Turk, ji Balefirgeha Adnan Menderes ji aliyê konvoyek mezin ve hate pêşwazîkirin û piştre vegeriya Rêxistina DTP'ê ya Bajarê Îzmirê. Konvoya DTP'ê di vegerê de li du nokteyan rastî êrîşa ulkuvanan hat. Konvoy, li Eşrefpaşa û Qada Uçyolê rastî êrîşê hat û gelek kes birîndar bûn. Hate zanîn di êrîşa Eşrefpaşayê de kesek bi giranî birîndar bû.

DTP'î li qadê bêparastin man


Di êrîşa Qada Uçyolê de komek DTP'î li qadê de bêparastin man. Koma êrîş DTP'iyan kirî de kesên çekdar jî dinav de hebûn û polîsan mudaxileyê li komê nekîr. Hate zanîn koma ulkuyan ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û lê hin caran careke din êrîşê li DTP'iyan dikin. Ji ber ku tu parastina canê wan tuneye koma DTP'i ji Qada Uçyolê naçin.
. (dîha)

© HAWAR NET 2009

No comments:

Post a Comment