|
AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Zarokên li Amedê dijîn bi boneya Hefteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî nêrînên xwe anîn ziman û daxuyandin ku ji ber binpêkirina mafên zarokan jidayîkbûna wan a li Tirkiyeyê bêşansiyek e. Seroka Meclisa Zarokan a Şaredariya Sûrê Ozlem Nazlican (12) diyar kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên zarokan pir zêde ye û bang li civakê kir ku li hemberî vê yekê hîstiyar be.
Zarok bi boneya Hefteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî li ber Bîrdara Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşuyoluyê hatin cem hev. Zarokan li cihê di 12'ê îlona 2006'an de zarok lê hatine qetilkirin strana, “Em zarokên Amedê ne” got. Her wiha zarokan bi boneya bîranîn Ugur Kaymaz, Enes Ata, Ceylan Onkol û zarokên din ên hatine qetilkirin strana “li welatê me bombe barandin” gotin.
Şaxên MAZLUMDER, ÎHD, Yerel Gundem21, DTO, Baroya Amedê û rayedarên şaredariyên li Amedê beşdarî çalakiya zarokan bûn. Zarokan pivdankên nivîsa, “Zarokan nekujin, nedarizînin ez zarok im ji bîr nekin” û kulîlkên sor hildan.
Li ser navê zarokan Seroka Meclisa Zarokan a Şaredariya Sûrê Ozlem Nazlican (12) diyar kir ku zarok xwedî mafên mafê jiyanê, perwerdehiyê, tenduristî, hewandin, mêtingeriya fîzîkî û cinsî heye û ev maf nayên gaspkirin û desteserkirin. Nazlican anî ziman ku ev bi peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin û Tirkiyeyê jî bî îmzekirina Peymana Mafên Zarokan a BM'ê ev yek qebûl kirine. Nazlican xwest ku kes li hemberî şideta li dijî zarokan bêdeng nemîne û ev tişt gotin: “Ez wekî zarokek li Tirkiyeyê dijîm, ji ber binpêkirina mafan min nedixwest ez li Tirkiyeyê ji dayîk bibûma. Mixabin tiştên min dîtîn vê yekê tînin bîra min. Zordariya li ser mafê jiyan, tenduristî, perwerdehî û şideta fîzîkî û zayendî li ser zarokan tê meşandin. Heta 18 saliyê hemû kes zarok in. Lê zarokên wekî Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Abdulsamet Erîp hatin qetilkirin. Zarokên kurd bi hinceta 'Endamtiya terorê' tên darizandin û bi salan di girtîghan de tên girtin.
Heta duh jî dayîkên me nedikarin bi zimanê xwe bi axivin û îro jî mafê me yê perwerdehiyê tê înkarkirin. Em bêyî tu ramanên siyasî dibêjin mafên zarokan asten nekin.”
Piştî daxuyaniyê Nazlican ev helbest xwend: “Ez zarokim/ Dema ez ji bo xwarina maqarnaya hezkirina diya min di nav de diçûm/ Ji zikê xwe yê birçî gul xwar/ Hezkirinên min ên perçebûyî di bervanka diya min de hatine gerandin/ Ez zarokim kevir lîstika min a herî baş in/ Ez zarokek im/ We ji bîr kir zaroktiya min, ez mezin kirim û darizandin/ We ez ji hemû hêviyên min qetandin û qeyîdandim/ We lîstikek ceza kir/ A bigirin bila kevir jî ji bo we bin, dilê xwe bidin min/....” Zarokan piştî kulîlk danîn ber Bîrdara Mafê Jiyanê belav bûn.
‘Zarok tu car nabin terorîst’
ŞAXA Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê, bi munasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafên Bingehîn ê Zarokan, derbarê zarokên mexdûrên TMK'ê de li ber Postaxanêya Mêrsînê daxuyaniyek da çapameniyê. Di daxûyaniyê de gelek endamen rêveberên saziyên sivîl û civakî yên Mêrsînê û endam û rêveberên DTP'ê amade bûn. Serokê ÎHD’a Mêrsînê Mîrzê Mehmet Soylemez, diyar kir ku derbarê mijira pirsgirêka kurd û darizandina zarokên kurt gelek tişt tên gotin, lê belê tu gav nayên avêtin.
Soylemez, destnîşan kir ku bi hin guhertinên bêbingeh a di qanûna TMK'ê de zext û zordariyên li ser zarokan bi dawî nabin û wiha got: “Ev qanûnên Tirkiyeyê ku zarokan didarizîne li dijberî Peymana Mafên Zarokan ya Devletên Yekbûyê (DY) û Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Lazim e ne bi guhertinên bêbingeh, qanûn bi giştî bêne guhertin. Bila baş bê zanîn ku zarokên kurdan gelekî zor û zahmetiyên dewletê dîtine û ji ber vê yekê jî bertekên bi vî rengê nîşan didin. Heta zext û zordarî ser malbata zarokên kurd hebin, kevir avêtina zarokan jî mafek rewa ye.”
Soylemez, diyar kir ku zarok tu carî nabin terorîst û wiha axivî: “Tişt bê sedem naqewimin. Ger malbatên van zarokan bi darê zorê ji cihên wan hatibin derxistin û neçarî goçberiya metrepolan hatibin, ev yek asayî ye. Lazim e beriya her tiştî bingeha sûc ji holê bê rakirin.” Söylemez bang li hemû zarokan kir û xwest zarok tevli şahiya zarokan a li Parka Aştiyê ya li taxa Guneşê bibin. Söylemez got ku şahî di saet 13:00’an de dest pê dike.
Rêveberên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê, 20 qoliyên tijî pirtûk bi riya postexaneyê ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Pozantiyê ya Edeneyê re şandin.. (dîha)
© HAWAR NET 2009
No comments:
Post a Comment